Derketin 1 - Kurmanji ÎncîlLi Misrê koletiya gelê Îsraêl 1 Navên kurên Îsraêl ên ku bi malbatên xwe re bi Aqûb re çûbûn Misrê ev in: 2 Rûbên, Şimûn, Lêwî, Cihûda, 3 Îssexar, Zevûlon, Binyamîn, 4 Dan, Neftelî, Gad û Aşêr. 5 Kesên ku ji ziriyeta Aqûb dihatin li ser hev heftê kes bûn. Ûsiv ji xwe li Misrê bû. 6 Bi demê re Ûsiv, hemû birayên wî û tevahiya wî nifşî mirin. 7 Lê gelê Îsraêl berdar û belav bû. Ew li hev zêde bûn û her ku çû xurt bûn. Welat bi wan tije bû. 8 Paşê li Misrê padîşahekî nû rabû ku haya wî ji Ûsiv tunebû. 9 Wî ji gelê xwe re got: “Va ye gelê Îsraêl ji me mezintir û hêzdartir e. 10 Werin em li dijî wan biaqil bin, an na wê zêdetir bibin. Heke şerek derkeve, wê bi dijminên me re bibin yek, li dijî me şer bikin û ji vî welatî derkevin herin.” 11 Îcar Misriyan serkar danîn ser wan ku bi suxreya giran eziyetê li wan bikin. Wan ji bo Firewn, Pîtom û Ramsêsê ava kirin ku bajarên embarî bûn. 12 Lê çiqas eziyet li wan hat kirin, ew bêtir zêde û belav bûn. Ji ber vê yekê Misrî ji gelê Îsraêl ditirsiyan. 13 Misrî bi darê zorê gelê Îsraêl dan xebatê. 14 Wan bi karên giran ên xerc û kelpîçan û hemû karên cotkarî, jiyan li wan kirin jehr. Di hemû karên xwe de bi darê zorê ew dan xebatê. 15 Padîşahê Misrê ji pîrikên Îbranî yên bi navên Şîfra û Pûayê re wiha got: 16 “Gava hûn ji jinên Îbranî re pîriktiyê bikin û jina li ser textê zarokanînê bibînin wisa bikin: Heke kur be bikujin, lê keç be dest nedinê.” 17 Lê pîrik ji Xwedê ditirsiyan, wan li gorî emrê Padîşahê Misrê nekir. Zarokên kur sax hiştin. 18 Padîşahê Misrê gazî pîrikan kir û ji wan re got: “We çima wisa kir? Çima zarokên kur sax hiştin?” 19 Pîrikan ji Firewn re got: “Jinên Îbraniyan ne wekî jinên Misriyan in. Ew gelekî xurt in û hê beriya pîrik bên, zarokan tînin.” 20 Xwedê qencî bi pîrikan kir. Her ku çû gel zêde û xurt bû. 21 Ji ber ku pîrik ji Xwedê ditirsiyan, Xwedê ew kirin xweyî mal û malbat. 22 Li ser vê yekê Firewn ferman da tevahiya gelê xwe û got: “Her zarokê kur ê Îsraêlî gava çêbû bavêjin Çemê Nîlê lê keçikan sax bihêlin.” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey