Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Daniyêl 7 - Kurmanji Încîl


Xewna Daniyêlê Pêxember a li ser çar cinawiran

1 Di yeksaliya padîşahiya Bêlşassarê Padîşahê Babîlê de, gava di nav nivînên xwe de ye, Daniyêl xewnek dît. Piştre xewna xwe nivîsî.

2 Daniyêl got: “Min bi şev di xewna xwe de dît ku ji çar aliyên ezmanan ve ba li deryaya mezin dixe.

3 Îcar ji deryayê çar cinawirên mezin derketin ku yek ne mîna yê din bû.

4 “Cinawirê pêşî wekî şêr bû û mîna eyloyan bi bask bû. Min dêhna xwe dayê ku baskên wî hatin jêkirin, ji erdê rakirin û wekî mirovan li ser piyan sekinî û hişê mirovan jê re hat dayîn.

5 “Cinawirê din wekî hirçê bû. Li ser kêlekekê xwe sekinîbû. Di nav diranên wî de sê parsû hebûn. Jê re got: ‘Rabe, heta ku tu dikarî goşt bixwe.’

6 “Piştre min cinawirê din dît ku wekî pilingekî bû. Li ser pişta wî çar baskên teyran hebûn. Çar seriyên wî hebûn û serwerî dabûn wî.

7 “Wê şevê min cinawirê çaran dît ku bi saw, tirsdar û gelek hêzdar bû. Diranên wî yên mezin ên ji hesin hebûn. Dixwar û perçe dikir. Yên li paş diman di bin lingê xwe de diperçiqand. Ne wekî cinawirên din bû. Deh qiloçên wî hebûn.

8 “Min dît ku va ye qiloçekî din jî, ji nav wan qiloçan kok da. Ji qiloçên pêşî sê heb ketin. Çavên vî qiloçî hebûn ku wekî çavên mirovan bûn. Devê wî hebû ku bi quretî dipeyivî.

9 “Dêhna min hê lê bû, Text hatin danîn. Yê Herheyî li cihê xwe rûnişt. Cilên wî wekî berfê spî, Porê serê wî jî wekî hiriya spî bû. Textê wî pêt bi pêt bû, Toqên binê wî wek sotikên êgir bûn.

10 Li pêş wî çemekî ji êgir diherikî. Bi hezaran hezar, Jê re xizmet dikirin. Bi deh hezaran deh hezar, Li pêş wî disekinîn. Dadgeh danîn, Kitêb vebûn.

11 “Gava min gotinên qure yên qiloç bihîstin, min dît ku cinawir li ber çavê min hat kuştin. Bedena wî avêtin agirê sincirî û ew tune bû.

12 Herçî cinawirên din bûn, serwerî ji wan hatibû standin, lê emrê wan ji bo demeke diyarkirî hatibû dirêjkirin.

13 “Îcar min di xewna wê şevê de dît, yekî ku dişibiya kurê mirov bi ewrên ezmanan re tê. Ew hat heta ber Yê Herheyî û ew anîn ba wî.

14 Serwerî, berzî û padîşahî hat dayîn wî ku hemû gel, milet û ziman jê re xulamî bike. Serweriya wî serweriyeke herheyî ye û padîşahiya wî wê tu caran hilneweşe.”


Şiroveya xewnê

15 “Daniyêlo, ruhê min bi xemgîniyê lerizî û dîtiniyên ku min dîtine ez tirsandim.

16 Ez nêzîkî yekî bûm û min xwest wateya rastîn a tevahiya van tiştan ji min re bêje. “Wî jî, ji min re şirove kir û got:

17 ‘Ev her çar cinawir, çar padîşah in ku wê li rûyê erdê xuya bibin.

18 Lê wê pîrozên Xwedayê Herî Berz padîşahiyê bistînin û her û her di destê xwe de bigirin. Erê, her û her.’

19 “Piştre min xwest ku ez li ser cinawirê çaran bizanibim ku ew ne wekî hemûyan e, gelek tirsdar e, diranên wî ji hesin in, neynûkên wî ji tûnc in, dixwe û perçe dike û yê mayî di bin lingê xwe de diperçiqîne.

20 Paşê min xwest ez li ser deh qiloçên serê wî û qiloçê din ê ku piştre derket bizanibim. Sê qiloç ji ber vî qiloçî ketibûn û dîtina wî ji yên din mezintir bû. Çavên wî hebûn û devê wî tiştên qure digotin.

21 Min dît ku ew qiloç li dijî pîrozan şer dike û zora wan dibe.

22 Heta ku Yê Herheyî û Herî Berz hat û biryara xwe ji bo pîrozan da, vê yekê berdewam kir. Êdî ew dem bû ku kesên pîroz padîşahiyê bistînin.

23 “Wî ji min re got: ‘Cinawirê çaran, padîşahiya çaran e. Wê li ser rûyê erdê xuya bibe. Wê ne wekî padîşahiyên din be. Wê tevahiya dinyayê daqurtîne, bicû û perçe bike.

24 Herçî deh qiloç in, tên wateya deh padîşahên ku wê ji vê padîşahiyê derkevin. Piştî wan wê padîşahekî din derkeve û wê ne wekî yên din be û wê sê padîşahan ji ser textên wan bîne xwarê.

25 Wê li dijî Yê Herî Berz gotinên xerab bike û zextê li pîrozên wî bike. Wê bixwaze demên diyarkirî û Şerîetê biguherîne. Wê pîrozan ji bo sê sal û nîvan teslîmî destê wî bikin.

26 “‘Paşê wê dadgeh bê danîn, wê serweriyê jê bistînin û wê bi tevahî bê tunekirin.

27 Wê padîşahî û serwerî, padîşahiyên bin ezmanan ên mezin bidin pîrozê gelê Yê Berz û padîşahiya wî her û her be. Wê hemû serwer jê re xulamiyê bikin û serî li ber wî deynin.’

28 “Dawiya kar heta vê derê ye. Herçî ez Daniyêl im, fikrên min ez gelekî tirsandim û rûyê min çilmisî. Lê min ev tişt di dilê xwe de veşart.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan