Derketin 11 - Kurmanji ÎncîlBelaya dawî: Mirina zarokên pêşî 1 Xudan ji Mûsa re got: “Ezê belayeke din bînim ser Firewn û Misrê, piştre wê we berde. Wê bi awayê ku biqewitîne jî, we berde. 2 Niha tu ji gelê xwe re bêje: ‘Bila her mêr ji cîranê xwe, her jin ji cîrana xwe tiştên zêr û zîv bixwaze.’” 3 Xudan kir ku gelê Îsraêl bikeve çavê Misriyan. Jixwe Mûsa li welatê Misrê, li ber çavê karmendên Firewn û gelê wî gelekî mezin bû. 4 Mûsa ji Firewn re got: “Xudan wiha dibêje: ‘Ezê nîvê şevê di nava Misrê re derbas bibim. 5 Ji nixuriyê Firewnê ku li ser têxt rûdine bigire heta nixuriyê jina kole ya li ber destêr, heywan jî tê de, wê li welatê Misrê hemû nixurî bimirin. 6 Li seranserê welatê Misrê wê hewareke wisa rabe ku heta niha nehatiye dîtin û wê careke din jî neyê dîtin. 7 Lê wê seyek jî li ba gelê Îsraêl û heywanên wan devê xwe veneke. Bi vî awayî hûn bizanibin Xudan çawa ferq û meyliyekê di navbera gelê Îsraêl û Misriyan de çêkiriye. 8 Wê hemû karmendên te werin, li ber min herin ser çokan û bêjin: Rabin herin, tu û kesên li pey te! Piştî vê yekê, ezê herim.’” Bi vî awayî ew bi hêrsa mezin ji ba Firewn rabû. 9 Xudan ji Mûsa re got: “Ji bo li welatê Misrê kerametên min zêdetir bibin, wê Firewn guhdariya we neke.” 10 Mûsa û Harûn tevahiya van kerametan li ber Firewn kirin, lê Xudan dilê Firewn hişk kir û wî gelê Îsraêl ji welatê xwe berneda. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey