Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Daniyêl 9 - Kurmanji Încîl


Duaya Daniyêlê Pêxember

1 Kurê Ahaşwêroşê Medî Daryûs di yeksaliya padîşahiya xwe de li ser welatê Babîlê hatibû kifşkirin.

2 Di yeksaliya padîşahiya wî de ez Daniyêl min ji Nivîsên Pîroz fêm kir ku li gorî gotina Xudan ku ji Yêremyayê Pêxember re hatibû, wê wêranbûna Orşelîmê heftê salan berdewam bike.

3 Loma min berê xwe ber bi aliyê Reb Xwedê ve kir, bi dua, bi rojî û lavakirinê, min çûx li xwe kir û ez di nav xweliyê de rûniştim.

4 Min ji Xwedayê xwe Xudan re dua kir, ez li xwe mikur hatim û min got: “Ya Reb, Xwedayê mezin û bi heybetê ku bi hezkirên xwe, bi kesên ku emrê wî dikin re peymana çêdike û girêdayî dimîne!

5 Em ji emrên te, rê û rêbazên te qetiyan, me guneh kir, me sûc kir, me xerabî kir û me serî hilda.

6 Me guh neda pêxemberên ku li ser navê te bi padîşahên me, serekên me, bav û kalên me û bi tevahiya gelê welêt re peyivîn.

7 “Tu dadperwer î, ya Reb! Ji ber ku em ne dilsoz bûn te em avêtin welatên dûr û nêzîk. Em ew Cihûyên ku li wan deran dijîn, şêniyên Orşelîmê, hemû Îsraêlî îro em di nav şermê de ne.

8 Ya Xudan, me li dijî te guneh kir. Loma jî em, padîşahên me, serekên me, bav û kalên me şermezar in.

9 Tevî ku em li dijî te rabûn, tu, Xwedayê me Reb, dilrehm û bexişkar î.

10 Me guhdariya dengê Xwedayê xwe Xudan nekir. Me Şerîeta ku bi riya xulamên xwe yên pêxember da ber me, pêk neanî.

11 Tevahiya gelê Îsraêl Şerîeta te binpê kir, pişta xwe da te û guhdariya dengê te nekir. “Loma jî nifira hatiye kirin û sonda hatiye xwarin pêk hat, ya ku di Şerîeta Mûsayê xulamê Xwedê de hatiye nivîsandin bi ser me de hat. Çimkî me li ber te guneh kir.

12 Te xerabiya mezin bi ser me de anî, gotinên ku te ji bo me û ji bo serekên me got, pêk hatin. Tişta ku hat serê Orşelîmê, li ser tevahiya rûyê erdê nehatiye serê tu bajarî.

13 Bi awayê ku di Şerîeta Mûsa de nivîsandiye, ev hemû xerabî hatin serê me. Lê dîsa jî em ji xerabiyên xwe nezivirîn. Ya Xudan, me kerema te nexwest û me guh neda rastiya te.

14 Îcar Xudan dev ji xerabiya ku bi ser me de anî berneda. Çimkî her tiştê ku Xwedayê me Xudan dike rast e. Lê me guhdariya dengê wî nekir.

15 “Xwedayê me Reb, te bi destê xwe yê hêzdar gel ji welatê Misrê deranî û heta îro nav û dengê xwe bilind kir. Lê me guneh kir, xerabî kir.

16 Ya Reb, ez ji bo hemû karên te yên dadperwer ji te lava dikim. Xezeba xwe ji ser bajarê xwe Orşelîmê, ji ser Çiyayê xwe yê pîroz rakî. Çimkî ji ber gunehên me û neheqiyên bav û kalên me, Orşelîm û gelê te, li pêş hemûyên ku li der û dora me ne şermezar bûn.

17 “Xwedayê min, tu dua û lavakirina xulamê xwe bibihîze. Ya Reb, ji bo xatirê navê xwe, berê xwe bide Pîrozgeha wêran.

18 Ya Xwedayê min, guh bide û bibihîze, çavên xwe veke û bajarê xwe yê wêran bibîne. Em ne ji ber rastbûna xwe, lê ji ber dilovaniya te ya mezin lavayî te dikin.

19 Ya Reb bibihîze! Ya Xudan bibexişîne. Ya Reb, baş guhdar be û bike. Ya Xwedayê min, ji bo xatirê navê xwe bi derengî nexe. Çimkî bajar jî, gel jî yê te ye.”


Cebraîlê Milyaket eşkere dike

20 Gava ez dipeyivîm û min dua dikir, li gunehên xwe û gunehên gelê xwe Îsraêl mikur dihatim, ji bo Çiyayê Pîroz ê Xwedayê xwe li pêş Xwedayê xwe Xudan min lava dikir.

21 Gava min dua dikir, kesê ku min berê di dîtiniya xwe de dîtibû, Cebraîl, di dema pêşkêşiya ber êvarê de bi lez firiya û hat ba min.

22 Ew bi min re peyivî û got: “Daniyêlo, ji bo ku ez şehrezayî û fêmdariyê bidim te hatim.

23 Te çawa ku ji Xwedê re lava kir, duaya te hat bihîstin û ez hatim ji te re bêjim. Çimkî tu gelekî hatî hezkirin. Loma ji peyam û dîtiniyê fêm bike.

24 “Ji bo ku neheqî bê rakirin, dawî li guneh bê, sûc bên bexişandin, rastiya herheyî bê avakirin, dîtinî û pêxemberî bê morkirin û yê ku Herî Pîroz bi rûnkirinê bê kifşkirin, ji bo gelê te û bajarê te yê pîroz, heftê car heft dem hatiye diyarkirin.

25 “Îcar bizanibe û fêm bike. Ji dema emrê jinûveavakirina Orşelîmê derketiye, heta ku serwerê kifşkirî bê, wê heft car heft dem derbas bibin. Wê di nav şêst û du heft deman de, Orşelîm ji nû ve bi kuçe û xendekên xwe ve bê avakirin. Lê wê ev di dema tengasiyê de çêbe.

26 Di dawiya şêst û du heft deman de, kesê kifşkirî wê bê kuştin û wê piştgirên wî tunebin. Gelê serekê nûhatî, wê bajêr û Pîrozgehê wêran bike. Wê dawiyeke wekî tofanê pêk were û wê şer jî heta dawiyê bidome. Biryara wêrankirinê jî hatiye dayîn.

27 Wê bi gelek kesan re, ji bo heft deman peymaneke saxlem çêke. Lê piştî ku nîvê heft demê derbas bû, wê qurban û pêşkêşiyê rake. Heta biryara wêrankirinê, wê serekê wêranker tiştên kirêt deyne ser beşê jorîn ê Perestgehê.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan