Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Daniyêl 8 - Kurmanji Încîl


Dîtiniya li ser beran û nêrî

1 Di sê saliya padîşahiya Bêlşassarê padîşah de ez Daniyêl, piştî dîtiniya berê, min dîtiniyeke din dît.

2 Min di dîtiniyê de, xwe li Keleha Sûsa ya li Herêma Elamê, li kêleka Çemê Ûlayê dît.

3 Min serê xwe rakir û dît ku beranek li kêleka çêm sekiniye. Du qiloçên wî yên dirêj hene. Ji herdu qiloçan, yê ku paşê çêbûbû ji yê berê dirêjtir bû.

4 Min dît ku beran bi qiloçê xwe li aliyê rojava, li aliyê bakur û li aliyê başûr dixe. Tu heywanî pê nikaribû û kes ji destê wî rizgar nedibû. Her ku diçû beran hêzdartir dibû.

5 Gava ez li ser vê yekê difikirîm jinişkave, ji aliyê rojava nêriyek hat. Qiloçekî berbiçav di nav herdu çavên wî de hebû û lingê wî li tevahiya dinyayê nediketin. Ber bi rûyê erdê ve gelekî dilezand çawa ku lingên wî li erdê nediketin.

6 Bi hêz û hêrsa xwe, ber bi beranê du qiloç ve çû ku li ber çêm disekinî.

7 Min dît ku ew nêzîkî berên bû, li dijî wî hêç bû, li berên xist û herdu qiloçên wî şikandin. Wî beran li erdê xist, perçiqand. Tu hêza berên tunebû ku li ber xwe bide. Êdî tu kesê ku beran ji destê wî rizgar bike nemabû.

8 Nêrî gelekî xurt bû, lê di vê dema xurtbûnê de qiloçê wî şikest. Îcar di şûna wî qiloçî de, li çar aliyên dinyayê, çar qiloçên berbiçav derketin.

9 Îcar ji qiloçekî ji wan, qiloçekî biçûk derket. Ber bi başûr, rojhilat û Welatê Xweş ve dihat û her ku diçû mezin dibû.

10 Ewqas mezin bû ku gihîşt artêşa ezmanan. Wî ji vê artêşê hinek û hin stêr anîn xwarê û ew perçiqandin.

11 Wî xwe bi qasî Pêşengê Artêşa Ezmanan mezin kir. Pêşkêşiya rojane ya ji bo Xwedê hat rakirin. Pîrozgeh jî hat hilweşandin.

12 Ji ber serhildanê li dijî pêşkêşiya rojane derketin. Rastî ket bin lingan. Qiloçê biçûk her çi xwest kir û gihîşt armanca xwe.

13 Piştre min dengê pîrozekî bihîst. Dema ku ew dipeyivî pîrozekî din got: “Ev dîtiniya li ser pêşkêşiya rojane, serhildana xerakirinê û binpêkirina dera pîroz û artêşan, wê heta kengê bidome?”

14 Dengê pîroz ji min re got: “Ev rewş wê 2 300 şev û rojan bidome, paşê wê Pîrozgeh ji nû ve bê sererastkirin.”


Şiroveya dîtiniyê

15 Ez Daniyêl, çaxê min ev dîtinî dît, min xwest fêm bikim. Min dît ku yekî di şiklê mirovan de li pêş min sekiniye.

16 Min ji nav Çemê Ûlayê dengê zilamekî bihîst. Wî gazî dikir û digot: “Ya Cebraîl, dîtiniyê jê re bêje.”

17 Cebraîl nêzîkî min bû. Ez ji tirsan ketim erdê. Wî ji min re got: “Ya kurê mirovan, bizanibe ku ev dîtinî ji bo dema dawiyê ye.”

18 Gava ew bi min re dipeyivî, ez deverû çûbûm erdê û ne li ser hişê xwe bûm. Wî destê xwe dirêjî min kir û ez rakirim ser piyan.

19 Wî got: “Piştî ku xezeba Xwedê danî, tiştê ku bibe ezê ji te re bêjim. Çimkî dîtinî li ser dema dawiyê yê ku hatiye kifşkirin bi xwe ye.

20 Ew beranê du qiloç ê ku te dît, padîşahên Med û Parsan e.

21 Ew nêrî Padîşahê Yewnanan e. Qiloçê mezin ê di nav herdu çavên wî de, padîşahê pêşî ye.

22 Çar Qiloçên ku di şûna qiloçê şikestî de dertên, çar padîşahên milet in ku wê rabin. Lê wê bi qasî padîşahê pêşî hêzdar nebin.

23 “Beriya ku dawiya van padîşahiyan bê, wê xerabî pir zêde bibin û wê padîşahekî wisa derkeve ku di xapandinê de hoste be.

24 Wê gelek hêzdar be, lê wê ev hêz ne jê be. Wê bi awayekî nedîtî wêran bike û wê bigihîje armanca xwe. Tişta ku bixwaze wê bike. Wê kesên hêzdar û Gelê Pîroz tune bike.

25 Wê bi fen û fûtan bi ser bikeve. Wê gelek kesên di ewlehiyê de, tune bike. Wê li dijî Serekê Serekan rabe. Lê wê jinişkave bişikê.

26 “Ev dîtinî rast e ku êvarê û serê sibê ji te re hat gotin. Lê tu eşkere neke. Çimkî li ser rojên dûr in.”

27 Ez Daniyêl ji halê xwe ketim û bi rojan nexweş mam. Paşê ez baş bûm û min karên padîşah berdewam kirin. Ji ber vê dîtiniyê ez şaş û metel mabûm. Lê min fêm nedikir.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan