Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Derketin 16 - Kurmanji Încîl


Nan û sûsik

1 Tevahiya civaka Îsraêl ji Elîmê koç kir. Piştî ku ji welatê Misrê derketibûn, di roja panzdehê meha diduyan de, gihîştin Beriya Sînê ya ku di navbera Elîm û Sînayê de ye.

2 Tevahiya civaka Îsraêl li beriyê ji Mûsa û Harûn gazin kir.

3 Ji wan re got: “Xwezî Xudan hê gava em li welatê Misrê bûn, em bikuştana! Qet nebe em li ber sîtilên goşt rûdiniştin û me têra xwe dixwar. Lê belê, we em anîn beriyê ku tevahiya civakê ji birçiya bikujin!”

4 Xudan ji Mûsa re got: “Va ye ezê ji ezmanan nan ji bo we bibarînim. Wê gel her roj derkeve û nanê xwe yê rojekê bide hev. Bi vî awayî ezê wan biceribînim, ka li gorî şerîeta min rê ve diçin an na.

5 Di roja şeşan de, wê ji her rojên din du caran zêdetir bicivînin.”

6 Mûsa û Harûn ji tevahiya gelê Îsraêl re got: “Vê êvarê hûnê bizanibin ku Xudan we ji welatê Misrê derxistiye.

7 Hûnê serê sibê rûmeta Xudan bibînin. Çimkî Xudan a ku hûn li dijî wî dibêjin bihîst. Em kî ne ku hûn ji me gazinan dikin?”

8 Piştre Mûsa got: “Gava Xudan êvarê ji bo xwarinê goşt û serê sibê jî heta ku hûn têr bibin nan bide we, wî çaxî hûnê bizanibin. Çimkî ya ku hûn li dijî wî dibêjin Xudan dibihîze. Ma em kî ne? Gazina we ne ji me, ji Xudan e.”

9 Mûsa ji Harûn re got: “Ji tevahiya civaka Îsraêl re bêje: ‘Werin hizûra Xudan, çimkî Xudan gazinên wan bihîstin.’”

10 Gava Harûn ev ji tevahiya civaka Îsraêl re digot, wan li aliyê beriyê nêrî û rûmeta Xudan di nav ewr de xuya bû.

11 Xudan ji Mûsa re got:

12 “Min gazinên gelê Îsraêl bihîstin. Ji wan re bêje: ‘Hûnê ber êvarê goşt bixwin û serê sibê bi nên têr bixwin. Wê gavê hûnê bizanibin ku ez Xwedayê we Xudan im.’”

13 Wisa bû ku ber êvarê sûsik hatin û der û dor nixamtin. Serê sibê xunav ketibû derdora cihê ku dimînin.

14 Gava xunav rabû, li beriyê, li ser rûyê erdê, tiştekî biçûk û gilover ê wekî xûsikê xuya bû.

15 Gelê Îsraêl ev dît û ji hev re got: “Ev çi ye?” Çimkî nizanibûn ew çi ye. Mûsa ji wan re got: “Ev ew nan e ku Xudan ji bo xwarinê da we.

16 Emrê Xudan ev e: ‘Bila herkes li gorî xwarina xwe berhev bike. Ji bo her kesê ku li konê we dimîne omerekî hildin.’”

17 Gelê Îsraêl wisa kir, hinekan pir, hinekan hindik berhev kirin.

18 Gava bi omer pîvan, yê pir berhev kir, zêde nebû, yê hindik berhev kir jî kêm nebû. Her kesî li gorî xwarina xwe berhev kir.

19 Mûsa ji wan re got: “Bila tu kes heta serê sibê jê tiştekî bi xwe re nehêle.”

20 Lê wan guhê xwe neda Mûsa û hinekan heta serê sibê ji wê xwarinê bi xwe re hişt. Wî çaxî kurm li xwarina kesên bi xwe re hiştine xist û bêhn ketê û genî bû. Li ser vê yekê Mûsa li wan hêrs bû.

21 Her sibe li gorî xwarina xwe her kesî jê dida hev. Gava roj germ dibû, ya li erdê mayî diheliya.

22 Lê di roja şeşan de, her yekî du omerî, ango du qat nan da hev û hemû serekên civakê hatin û ji Mûsa re gotin.

23 Mûsa ji wan re got: “Ya ku Xudan emir dike ev e: ‘Sibê roja bêhnvedanê ye. Roja Septê ji bo Xudan pîroz e. Ya ku hûnê bipêjin, bipêjin, ya ku hûnê bikelînin, bikelînin. Ya mayî deynin aliyekî, bila bimîne sibê.’”

24 Çawa ku Mûsa li wan emir kiribû, ya zêde mayî heta serê sibê hilanîn. Bêhn neketê û kurm lê nexist.

25 Mûsa got: “Ya mayî îro bixwin, çimkî îro ji bo Xudan Roja Septê ye. Hûnê li derve nan nebînin.

26 Hûnê şeş rojan nan bidin hev, lê roja heftan Sept e, wê di wê rojê de tune be.”

27 Roja heftan, hin ji bo ku nan bidin hev derketin derve, lê tiştek nedîtin.

28 Xudan ji Mûsa re got: “Hûnê heta kengê guh nedin emrên min û şerîeta min?

29 Binêrin, Xudan Roja Septê da we, loma di roja şeşan de ji bo du rojan nanê we dide we. Bila herkes li cihê xwe bimîne û di roja heftan de kes ji cihê xwe dernekeve.”

30 Bi vî awayî gel di roja heftan de bêhna xwe veda.

31 Mala Îsraêl navê wî nanî man danî. Ew wekî tovê kişnişê spîçolkî bû û tehma wî wekî şilekê bihingiv bû.

32 Mûsa got: “Ya ku Xudan emir kiriye ev e: ‘Jê omerekî veşêrin. Divê hemû nifşên we wî nanî bibînin ku min li beriyê, gava min hûn ji welatê Misrê derxistin, bi we da xwarin.’”

33 Mûsa ji Harûn re got: “Tu cerekî hilde, omerekî Manê bixê û deyne hizûra Xudan ku ji bo hemû nifşên we bê parastin.”

34 Çawa ku Xudan li Mûsa emir kiriye, Harûn ji bo ku Manê veşêre danî ber Lewheyên Şahidiyê.

35 Gelê Îsraêl çil salan, heta gihîştin sînorê welatê Kenana ku lê bi cih bûn, Man xwarin.

36 Omerek dehyeka efayekê ye.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan