Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Daniyêl 5 - Kurmanji Încîl


Nivîsa li ser dîwêr

1 Bêlşassarê Padîşah ji hezar zilamên xwe yên giregir re ziyafeteke mezin da û bi wan re şerab vexwar.

2 Gava Bêlşassar bi kêf vedixwar, wî emir da ku firaxên zîvîn û zêrîn bînin ku Nebûxadnessarê bavkalê wî ji Perestgeha Orşelîmê anîbûn.

3 Wan firaxên zêrîn ên ji Perestgehê, ji Mala Xwedê ya li Orşelîm derxistine anîn. Paşê padîşah û zilamên wî yên mezin, jin û cariyeyên wan bi van firaxan vexwar.

4 Wan şerab vexwar û pesnê îlahên zêrîn, zîvîn, tûncîn, darîn, kevirîn û hesinî dan.

5 Jinişkave, tiliyên destê mirovekî xuya bûn. Wî li ser dîwarê qesrê nivîsî ku li pêşberî şamdankê bû. Padîşah li destê ku dinivîsî dinihêrî.

6 Wê gavê rûyê padîşah çilmisî, fikrên wî ew tirsand, movika pişta wî sist bû û çokên wî lerizîn.

7 Wî bi dengekî bilind gazî kir ku ew falbaz, stêrnas û şehrezayên Babîlê bînin. Wî ji şehrezayên Babîlê re got: “Kî ji we vê nivîsê bixwîne û şirove bike, wê kincên binevşî lê bê kirin, gerdeniyeke zêrîn bikeve stû. Wê ew bibe serwerê welêt ê sisêyan.”

8 Hemû şehrezayên padîşah ketin hundir lê wan nikaribû nivîsê bixwînin û şirove bikin.

9 Li ser vê yekê tirsa Bêlşassarê Padîşah zêdetir bû û rûyê wî bêtir çilmisî. Şehrezayên wî şaş û metel man.

10 Şahbanûya ku dengê padîşah û zilamên mezin bihîst hat cihê ziyafetê û got: “Ya padîşah, tu her û her bijî! Bila ya ku di hişê te re derbas dibe te netirsîne û rûyê te neçilmise.

11 Li welatê te zilamek heye ku ruhê îlahên pîroz pê re ye. Di dema kalikê te Nebûxadnessar de bi feraset, pêşbînî û şehrezabûna xwe ya îlahî dihat naskirin. Kalikê te Nebûxadnessarê Padîşah ew wek serekê sêrbaz, falbaz û stêrnasan tayîn kiribû.

12 Pê re ruhekî berz, zanabûn, feraset, ruhê şirovekirina xewnan, zanabûna mamikan û vekirina girêkan heye. Navê wî Daniyêl e. Lê Padîşah navê wî kiribû Bêlteşassar. Bila niha gazî wî bikin ku nivîsê bixwîne û şirove bike.”

13 Daniyêl anîn ba padîşah û wî ji Daniyêl re got: “Daniyêlê ku kalikê min ê padîşah ji Cihûdayê di nav sirgûniyan de anîbû tu yî?

14 Ji bo te dibêjin ku ruhê îlahan bi te re heye, ronahî, fêmdarî û şehrezabûneke zêde li ba lê ye.

15 Falbaz û zilamên şehreza anîn ba min ku vê nivîsê bixwînin û şirove bikin lê wan nikaribû.

16 Min bihîst ku tu dikarî şirove bikî û siran vekî. Niha heke tu vê nivîsê bixwînî û şirove bikî, wê kincên binevşî li te bên kirin û gerdeniya zêrîn bixin stûyê te. Tê li welêt bibî serwerê sisêyan.”

17 Daniyêl bersiva padîşah da û got: “Bila diyariyên te ji te re bin, xelatên xwe jî bide hinekên din. Lê ezê dîsa jî, nivîsê bixwînim û ji te re şirove bikim.

18 “Ya padîşah, Xwedayê Herî Berz padîşahî, mezinahî, berzî û rewnaqî da bavkalê te Nebûxadnessar.

19 Ji ber mezinahiya ku da wî, hemû gel, milet û ziman jê tirsiyan û li ber wî lerizîn. Wî bixwesta dikuşt, bixwesta sax dihişt. Bixwesta bilind dikir, bixwesta nizim dikir.

20 Lê gava quretî kir û ji rê derket, ji ser textê padîşah hat avêtin û rûmeta wî jê hat standin.

21 Ji nav mirovan hat avêtin û dilê wî bû wekî dilê heywanan. Bi kerên çolê re jiya, wekî dewaran giya xwar û bedena wî li ber xunava ezmanan şil bû. Heta ku hîn bû serweriya Xwedayê Herî Berz di ser padîşahiya mirovan re ye û dilê wî ji kê re bixwaze padîşahiyê dide, wisa ma.

22 “Ya Bêlşassar, tu kurê wî bavkalî yî. Te ev tişt zanibû lê te dîsa jî nefsa xwe neşikand.

23 Te li hember Rebê Ezmanan xwe mezin kir. Firaxên Perestgeha wî anîn ba te, te û giregirên te, jin û cariyeyên te, we bi wan şerab vexwar. We pesnê îlahên zîvîn, zêrîn, tûncîn, kevirîn, darîn û ji hesin da û we rûmet neda Xwedê. Xwedayê ku hilma te di destê wî de ye û bi hemû riyên te dizane.

24 Loma Xwedê destê ku ev nivîs nivîsand şand.

25 “Nivîsa ku hat nivîsandin ev e: MENÊ, MENÊ, TEQEL û PARSÎN.

26 “Wateya van gotinan ev e: MENÊ; Xwedê rojên padîşahiya te hesibandin û dawî lê anî.

27 TEQEL; tu di mêzînê de hatî kişandin û kêm derketî.

28 PERES; padîşahiya te di nav Med û Parsan de hat parvekirin.”

29 Paşê Bêlşassar ferman da û kincên binevşî li Daniyêl kirin û gerdeniya zêrîn xistin stûyê wî. Wî li ser padîşahiyê kirin kesê sisêyan.

30 Bêlşassarê Padîşahê Babîlê wê şevê hat kuştin.

31 Daryûsê Medî padîşahî bi dest xist. Wî çaxî ew şêst û du salî bû.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan