Derketin 22 - Kurmanji ÎncîlRê û rêbazên li ser mal û milkan 1 “Gava kesek ga yan pezekê bidize û wî serjê bike yan bifiroşe, wê diz di şûna gayekî de pênc gayan, di şûna pezekê de çar pezan bide û aştiyê bike. 2 “Gava dizek li ser diziyê bê girtin û herwiha bê lêxistin û kuştin, wê sûcê xwînê nekeve ser kesê ew kuştiye. 3 Heke bûyer piştî derketina rojê çêbûbe, wê sûcê xwînê li ser kesê ku kuştiye be. Divê diz bergîdanê bide û aştiyê bike. Heke tiştekî wî tune be, wê di şûna diziya xwe de wekî kole bê firotin. 4 Heke malê diziyê –ga, ker an pez– sax û di destê wî de bê peydakirin, wê du qatê wan bide û aştiyê bike. 5 “Gava kesek bi çêrandina dewarê xwe zevî yan rezê kesekî din xera bike yan li zeviya kesekî din de berde, wê ji dera herî baş a zeviya xwe û ji dera herî baş a rezê xwe bergîdanê bide û aştiyê bike. 6 “Gava agir zêde be, bigihîje diriyan û komeke genim, qevdên genim an zeviya genim bişewite, divê kesê agir derxistiye bergîdanê bide û aştiyê bike. 7 “Gava kesek pere yan tiştekî xwe emanetê cîranê xwe bike û ev tişt li mala wî werin dizîn, heke diz bê dîtin wê du qatê wan tiştan bide û aştiyê bike. 8 Lê heke diz neyê girtin, wê xweyê malê derxin hizûra Xwedê ku bê zanîn ka cîranê wî dest daye tiştên wî yan na. 9 Di her meseleya ga, ker, pez, kinc û her tiştê windabûyî ya ku herdu alî jî dibêjin: ‘Ev ya min e’ de, wê gotina herdu aliyan here ber Xwedê. Kesê ku Xwedê wî sûcdar dertîne, wê du qatê wan tiştan bide cîranê xwe û aştiyê bike. 10 “Gava kesek ker, ga, pez an heywanekî din emanetî cîranê xwe bike û ew heywan bimire, zirar bibîne yan jî bêyî ku kes bibîne bê dizîn, 11 wê kesê emanet standiye bi navê Xudan sond bixwe ku wî dest neavêtiye malê wî. Wê xweyê malî vê sondê qebûl bike û wê bergîdan neyê dayîn. 12 Lê heke bi rastî jî malê li ba wî hatibe dizîn, wê bergîdanê bide xweyî û aştiyê bike. 13 Heke ji aliyê heywanan ve mal hatibe perçekirin, wê ew ji bo şahidiyê perçeyekî bîne. Ji bo heywanê perçekirî wê tiştekî nede. 14 “Gava kesek ji cîranê xwe heywanekî bi deyn bistîne û gava xweyî ne li wir e, ew zirar bibîne yan bimire, divê bergîdanê bide û aştiyê bike. 15 Lê heke xweyî wê gavê li wir be, wê bergîdanê nede. Heke heywan hatibe kirêkirin, wê tenê destmiza kirê bê dayîn. Rê û rêbazên civakî 16 “Gava zilamek keçikeke bakîre ku ne bi dergistî ye bixapîne û pê re razê, divê ew qelenê wê bide û pê re bizewice. 17 Heke bavê keçikê qet nexwaze wê bide wî, qelenê keçikeke bakîre çi be, wê bide. 18 “Tê jinika sêrbaz sax nehêlî. 19 “Her kesê bi heywanekî re têkiliya cinsî bike, divê bê kuştin. 20 “Kesê qurban ji îlahekî re serjê bike, wê bi tevahî bê tunekirin. Wê qurban tenê ji Xudan re bin. 21 “Tê zordariya xerîban nekî û wan nexî tengasiyê. Çimkî hûn jî li welatê Misrê xerîb bûn. 22 “Tê jinebî û sêwiyan neêşînî. 23 Heke tu neheqiyê li yekî ji wan bikî û ew li min bike feryad, ezê esse hewara wî bibihîzim. 24 Wî çaxî wê hêrsa min esse rabe û ezê we bi şûr bikujim. Wê jinên we, jinebiyên we û zarokên we, sêwî bimînin. 25 Heke tu pere bi deyn bidî bindestên nav xwe –gelê min– tê wekî selefxuran bi wan re nedî û nestînî. Tê faîzê nedî ser ya ku we daye wan. 26 Heke te ebayê cîranê xwe bi gerewî standibe, hê roj neçûye ava, tê lê vegerînî. 27 Çimkî ew dikare ebayê wî yê tenê be. Ew nebe, wê çawa razê? Heke ew hewarê li min bike, ezê bibihîzim. Çimkî ez keremdar im. 28 “Tê nifir li Xwedê nekî û naletê li serekê gelê xwe jî nekî. 29 “Tê di dayîna dexlê xwe û ava mehsera xwe de bi derengî nekevî. “Tê nixuriyên xwe yên kur bidî min. 30 “Tê ji bo ga û pezên xwe jî wiha bikî. Wê heft rojan bi diya xwe re bimînin û di roja heştan de tê wan bidî min. 31 “Hûnê bibin gelê min ê pîroz. Hûnê goştê li çolê nexwin ku ji aliyê heywanan ve hatiye perçekirin. Hûnê wî bavêjin ber kûçikan.” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey