Derketin 15 - Kurmanji ÎncîlStrana Mûsa 1 Piştre Mûsa û gelê Îsraêl ev stran ji Xudan re got: Ezê stranan ji Xudan re bêjim, Çimkî ew gelekî berz e. Wî hesp û siwar avêtin deryayê! 2 Xudan hêz û lavija min e, Ew ji bo min bû rizgarî. Ew Xwedayê min e, Ezê jê re spas bikim. Ew Xwedayê bavê min e, Ezê wî berz bikim. 3 Xudan di şer de mêrxas e, Navê wî Xudan e. 4 Wî artêşa Firewn û erebeyên wî yên şer Girt û avêt deryayê, Fermandarên wî yên bijare Di Derya Sor de xeniqîn. 5 Avên kûr ew daqurtandin Wekî kevir ew ketin binî. 6 Destê te yê rastê ya Xudan, Xweyî hêzeke mezin e. Destê te yê rastê ya Xudan, Dijmin diperçiqand. 7 Ew kesên li dijî te serî rakirin Te bi mezinahiya rewnaqiya xwe ew hilweşandin. Te xezeba xwe bi ser wan de şand Û wekî pûş ew şewitandin. 8 Bi hêza hilma te av bû du şeq. Bi ser hev de lod bû wekî dîwar. Di nava deryayê de avên kûr qerisîn. 9 Dijmin got: “Ezê bidim pey wan û wan bigirim. Ezê talên parve bikim, Dilê xwe bi wan rihet bikim. Şûrê xwe derînim Bi destê xwe wan biqewitînim.” 10 Lê te bi hilma xwe pif kir, Deryayê ew daqurtandin. Di avên mezin de, Wekî gule çûn binî. 11 Ma di nav îlahan de, Yekî wekî te heye ya Xudan? Di pîroziyê de rewnaq, Bi heybeta xwe hêjayî pesindanê. Ma kes heye wekî te kerametan dike? 12 Te destê xwe yê rastê dirêj kir, Erdê ew daqurtandin. 13 Ji gelê ku te rizgar kir re, Tu bi kerema xwe bûyî rêber. Te riya dera xwe ya pîroz, Bi hêza xwe nîşanî wan da. 14 Miletan bihîst û lerizîn. Tirs û sawê bi şêniyên Filîstîn girt. 15 Tirsê bi begên Edomê girt, Serekên Moavê lerizîn. Her şêniyê Kenanê ji tirsa heliya. 16 Tirs û sawê bi ser wan de girt, Ew li ber zendê te yê mezin, Wekî kevir bêtevger man, Heta ku gelê te derbas bû, Heta ku ev gelê te derbas bû ya Xudan. 17 Ya Xudan te ew anîn çiyayê mîrasa xwe, Dera ku tu lê dimînî, Pîrozgeha ku te bi destê xwe danî, ya Reb. 18 Xudan wê her û her padîşahiyê bike. 19 Gava hespên Firewn, erebeyên wî yên şer û siwarên wî ketin deryayê, Xudan avên deryayê bi ser wan de anî. Lê gelê Îsraêl di nav deryayê re, li ser erdê ziwa meşiya. 20 Xwişka Harûn, Mîryama Pêxember def da destê xwe û hemû jin bi reqs û bi defan li pey wê çûn. 21 Miryamê ji wan re ev lavij got: “Stranan ji Xudan re bêjin, Çimkî ew gelekî berz e, Wî hesp û siwar avêtin deryayê!” Ava tehl 22 Mûsa gelê Îsraêl bir wêdetirê Derya Sor û ew hatin Beriya Şûrê. Ew li beriyê sê rojan meşiyan, lê av nedîtin. 23 Ew gihîştin Marayê. Lê wan nikaribûn ji ava Marayê vexwin, çimkî tehl bû. Loma navê “Mara” li wê derê danîn. 24 Gel li Mûsa kir gazin û got: “Ka emê çi vexwin?” 25 Mûsa ji Xudan lava kir. Xudan perçê darekê nîşanî wî da. Gava Mûsa ew avêt nav avê, av şîrîn bû. Xudan li wir ji bo wan qanûn û rêbaz danîn û wî ew li wir ceribandin. 26 Mûsa got: “Heke hûn bi baldarî guhê xwe bidin dengê Xwedayê xwe Xudan û ya ku li ber çavê wî rast e bikin, guh bidin emrên wî û miqateyê hemû qanûnên wî bin, ezê wan nexweşiyên ku min dane Misriyan, yekê jî nedim we. Çimkî yê ku şifayê dide we ez im, ez Xudan im.” 27 Piştre ew çûn Elîmê. Li wir duwanzdeh kaniyên avê û heftê darên xurmê hebûn. Wan li wir, li kêleka avê kon veda. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey