Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Daniyêl 6 - Kurmanji Încîl


Daniyêlê Pêxember di çala şêran de

1 Daryûs baş dît ku sed û bîst setraban li seranserê padîşahiyê bike peywirdar.

2 Wî sê wezîr danîn ser van setraban ku yek ji wan Daniyêl bû. Wê setraban hesab bida wezîran ku padîşah zirarê nebîne.

3 Daniyêl di ser hemû wezîr û setraban re bû. Ji ber ku ruhekî berz pê re bû, padîşah difikirî wî deyne ser tevahiya padîşahiyê.

4 Li ser vê yekê wezîr û setrab, ji bo di karên welêt de giliyê wî bikin, li fersendê geriyan. Lê wan ne fersenda gilîkirinê û ne jî sûcekî wî dîtin. Çimkî ew dilsoz bû, ne şaşîtiya wî û ne jî sûcê wî hebû.

5 Lê dîsa jî wan got: “Heke em Daniyêl di pirsa Şerîeta Xwedayê wî de sûcdar nekin, emê fersenda gilîkirina wî nebînin.”

6 Îcar wezîr û setrab li ser serê padîşah civiyan û jê re wiha gotin: “Ya Daryûsê Padîşah, tu her hebî!

7 Em wezîr, qeymeqam, setrab, şêwirmend û walî, ji bo ku padîşah qanûnekê derxe, me hemûyan li hev kir. Ya padîşah, kî di nav sî rojan de, ji te pê ve ji mirovekî yan ji îlahekî re dua bike, bila wî bavêjin çala şêran.

8 Ya padîşah, niha qanûnê deyne û mor bike. Li gorî qanûnên Med û Parsan ku qet nayên guhertin.”

9 Li ser vê yekê Daryûs, nivîsa qedexekirinê mor kir.

10 Gava Daniyêl hîn bû ku ferman hatiye morkirin, ew çû malê û tevî ku pencereyên odeya wê ya jorîn ber bi aliyê Orşelîmê ve vekirî bûn, wî çawa ku wî her roj dikir, kir. Wî sê caran çok dida, dua dikir û pesnê Xwedayê xwe dida.

11 Wê gavê ev zilam li hev kom bûn, dîtin ku Daniyêl ji Xwedayê xwe re dua û lava dike.

12 Li ser vê yekê ew çûn ba padîşah û li ser fermana wî wiha gotin: “Ya padîşah, ma te qanûnek mor nekir û negot di nav sî rojan de ji te pê ve, kî ji mirovekî yan ji îlahekî re dua bike, wê wî bavêjin çala şêran?” Padîşah got: “Li gorî qanûnên Med û Parsan ku nayên guhertin ev gotin rast e.”

13 Wan bersiv da û li pêş padîşah got: “Daniyêlê ji sirgûnên Cihûdayê ne te, ne jî fermana ku te mor kiriye hesab dike. Ew rojê sê caran duaya wî dike.”

14 Gava padîşah ev gotin bihîstin, pir xemgîn bû. Wî biryar da ku Daniyêl rizgar bike. Ji bo rizgariya wî, heta roj çû ava xebitî.

15 Li ser vê yekê ew careke din li ba padîşah kom bûn û jê re gotin: “Ya padîşah, bizanibe ku ev qanûna Med û Parsan e: Tu qanûn û fermana ji aliyê padîşah ve hatiye danîn naguhere.”

16 Wê gavê padîşah ferman da û Daniyêl anîn. Daniyêl avêtin çala şêran. Padîşah ji Daniyêl re got: “Bila Xwedayê ku tu herdem jê re xizmetê dikî, te rizgar bike.”

17 Wan kevirek anîn û danîn ser devê çalê. Padîşah bi gustîla xwe ya morê û bi gustîlên morê yên giregirên xwe kevir mor kir ku tiştek ji bo Daniyêl neyê guhertin.

18 Piştre padîşah çû qesrê, xwarin nexwar, şahî nexwest û xew lê herimî.

19 Padîşah serê sibê pir zû rabû û bi lez û bez çû çala şêran.

20 Gava nêzîkî çalê bû ku Daniyêl jî tê de bû, bi dengekî bi keser gazî kir û got: “Daniyêlo! Xulamê Xwedayê Jîndar! Xwedayê te yê ku tu herdem jê re dua dikî, gelo karibû te ji şêran rizgar bike?”

21 Daniyêl ji padîşah re got: “Ya padîşah, her û her bijî!

22 Xwedayê min milyaketê xwe şand û devê şêran girt. Wan dest neda min, çimkî li pêş wî tu sûcê min nehat dîtin. Ezbenî, min li ber te jî tu xerabî nekiriye.”

23 Padîşah gelek şa bû û emir kir ku Daniyêl ji çala şêran derînin. Daniyêl ji çalê derxistin, tu birînek di canê wî de tunebû. Çimkî wî xwe spartibû Xwedayê xwe.

24 Padîşah emir kir, wan zilamên ku giliyê Daniyêl kiribûn anîn. Wî ew bi jin û zarokên wan ve avêt çala şêran. Hê negihîştibûn binê çalê, şêran ew li hewayê girtin û hemû hestiyên wan şikandin.

25 Daryûsê Padîşah ji hemû gel, milet û zimanên dinyayê re wiha nivîsî: “Bila silametiya we zêde bibe!

26 Fermana min e, bila hemû mirovên di padîşahiya min de dijîn ji Xwedayê Daniyêl bitirsin û bilerizin. “Xwedayê Jîndar ew e, Wê her û her hebe. Wê padîşahiya wî hilneweşe, Serweriya wî her û her e.

27 Ew rizgar û azad dike, Li erdê û li ezmanan, Nîşan û karên nedîtî dike. Yê ku Daniyêl ji penca şêran rizgar kir ew e.”

28 Di padîşahiya Daryûs û padîşahiya Koreşê Parsê de karên Daniyêl baş çûn.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan