Derketin 21 - Kurmanji ÎncîlRê û rêbazên li ser koleyan ( Dubarekirina Şerîetê 15:12-18 ) 1 “Rêbazên ku tê bidî ber wan ev in: 2 “Gava tu koleyekî Îbranî bikirî, wê şeş salan xulamiyê bike lê sala heftan wê bêyî ku tiştekî bide azad bibe. 3 Heke ew tenê hatibe, wê tenê here. Heke zewicî hatibe, wê bi jina xwe re here. 4 Heke xweyê wî ew zewicandibe û wê jinê jê re kur an keç anîbin, wê jin û zarok ji xweyî re bimînin. Wê kole tenê here. 5 Lê heke kole bi eşkereyî bibêje: ‘Ez ji xweyê xwe, jina xwe û zarokên xwe hez dikim. Ez naxwazim azad bibim,’ 6 wê xweyê wî, wî derxe hizûra Xwedê. Wê wî nêzîkî derî yan kêleka derî bike û guhê wî bi dirêşikê qul bike. Bi vî awayî, wê tevahiya jiyana xwe xulamiya wî bike. 7 “Lê gava kesek keça xwe wekî kole û carî bifiroşe, wê bi koleyên mêr re neyê berdan. 8 Heke ew ne bi dilê xweyê xwe yê dergistiyê wê be, wê bihêle ku dîsa bê kirîn. Ew nikare wê bifiroşe xerîban. Çimkî wî bêbextî lê kiriye. 9 Heke xweyî wê bide kurê xwe, wê wekî keça xwe bibîne. 10 Heke xweyî bi jineke din re bizewice, wê jina xwe ya berê ji xwarin, cil û berg û ji razana pê re kêm neke. 11 Heke ew van her sê tiştan neke, wê jin bêyî ku tiştekî bide azad be. Wê qet pere nede. Rê û rêbazên li ser zordariyê 12 “Kesê li kesekî din bixe û bikuje, divê ew jî bê kuştin. 13 Lê heke bi qestî nehatibe kirin û ev kuştin ji Xwedê be, ezê cihekî ku ew dikare bireve, ji te re kifş bikim. 14 Heke kesek bi dekbazî êrîşî cîranekî bike û wî bi pîlan bikuje, xwe bavêje gorîgeha min jî, tê wî derxî û bikujî. 15 “Kesê li dê û bavê xwe bixe, divê bê kuştin. 16 “Kesê kesekî din bi darê zorê birevîne, firotibe jî, di destan de be jî, divê bê kuştin. 17 “Kesê nifiran li dê û bavê xwe bike, divê bê kuştin. 18 “Gava hinek kes devjenî bikin û paşê kesek bi kevir an bi kulman li cîranê xwe bixe û cîranê wî nemire û bikeve nav nivînan, 19 lê piştre rabe û bikaribe li derve bi gopal bigere, wî çaxî kesê lê xistiye wê bêsûc be. Lê wê heqê dema winda kiriye û heta baş bibe hemû heqê dermankirinê bide. 20 “Gava kesek bi daran li koleyê xwe yan jî li koleya xwe bixe û kole di destên wî de bimire, divê bê cezakirin. 21 Lê heke kole rojek du rojan bijî, wê xweyî neyê cezakirin. Çimkî malê wî ye. 22 “Gava kesên li hev bixin, li jineke bizaro bikevin û zarokê wê zû bibe lê zirara din pê nebe, divê kesê lê ketiye bê cezakirin. Pereyê ku mêrê jinikê xwestiye û dadger erê kiriye, wê bide. 23 Heke zirar hebe, wê di ber can de can, 24 di ber çav de çav, di ber diran de diran, di ber dest de dest, di ber pê de pê, 25 di ber şewitandinê de şewitandin, di ber birînê de birîn, di ber derb de derb bide. 26 “Gava kesek li çavê koleyê xwe yan jî li koleya xwe bixe û kor bike, wê di ber çavê wî de wî azad bike. 27 Heke ew diranê koleyê xwe yan jî koleya xwe bişikêne, wê di ber dirên de azad bike. Rê û rêbazên li ser berpirsiyariya mal û milkan 28 “Gava gayek bi qiloçên xwe li mêr an jinekê bixe û bikuje, divê ew ga bê kevirkirin. Wê goştê wî neyê xwarin lê xweyê ga bêsûc be. 29 Heke gayek ji berê ve boçker be û xweyê wî hatibe hişyarkirin lê xweyî bergiriya vê yekê nekiribe û ga mêr an jinekê bikuje, wê gê bidin ber keviran. Wê xweyê wî jî bê kuştin. 30 Lê heke ji xweyê ga berdêlek bê xwestin, divê hemû berdêla jê tê xwestin bide û canê xwe rizgar bike. 31 Heke ga bi qiloçên xwe li kurikekî yan li keçikekê bixe û bikuje, wê li gorî heman rêbazê bê kirin. 32 Heke ga bi qiloçên xwe li koleyekî yan jî li koleyekê bixe û bikuje, wê xweyê gê sî şekel zîv bide xweyê wî û ga jî bê kevirkirin. 33 “Gava kesek çalekê veke yan ser çala ku kolaye negire û ga yan kerek bikeve wê çalê, 34 wê xweyê çalê pere bide xweyê heywên û aştiyê bike. Wê heywanê mirî bibe yê wî. 35 “Gava gayê yekî li gayê cîranê xwe bixe û bikuje, wê gayê sax bifiroşin û heqê wî li hev parve bikin. Heywanê mirî jî li hev parve bikin. 36 Lê heke ji berê ve bê zanîn ku ga êrîşkar e û xweyê wî ew zevt nekiriye, divê di şûna wî gayî de gayekî din bide û aştiyê bike. Wê gayê mirî ji xweyê xwe re bimîne.” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey