Derketin 14 - Kurmanji Încîl1 Xudan ji Mûsa re got: 2 “Ji gelê Îsraêl re wiha bibêje ku bizivirin. Bila li pêş Pî-Hahîrotê, di navbera Mîgdol û deryayê de, li hemberî Baal-Sefonê, li kêleka deryayê kon vedin. 3 Wê Firewn ji bo gelê Îsraêl wiha bibêje: ‘Ew bêarmanc li nav welêt digerin, beriyê dor li wan pêça ye.’ 4 Ezê dilê Firewn hişk bikim. Wê li pey wan bikeve û ezê jî li ber Firewn û tevahiya artêşa wî rûmetdar bibim. Wê Misrî bizanibin ku Xudan ez im.” Îsraêliyan wiha kir. 5 Gava ji Firewn re gotin gel reviyaye, Firewn û karmendên wî fikra xwe guhertin û gotin: “Wey me çi kir? Me Îsraêlî berdan ku herin û me koleyên xwe winda kirin!” 6 Firewn erebeya xwe ya şer amade kir û artêşa xwe hilda. 7 Wî tevî şeş sed erebeyên şer ên bijare, hemû erebeyên şer ên Misrê bi fermandarên wan ve bi xwe re birin. 8 Xudan dilê Firewn hişk kir û wî da pey gelê Îsraêl ku bi serfirazî dimeşiya. 9 Misrî bi hemû hespên Firewn, bi erebeyên şer, bi siwar û bi artêşa xwe li pey wan ketin û li kêleka deryayê, li nêzîkî Pî-Hahîrotê, li hemberî Baal-Sefonê, dema wan kon vedida, gihîştin wan. 10 Gava Firewn nêzîk bû, gelê Îsraêl serê xwe rakir û dît ku Misrî li pey wan tên. Ew gelek tirsiyan û wan ji Xudan re kir hewar. 11 Wan ji Mûsa re got: “Ma li Misrê gor tunebûn ku te em anîn beriyê ku li vir bimirin?! Te dît te em ji Misrê deranîn û çi anî serê me! 12 Li Misrê me ji te re got: ‘Dev ji me berde! Em ji Misriyan re xulamiyê bikin.’ Di şûna ku emê li beriyê bimirin, xulamtiya ji Misriyan re ji me re çêtir e.” 13 Mûsa ji wan re got: “Netirsin, li cihê xwe bisekinin û rizgarkirina ku wê Xudan îro ji we re bîne bibînin. Çimkî Misriyên hûn îro dibînin, hûnê tu caran nebînin. 14 Wê Xudan ji bo we şer bike, xema nexwin.” 15 Xudan ji Mûsa re got: “Tu çima li min dikî hewar? Ji gelê Îsraêl re bêje ku bila bi pêş ve herin. 16 Gopalê xwe rake û destê xwe dirêjî ser deryayê bike, wê bibe du şeq û wê gelê Îsraêl di nav deryayê re, li ser erdê ziwa bimeşe. 17 Ezê dilê Misriyan hişk bikim ku bidin pey wan. Ezê li ber Firewn, tevahiya artêşa wî, erebeyên wî yên şer û siwarên wî rûmetdar bibim. 18 Gava ez li ber Firewn, erebeyên wî yên şer û siwarên wî rûmetdar bûm, wê Misrî bizanibin ku Xudan ez im.” 19 Milyaketê Xwedayê ku li pêşiya artêşa Îsraêliyan rêve diçû cihê xwe guhert û da pey wan. Stûna ewran jî ya ku li pêşiya wan bû, cihê xwe guhert û li pişt wan sekinî. 20 Stûna ewran di navbera artêşa Misrê û gelê Îsraêl de sekinî. Tevahiya şevê ewr aliyekî dikir tarî û aliyê din dikir ronahî. Loma seranserê şevê herdu alî nêzîkî hev nebûn. 21 Mûsa destê xwe dirêjî ser deryayê kir. Xudan tevahiya şevê bi bayê rojhilat yê xurt av dehf da û derya kir erdê ziwa. Av bû du şeq. 22 Gelê Îsraêl li ser erdê ziwa meşiya û hat nîvê deryayê. Av li milê çepê û rastê ji wan re bû dîwar. 23 Misrî li pey wan dihatin. Hemû hespên Firewn, erebeyên wî yên şer û siwarên wî li pey wan ketin nav deryayê. 24 Di nobeta serê sibê de, Xudan ji stûna êgir û ewran li artêşa Misrê nêrî û ew kirin nav tirs û sawê. 25 Wî tekelên erebeyan deranîn ku wan bi zehmetî ew ajotin. Misriyan got: “Em ji ber gelê Îsraêl birevin, çimkî Xudan ji bo wan li dijî me şer dike.” 26 Xudan ji Mûsa re got: “Destê xwe dirêjî ser deryayê bike ku av bi ser Misriyan, erebeyên wan ên şer û siwarên wan ve bizivire.” 27 Mûsa destê xwe bi ser deryayê ve dirêj kir. Ber destê sibê derya zivirî ser rewşa xwe ya berê. Gava Misrî ji ber avê direviyan, Xudan ew di nav deryayê re hiştin. 28 Av bi şûn de zivirî, erebeyên şer, siwar û hemû artêşa Firewn a ku dabû pey wan, di bin deryayê de ma. Yek ji wan jî nefilitî. 29 Lê gelê Îsraêl di nav deryayê re, li ser erdê ziwa meşiyabû. Av li milê çepê û li milê rastê ji wan re bûbû dîwar. 30 Xudan wê rojê Îsraêliyan ji destê Misriyan rizgar kirin. Îsraêliyan, laşên Misriyên mirî li keviya deryayê dîtin. 31 Îsraêliyan karên destê Xudan ên mezin ku li dijî Misriyan kir dîtin. Gelê Îsraêl ji Xudan tirsiya, ji Xudan û xulamê wî Mûsa bawer kir. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey