Derketin 19 - Kurmanji ÎncîlLi Çiyayê Sînayê 1 Piştî ji welatê Misrê derket sê meh paşê, gelê Îsraêl gihîşt Beriya Sînayê. 2 Ew ji Refîdîmê derketibûn û hatibûn Beriya Sînayê. Li pêşberî Çiyayê Sînayê kon vedan û bi cih bûn. 3 Mûsa derket ber Xwedê. Xudan ji çiyê deng lê kir û got: “Tê ji Mala Aqûb re, ji gelê Îsraêl re wiha bêjî: 4 ‘We dît ku min bi Misriyan çi kir û çawa we li ser baskê teyrên baz siwar kirin û anîn ba xwe. 5 Li ser vê yekê heke hûn bi baldarî guh bidin dengê min û bi peymana min ve girêdayî bimînin, hûnê di nav hemû gelan de bibin milkê min bi xwe. Çimkî tevahiya dinyayê ya min e. 6 Hûnê ji bo min bibin padîşahiya kahinan û miletekî pîroz. Gotina ku tê ji gelê Îsraêl re bêjî ev e.’” 7 Mûsa çû, gazî hemû rîspiyên gel kir û her tiştê ku Xudan lê emir kiribû danî ber wan. 8 Tevahiya gel bi hev re bersiv da û got: “Her tiştê ku Xudan gotiye emê bikin.” Mûsa bersiva gel gihand Xudan. 9 Paşê Xudan ji Mûsa re got: “Ezê di nav ewrekî tarî de bêm ba te, gava ez bi te re bipeyivim bila gel bibihîze û her û her baweriyê bi te bîne.” Mûsa ya ku gel jê re gotibû gihand Xudan. 10 Xudan ji Mûsa re got: “Tu here ba gel, bila îro û sibê xwe pak bikin. Bila kincên xwe bişon. 11 Bila ew ji bo roja sisêyan amade bin. Çimkî ezê wê rojê li ber çavê hemûyan dakevim Çiyayê Sînayê. 12 Sînorekî li dora çiyê bikişîne û ji gel re bêje: ‘Nabe kes derkeve çiyê û xwe nêzîkî qûntara wî bike. Her kî xwe nêzîkî çiyê bike, divê bê kuştin. 13 Kesê nêzî çiyê bibe, an wê bê kevirkirin, an jî bi tîran bê kuştin. Çi mirov, çi heywan wê nejî.’ Kengê demeke dirêj li boriyê hat xistin, bila gel hilkişe çiyê.” 14 Mûsa ji çiyê berjêr bû, hat nav gel û kir ku gel xwe pak bike. Her kesî kincên xwe şûştin. 15 Mûsa ji gel re got: “Ji bo roja sisêyan xwe amade bikin. Bila di vê navberê de kes neçe nav nivîna jina xwe.” 16 Roja sisêyan serê sibê brûsk lê xist û ewrekî giran ser çiyê girt. Dengê boriyeke hêzdar hat bihîstin. Hemû kesên li artêşgehê lerizîn. 17 Mûsa gel ji artêşgehê deranî ku herin pêşwaziya Xwedê. Ew li qûntara çiyê sekinîn. 18 Ji her dera Çiyayê Sînayê dû bilind dibû, çimkî Xudan di nav êgir de daketibû serê çiyê. Wekî dûyê ji êtûnekê rabe, ji serê çiyê dû bilind dibû û hemû çiya dilerizî. 19 Gava dengê boriyê her ku diçû bilind dibû, Mûsa dipeyivî û Xwedê bi lêxistina brûskê re bersiva wî da. 20 Xudan daket ser serê Çiyayê Sînayê, gazî Mûsa kir ku were serê çiyê. Mûsa rabû hat serê çiyê. 21 Xudan ji Mûsa re got: “Berjêr be, gel hişyar bike. Nebî nebî kesek ji bo min bibîne rabe sînor derbas bike! Yan na wê piraniya wan helak bibin. 22 Kahinên nêzîkî min dibûn jî bila ji min dûr bin. An na ezê wan jî ceza bikim.” 23 Mûsa ji Xudan re got: “Gel nikare hilkişe Çiyayê Sînayê, çimkî te bi xwe em şîret kirin û ji me re got: ‘Sînorekî li dora çiyê bikişîne û wî pîroz bike.’” 24 Xudan ji Mûsa re got: “Rabe berjêr be û Harûn bîne. Lê bila kahin û gel ji bo dîtina min, sînor derbas nekin. An na ezê wan ceza bikim.” 25 Mûsa berjêr bû, gel agahdar kir. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey