Derketin 10 - Kurmanji ÎncîlBelaya heştemîn: Kulî 1 Xudan ji Mûsa re got: “Here ba Firewn, çimkî min dilên wî û karmendên wî hişk kirin ku ez van nîşanên xwe di nav wan de raber bikim. 2 Tu jî, ji kurên xwe û neviyên xwe re bêje min çawa bi nîşanan Misir rezîl kir ku hûn bizanibin Xudan ez im.” 3 Piştî Mûsa û Harûn çûn ba Firewn, wan jê re got: “Xwedayê Îbraniyan Xudan wiha dibêje: ‘Heta kengê tê xwe li ber min nizim nekî? Gelê min berde ku xulamiya min bike. 4 Heke tu nekî, ezê sibê kuliyan berdim nav welatê te. 5 Wê rûyê erdê binixêmin û erd neyê dîtin. Wê tiştên ji ber zîpikê mane û hemû dar û deviyên we yên zeviyan bixwin. 6 Wê kulî li mala te, mala hemû karmendên te û malên hemû Misriyan tije bibin. Ne bavên te û ne jî bavkalên te, wê heta îro tiştekî wiha li ser rûyê erdê nedîtibin.’” Piştre Mûsa zivirî û ji ba Firewn derket. 7 Karmendên Firewn jê re got: “Ma wê heta kengê ev zilamê hanê ji bo me bibe dafik? Wan berde! Bila herin û xulamiya Xwedayê xwe Xudan bikin. Misir helak bû, ma tu hê fêm nakî?” 8 Bi vî awayî wan Mûsa û Harûn careke din anîn ba Firewn. Wî ji wan re got: “Herin xulamiya Xwedayê xwe Xudan bikin, lê wê kî û kê herin?” 9 Mûsa got: “Emê bi kal û xortên xwe, bi kur û keçên xwe, bi pez û dewarên xwe re herin. Çimkî emê cejna Xudan pîroz bikin.” 10 Firewn got: “Heke ez bihêlim hûn û zarokên xwe herin, bila Xudan alîkarê we be! Jixwe niyeta we xerab e! 11 Wiha nabe. Niha tenê mêr herin û xulamiya Xudan bikin. Ji xwe daxwaza we ev e.” Piştre Mûsa û Harûn ji ba Firewn hatin qewitandin. 12 Xudan ji Mûsa re got: “Tu destê xwe bi ser welatê Misrê ve dirêj bike ku kulî li welatê Misrê bibarin, hemû giyayê welat û ya ku ji ber zîpikê maye bixwin.” 13 Mûsa gopalê xwe bi ser welatê Misrê ve dirêj kir. Tevahiya wê rojê û wê şevê Xudan li welêt bayê rojhilat rakir. Gava bû sibe, bayê rojhilat kulî anîn. 14 Li seranserê welatê Misrê kulî bariyan û her derê tije kirin. Kulî ewqas pir bûn ku tiştek wiha berê tu caran çênebûbû û piştre jî wê çênebûya. 15 Wan tevahiya welêt nixamt ku welat reş û tarî bû. Wan giyayê seranserê welêt û fêkiyê hemû darên ku ji ber zîpikê mabûn xwarin. Li seranserê welatê Misrê, ne dar, ne giyayên çolê, tu şînahî nema. 16 Firewn bi lez gazî Mûsa û Harûn kir û got: “Min li dijî we û Xwedayê we Xudan guneh kir. 17 Ez lava dikim vê carê gunehê min bibexişînin û ji bo ku vê mirinê ji ser min rake, ji Xwedayê xwe Xudan re dua bikin.” 18 Mûsa ji ba Firewn rabû û ji Xudan lava kir. 19 Xudan ba zivirand bayekî rojava yê gelekî hêzdar. Wî kulî ajotin Derya Sor. Li seranserê welatê Misrê, kuliyek jî nema. 20 Lê Xudan dilê Firewn hişk kir, loma jî wî gelê Îsraêl berneda. Belaya nehemîn: Tarîtî 21 Xudan ji Mûsa re got: “Tu destê xwe ber bi ezmanan ve dirêj bike ku li welatê Misrê şevereşek çêbe ku herkes pê bihese.” 22 Mûsa destê xwe ber bi ezmanan ve dirêj kir. Li seranserê welatê Misrê, ji bo sê rojan taristanek çêbû. 23 Kes kesî nedît û kes sê rojan ji cihê xwe ranebû. Tenê cihê ku gelê Îsraêl lê dima, ronahî bû. 24 Firewn gazî Mûsa kir û got: “Herin xulamiya Xudan bikin. Bila zarokên we jî bi we re bên lê bila pez û dewarên we bimînin.” 25 Lê Mûsa got: “Wî çaxî tê qurbanên şewitandinê û qurbanên din bidî me ku em wan ji Xwedayê xwe Xudan re serjê bikin. 26 Ev jî nabe! Divê keriyên me bi me re bin û simekî jî li vir nemîne. Ji bo em xulamiya Xwedayê xwe Xudan bikin, divê em ji nav wan hinekan hilbijêrin û heta em negihîjin wir, emê nizanibin kîjanî pêşkêşî Xwedê bikin.” 27 Lê Xudan dilê Firewn hişk kir û wî nexwest wan berde. 28 Firewn ji Mûsa re got: “Here ji hafa min! Qet dernekeve pêşiya min. Roja tu rûyê min bibînî, tê bimirî.” 29 Mûsa got: “Bila wekî te be! Ezê careke din te nebînim.” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey