Derketin 20 - Kurmanji ÎncîlDeh Emir ( Dubarekirina Şerîetê 5:6-21 ) 1 Xwedê tevahiya van tiştan got: 2 “Ez Xwedayê te Xudan im ku tu ji welatê Misrê, ji warê koletiyê deranî. 3 “Wê ji min pêve tu îlahên te tunebin. 4 “Tê ji xwe re pûtê tu tiştan çênekî ku dişibe tiştekî li ezmanan, li ser erdê yan jî di avên di bin erdê de ye. 5 Tê li ber wan neçî ser çokan û xulamiya wan nekî. Çimkî ez, Xwedayê te Xudan, Xwedayekî xîretkêş im. Ez hesabê sûcên kesên ji min nefret dikin, ji zarokên wan, ji neviyên wan, ji nifşê sisêyan û çaran jî dipirsim. 6 Lê kesên ji min hez dikin û emrên min pêk tînin, ez bi hezar nifşan ji bo wan dilsoz im. 7 “Tê navê Xwedayê xwe Xudan vala neyînî ser zimanê xwe. Çimkî Xudan kesên navê wî vala tînin ser zimanê xwe bêceza nahêle. 8 “Tê Roja Septê bi bîr bînî û pîroz bihesibînî. 9 Tê şeş rojan bixebitî û hemû karên xwe bikî, 10 lê roja heftan ji bo Xwedayê te Xudan Sept e. Wê rojê tu, kurê te, keça te, xulamê te, xadima te, heywanên te û xerîbên di nav te de, hûnê tu karî nekin. 11 Çimkî Xudan erd û ezman, derya û hemû tiştên di wan de, di şeş rojan de çêkirin û di roja heftan de bêhna xwe veda. Loma Xudan Roja Septê pîroz û bereket kir û wekî rojeke pîroz nîşan kir. 12 “Qedrê dê û bavê xwe bigire ku emrê te li welatê ku Xwedayê te Xudan dide te, dirêj be. 13 “Tê kuştinê nekî. 14 “Tê zinayê nekî. 15 “Tê nedizî. 16 “Tê li dijî cîranê xwe şahidiya derewîn nekî. 17 “Tê çav bernedî mal û milkê cîranê xwe. Tê çav bernedî jin, xulam, xadim, ga, ker an jî tu tiştekî cîranê xwe.” Îsraêlî ditirsin ( Dubarekirina Şerîetê 5:22-23 ) 18 Gava tevahiya gel şahidiya dûyê serê çiyê, dengê boriyan, gurmîn û şirqîna brûskan kir, tirsiya û dûr sekinî. 19 Wan ji Mûsa re got: “Tu bi me re bipeyive, emê guhdariya te bikin. Bila Xwedê bi me re nepeyive, yan na emê bimirin.” 20 Mûsa ji wan re got: “Netirsin, çimkî Xwedê ji bo we biceribîne hat ku tirsa wî di dilê we de hebe û hûn gunehan nekin.” 21 Wî çaxî gel dûr sekinî lê Mûsa xwe nêzîkî wê dera tarî kir ku Xwedê lê bû. Rê û rêbazên li ser gorîgehan 22 Xudan ji Mûsa re got: “Tê ji gelê Îsraêl re wiha bibêjî: ‘We dît ku ez ji ezmanan bi we re peyivîm. 23 Hûnê li hember min, ji bo xwe ji zêr û zîv îlahan çênekin. 24 “‘Tê ji bo min ji axê gorîgehê çêkî. Tê qurbanên xwe yên aştiyê û şewitandinê, pez û dewarên xwe li wê derê serjê bikî. Li her dera ku ez navê xwe bi bîr tînim, ezê bêm ba te û te pîroz bikim. 25 Lê heke tu ji bo min gorîgeheke kevirîn çêkî, wê ne ji kevirên necirandî be. Çimkî amûrê tê bixebitînî, wê gorîgehê mirdar bike. 26 Tê bi derenceyan hilnekişî gorîgeha min ku tazîbûna te xuya nebe.’” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey