Derketin 12 - Kurmanji ÎncîlCejna Derbasbûnê 1 Xudan li welatê Misrê ji Mûsa û Harûn re got: 2 “Ev meh wê ji bo we bibe meha yekê. Wê ji we re bibe meha pêşî ya salê. 3 Ji tevahiya civaka Îsraêl re bêjin: ‘Di roja dehê vê mehê de bila herkes ji malbata xwe re pezekî bikire. Divê pezek bibe para her malê. 4 Heke pezek ji malekê re zêde be, divê cîranê herî nêzîk tevli wan bibe. Wê li gorî hejmara kesên ku bixwin bê hesabkirin. 5 Divê pezê we bêqisûr, nêr û yeksalî be. Ji nav berx an jî bizinan were hilbijartin. 6 Hûnê heta roja çardehê mehê wî xweyî bikin. Wê rojê ber êvarê, wê hemû civaka Îsraêl a kombûyî wan serjê bike. 7 Divê ew ji xwîna pêz hildin û li serder û kêlekên deriyê wê malê bixin ku wê tê de bixwin. 8 Divê wê şevê ew goştê biraştî yê li ser êgir bi nanê şikeva û giyayên tehl re bixwin. 9 Ji wî goştî, xav û di nav avê de kelandî nexwin lê bi ser û pê tevî ûr û roviyan, li ser êgir biraştî bixwin. 10 Divê heta serê sibê tiştek jê nemîne. Gava bimîne hûnê serê sibê bişewitînin. 11 Hûnê bi vî awayî wî bixwin: Divê pişta we girêdayî, çaroxa we di lingê we de û gopalê we di destê we de be. Divê hûn wî zû bixwin. Çimkî ev Cejna Xudan a Derbasbûnê ye. 12 “‘Ezê wê şevê di welatê Misrê re derbas bibim. Hem ji mirovan û hem jî, ji heywanan, hemû yên pêşî bikujim û tevahiya îlahên Misrê dadbar bikim. Ez Xudan im. 13 Xwîna li ser xaniyên we, wê ji bo we bibe nîşan. Gava ez xwînê bibînim ezê di ser we re derbas bibim. Gava ez ji bo helakirinê li welatê Misrê bixim, wê tu bela neyê serê we. 14 Wê ev roj ji bo we bibe roja bîranînê. Hûnê wê wekî cejna Xudan pîroz bikin. Hûnê vê rojê di nav nifşên xwe de wekî qanûneke herheyî pîroz bikin. Cejna Nanê Şikeva ( Lêwiyî 23:4-8 ; Hejmartin 28:16-25 ; Dubarekirina Şerîetê 16:1-8 ) 15 “‘Hûnê heft rojan nanê şikeva bixwin. Hûnê roja pêşî hevîrtirş ji mala xwe rakin. Ji roja pêşî heta roja heftan, her kî ji nanê bihevîrtirş hatiye çêkirin bixwe, wê ji gelê Îsraêl bê avêtin. 16 Hûnê di roja pêşî û roja heftan de civîna pîroz bikin. Wê di wan rojan de tu kar neyê kirin. Ji bilî çêkirina xwarinê hûnê tiştekî din nekin. 17 Hûnê Cejna Nanê Şikeva pîroz bikin, çimkî min hûn ref bi ref wê rojê ji welatê Misrê deranî. Hûnê nifş bi nifş vê rojê wekî qanûneke herheyî pîroz bikin. 18 Hûnê ji êvara roja çardehê meha pêşî heta êvara roja bîst û yekê mehê, nanê şikeva bixwin. 19 Divê heft rojan li mala we hevîrtirş tunebe. Çimkî kesê tiştê bi hevîrtirş bixwe; çi welatî, çi jî xerîbên di nav we de wê ji civaka Îsraêl bê avêtin. 20 Tu caran nanê bihevîrtirş nexwin, li her dera hûn lê dijîn nanê şikeva bixwin.’” Cejna Pêşî ya Derbasbûnê 21 Mûsa hemû rîspiyên gelê Îsraêl civandin û ji wan re got: “Rabin ji bo malbatên xwe pez hilbijêrin û wekî qurbana Derbasbûnê serjê bikin. 22 Qevdekî giyayê cehtirê hildin, di nav xwîna tasê de bigerînin, li serder û kêlekên derî bixin. Bila heta serê sibê kes ji mala xwe dernekeve. 23 Xudan ji bo li Misriyan bixe wê derbas be. Gava ew li serder û kêlekên deriyên we xwînê bibîne, wê di ser re derbas bibe û wê nehêle yê helak dike bikeve malên we û li we bixe. 24 “Hûnê vê ji bo xwe û ji bo zarokên xwe wekî qanûneke herheyî pîroz bikin. 25 Gava hûn hatin wî welatê ku wê Xudan bide we, hûnê vê adetê pêk bînin. 26 Çaxê zarokên we ji we bipirsin û bêjin: ‘Wateya vê adetê çi ye?’ 27 wê gavê ji wan re bêjin: ‘Ev qurbana Cejna Xudan a Derbasbûnê ye. Çimkî gava Xudan li Misriyan xist, di ser malên me re derbas bû û em xilas kirin.’” Gelê Îsraêl deverû çû erdê û perizî. 28 Ew çûn û çawa ku Xudan li Mûsa û Harûn emir kiribû, wisa kirin. 29 Nîvê şevê Xudan li hemû nixuriyên li welatê Misrê xistin. Ji nixuriyê Firewn ê li ser têxt bigire heta nixuriyê girtiyê hepsê, wî hemû nixuriyên mirov û heywanan kuştin. 30 Wê şevê Firewn, hemû karmendên wî û hemû gel hişyar bû û li tevahiya Misrê hewar bilind bû. Çimkî malek nema ku mirî tê de nebin. Derketina ji Misrê 31 Wê şevê Firewn gazî Mûsa û Harûn kir û ji wan re got: “Rabin, hûn û gelê Îsraêl ji nav gelê min derkevin. Çawa ku we gotibû rabin û xulamiya Xudan bikin! 32 Çawa ku we gotibû, pez û dewarên xwe jî bi xwe re bibin û herin. Min jî pîroz bikin.” 33 Misriyan, ji bo ku Îsraêlî yekser ji axa wan derkevin zorê li wan kirin. Çimkî digotin: “Emê hemû bimirin.” 34 Bi vî awayî gel hevîrê xwe yê ku hê tirş nebûye hilda, teştên hevîr ên di nav kincan de pêçayî li ser milên xwe hilgirtin. 35 Gelê Îsraêl bi ya Mûsa kiribû û ji Misriyan tiştên zêr û zîv û cilûberg xwestibûn. 36 Xudan kir ku Îsraêlî bikevin çavê Misriyan û tiştên xwestibûn dan wan. Bi vî awayî Îsraêliyan ew talan kirin. 37 Gelê Îsraêl ji xeynî jin û zarokan, bi qasî şeş sed hezar mêrî, ji Ramsêsê ber bi Sûkkotê ve bi peyatî koç kir. 38 Gelek kesên din jî tevli wan çûn. Bi wan re gelek pez û dewar jî hebûn. 39 Wan bi hevîrê ku ji Misrê bi xwe re anîbûn nanê şikeva çêkirin. Hevîrê wan tirş nedibû. Çimkî hevîrtirş tunebû. Ew ji Misrê hatibûn qewitandin û nikaribûn dereng bimînin û ji xwe re xwarin amade bikin. 40 Gelê Îsraêl çar sed û sî sal li Misrê jiyabû. 41 Di dawiya çar sed salan de, gelê Xudan wê rojê ref bi ref ji welatê Misrê derket. 42 Ew şev bû adet ku Xudan gelê Îsraêl ji welatê Misrê deranî. Wê ew şev bibe adeteke wisa ku hemû gelê Îsraêl nifş bi nifş pîroz bike. Şertên Cejna Derbasbûnê 43 Xudan ji Mûsa û Harûn re got: “Rê û rêbazên Cejna Derbasbûnê ev in: Divê tu xerîb jê nexwe. 44 Lê koleyên ku hûn bi pereyê xwe dikirin, piştî ku sinet bûn dikarin jê bixwin. 45 Lê mêvanên xerîb û xebatkarên ku heqdest distînin jê nexwin. 46 Divê li malê bê xwarin. Hûnê goştê wê dernekevin derve û hestiyekî wê neşikênin. 47 Divê tevahiya civaka Îsraêl Cejna Derbasbûnê pîroz bike. 48 Heke xerîb li ba we bixwaze Cejna Xudan a Derbasbûnê pîroz bike, pêşî divê hemû mêrên di mala wî de bên sinetkirin. Wê gavê ew dikare tevli we bibe û cejnê pîroz bike. Piştî wisa kir, wê wekî welatî bê hesibandin. Lê divê tu kesê sinetnebûyî jê nexwe. 49 Ji bo welatî û ji bo xerîbê di nav we de dijîn jî, wê şerîet yek be.” 50 Tevahiya gelê Îsraêl çawa ku Xudan li Mûsa û Harûn emir kiribû, wisa kirin. 51 Wê rojê Xudan gelê Îsraêl ref bi ref ji welatê Misrê deranî. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey