Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Daniyêl 4 - Kurmanji Încîl


Xewna diduyan a Nebûxadnessarê Padîşah

1 Nebûxadnessarê Padîşah ji hemû gel, milet û zimanan re ev peyam şand: “Bila silametiya we zêde be!

2 Min xwest ku ez nîşan û karên nedîtî yên ku Xwedayê Herî Berz ji bo min kirine ji we re bêjim.

3 “Nîşanên wî çiqas mezin in! Karên wî yên nedîtî berz in. Padîşahiya wî herheyî ye, Serweriya wî nifş bi nifş didome.

4 “Ez Nebûxadnessar, li mala xwe rihet û di qesra xwe de di nav firehiyê de bûm.

5 Min xewnekê dît û ez tirsiyam. Gava ez di nav nivînan de me, fikir û dîtiniyên min ez bizdandim.

6 Min emir da ku hemû zilamên şehreza yên Babîlê bînin ba min ku xewna min şirove bikin.

7 Dema sêrbaz, stêrnas û falbaz hatin, min li pêş wan xewna xwe got, lê nikaribûn xewna min şirove bikin.

8 Piştre Daniyêl hat ba min. Navê wî yê din Bêlteşassar e ku ji navê îlahê min tê. Ruhê îlahên pîroz pê re ye. Min xewna xwe jê re got.

9 “Min got: Ya Bêlteşassar, serekê sêrbazan, ez dizanim ku ruhê îlahên pîroz bi te re ye û tu sir ji te ne veşartî ye. Xewna ku min dîtiye ev e, şiroveya wê bêje.

10 Gava ez di nav nivînan de me, min xewn dît: Min dît ku di navbera dinyayê de dareke pir bilind heye.

11 Dar mezin bû û kemilî, bejna wê gihîşt ezmanan. Ji tevahiya dinyayê ve dihat dîtin.

12 Pelên wê xweşik bûn û fêkiyê wê têra hemû zindiyan dikir. Heywanên çolê di bin siya wê de disitirîn û çivîkên ezmanan li ser guliyên wê datanîn. Her jîndarî jê dixwar.

13 “Gava ez di nav nivînan de me, min di xewna xwe de dît ku va ye, kesekî îlahî yê çavdêr û pîroz ji ezmanan daket xwarê.

14 Bi dengekî bilind gazî kir û wiha got: ‘Darê bibirin û guliyên wê jêkin. Pelên wê biwerînin û fêkiyên wê belav bikin. Bila heywan ji bin wê û çivîk ji ser guliyên wê birevin.

15 Lê qurm û koka wê, bi hesin û bi tûnc bipêçin û di nav giyayê çolê yê teze de bihêlin. “‘Bila ew bi xunava ezmanan şil bibe, bi heywanan re ji giyayên erdê para xwe hilîne.

16 Bila dilê mirov ê ku pê re bê guhertin û di şûna wî de dilê heywanan bidinê. Bila heft dem di ser wî re derbas bibe.

17 Ev dadbarî bi fermana çavdêran û kar bi gotina pîrozan hatiye cih. Dilê wî ji kê re bixwaze padîşahiyê dide wî ku her jîndar bizanibe Yê Herî Berz di ser padîşahiya mirovan re serweriya xwe didomîne. Ew dikare bide kesê herî belengaz jî.’

18 “Min, Nebûxadnessarê Padîşah ev xewn dît. Ya Bêlteşassar, şiroveya wê bike; çimkî hemû şehrezayên welatê min nikaribûn ji min re şirove bikin. Tu dikarî şirove bikî, çimkî ruhê îlahên pîroz bi te re ye.”


Daniyêlê Pêxember xewna diduyan şirove dike

19 Daniyêlê ku navekî wî yê din jî Bêlteşassar e, demekê şaş ma û fikrên wî ew tirsandin. Li ser vê yekê padîşah got: “Ya Bêlteşassar, bila xewn û şiroveya wê te netirsîne.” Bêlteşassar bersiv da û got: “Ezbenî, xwezî kesên ji te nefret dikin, ev xewn bidîtana û şiroveya wê jî bihata serê dijminên te.

20 Ew dara ku te dît mezin û kemilî bû, bejna wê digihîşt ezmanan û ji hemû aliyê dinyayê ve dihat dîtin,

21 ew dara ku pelên wê xweşik bûn û fêkiyê wê pir bû, têra hemû zindiyan dikir, heywanên çolê li bin wê disitirîn û çivîkên ezmanan li ser guliyên wê datanîn.

22 Ya padîşah, ew dar tu yî. Tu mezin bûyî û kemilî, mezinbûna te gihîşt ezmanan û serweriya te gihîşt çar aliyên dinyayê.

23 “Îcar ya padîşah, te dît va ye çavdêrek, kesekî îlahî ji ezmanan hat xwarê. Wî got: ‘Darê bibirin û tune bikin, lê qurm û koka wî bi hesin û bi tûnc bipêçin, li xwarê, di nav giyayê teze de bihêlin. Bila bi xunava ezmanan şil bibe, heta ku heft dem di ser re derbas bû. Bila bi heywanên çolê re para wî hebe.’

24 “Padîşahê min, ezbenî şiroveya dîtiniyê û fermana ku wê Yê Herî Berz bîne serê te ev e:

25 Wê te ji nav mirovan biqewitînin, tê bi heywanên çolê re bimînî û wê wekî ga, giya bi te bidin xwarin. Tê bi xunava ezmanan şil bibî, heta ku heft dem di ser te re derbas bibin. Tê hîn bibî ku Yê Herî Berz di ser padîşahiya mirovan re serweriya xwe didomîne û dilê wî ji kê re bixwaze, padîşahiyê dide wî.

26 Madem emir kirin û gotin bila kok û qurmê darê bimîne, piştî ku tu hînbûyî serweriya ezmanan didome, wê padîşahiya te li te vegerînin.

27 Padîşahê min, bila şîreta min ji bo te xweş be: Bi kirinên rast, gunehên xwe û bi alîkariya ketiyan, xerabiyên xwe bişikêne û dev ji wan berde. Bi vî awayî belkî rihetiya te bê dirêjkirin.”


Xewn dibe rastî

28 Îcar ev hemû hatin serê Nebûxadnessarê Padîşah.

29 Piştî duwanzdeh mehan ew li ser qesra Babîlê digeriya.

30 Wî got: “Va ye Babîl! Ew Babîla ku min ji bo rûmet û berziya xwe, bi hêza xwe ya mezin ji bo paytextiya padîşahiya xwe ava kir!”

31 Hê gotin di devê wî de bû, ji ezmanan dengek hat: “Ya Nebûxadnessarê Padîşah, padîşahî ji te hat standin.

32 Tê ji nav mirovan bêyî avêtin û bi heywanên çolê re bijî. Tê wekî dewaran giya bixwî. Heta dema ku tu hîn bûyî Yê Herî Berz di ser padîşahiya mirovan re serweriya xwe didomîne û dilê wî ji kê re bixwaze, padîşahiyê dide wî, wê heft dem di ser re derbas bibe.”

33 Ev gotina li ser Nebûxadnessar tam di wê saetê bi cih bû. Wan ew ji nav mirovan avêtin. Wekî dewaran giya xwar. Bedena wî bi xunava ezmanan şil bû. Porê wî wekî sîxên teyran, neynûkên wî wek napên çivîkan dirêj bûn.

34 “Piştî ku ew dem temam bû, ez Nebûxadnessar, min çavê xwe ber bi ezman ve rakir û hişê min hat serê min. Min pesnê Yê Herî Berz da. Min Yê ku her û her Jîndar bi rûmet û berz kir. “Serweriya wî, serweriya herheyî ye, Padîşahiya wî nifş bi nifş didome.

35 Hemû yên ku li dinyayê dijîn ne tiştek in. Ew her çi bixwaze bi hêzên ezmanî Û bi yên ku li dinyayê dijîn dike. Tu kesê ku bi destê wî bigire Û jê re bêje: ‘Tu çi dikî?’ tuneye.

36 “Wê gavê hişê min hat serê min. Ji bo berziya padîşahiya min, rûmet û rewnaqiya min dîsa li min hat zivirandin. Şêwirmendên min û zilamên min ên mezin li min geriyan. Ez gihîştim padîşahiya xwe û ez ji berê mezintir bûm.

37 Ez Nebûxadnessar, ez ji Padîşahê Ezmanan re spasdar im. Ez pesnê wî didim û wî berz dikim. Çimkî hemû karên wî rastî û riyên wî dadperwerî ne. Ew dikare yên ku di riya quretiyê de dimeşin nizim bike.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan