Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Derketin 2 - Kurmanji Încîl


Bûyîna Mûsa

1 Zilamekî ji Mala Lêwî bi keçeke ji eşîra xwe re zewicî.

2 Jinik bi zaro ma û kurek anî. Jinikê dît ku lawik xweşik e. Loma wê ew sê mehan veşart.

3 Çaxê dît êdî nikare wî veşêre, rabû selikeke hesîr anî, bi qîr û qetranê sewax kir, kurik tê de bi cih kir û li ber keviya Nîlê danî nav zilan.

4 Xwişka wî ji dûr ve sekinî, lê nihêrî ka wê çi pê bibe.

5 Keça Firewn, ji bo ku xwe bişo çû ber çêm. Xizmetkarên wê jî li ber çêm digeriyan. Çaxê wê di nav zilan de selik dît, xizmetkara xwe şand ku here bîne.

6 Wê selik vekir û zarok dît. Kurik digiriya. Ew li ber wî ket û got: “Ev, zarokekî Îbraniyan e.”

7 Xwişka kurik ji keça Firewn re got: “Gelo ez herim gazî dadikeke Îbranî ya berdergûş bikim ku were û ji bo te şîr bide vî kurikî?”

8 Keça Firewn got: “Here gazî bike!” Keçik çû gazî diya zarok kir.

9 Keça Firewn ji jinikê re got: “Vî kurikî hilde û ji bo min şîr bidê. Ezê heqê te bidim.” Jinikê kurik hilda û şîr dayê.

10 Gava kurik mezin bû, wê ew ji keça Firewn re anî. Keça Firewn ew kir kurê xwe, navê wî Mûsa danî û got: “Çimkî min ew ji avê derxist.”


Mûsa direve Mîdyanê

11 Paşê Mûsa mezin bû, rojekê ew çû nav gelê xwe û barê wan ê giran dît. Wî dît ku yekî Misrî, li birayekî wî yê Îbranî dixe.

12 Çaxê li dora xwe nihêrî û dît ku kes tuneye, wî yê Misrî kuşt û di nav sêlakê de veşart.

13 Dotira rojê dîsa rabû çû derve. Dît ku du Îbranî li hev dixin. Wî ji yê neheq re got: “Tu çima li birayê xwe dixî?”

14 Zilam jê re got: “Kê tu li ser serê me kirî serek û dadger? Wekî ku te yê Misrî kuşt, tu dixwazî min jî bikujî?” Mûsa tirsiya û di dilê xwe de got: “Êdî ev tişt kifş bûye.”

15 Gava Firewn ev yek bihîst, li Mûsa geriya ku wî bikuje. Lê Mûsa ji ber wî reviya, çû diyarê Mîdyanê û li ser bîrekê rûnişt.

16 Heft keçên kahinekî Mîdyanê hebûn. Hatin avê ku ji bîrê bikişînin. Wan cirn tije kirin ku av bidin pezê bavê xwe.

17 Lê çend şivan hatin û ew ji wir qewitandin. Li ser vê yekê, Mûsa rabû, alîkariya wan kir û av da pezê wan.

18 Gava keçik zivirîn hatin ba Reûêlê bavê xwe, wî ji wan re got: “Keçikno xêr e hûn îro zû hatin?”

19 Keçikan got: “Zilamekî Misrî em ji destê şivanan rizgar kirin, ji bo me av kişand û da pezê me.”

20 Wî ji keçikan re got: “Ka ew li ku ye? We çima ew zilam berda? Herin gazî bikin, bila were nan bixwe.”

21 Mûsa razî bû ku li ba wî zilamî bimîne. Wî jî keça xwe Sîpporayê da Mûsa.

22 Sîpporayê kurek anî. Mûsa navê wî Gêrşom danî û got: “Çimkî ez li welatekî din bûm xerîbek.”

23 Gelek sal derbas bûn. Wext hat ku Padîşahê Misrê mir. Gelê Îsraêl hê jî di bin koletiyê de dinaliya û dikir hewar. Dem hat hewara wan gihîşt Xwedê.

24 Xwedê nalîna wan bihîst, peymana ku bi Îbrahîm, Îshaq û Aqûb re çêkiribû anî bîra xwe.

25 Wî li gelê Îsraêl mêze kir û bala xwe da ser wan.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan