Daniyêl 3 - Kurmanji ÎncîlPeykerê zêrîn ê Nebûxadnessarê Padîşah 1 Nebûxadnessarê Padîşah peykerekî zêrîn çêkir; bejna wî 60 gaz û firehiya wî 6 gaz bû. Wî ew li Herêma Babîlê, li Deşta Dûrayê da çikandin. 2 Wî gazî setrab, qeymeqam, walî, şêwirmend, xezînedar, dadger, fermandar, hemû karmendên payebilindên bajaran kir ku bên merasîma vekirina peyker. 3 Li ser vê yekê setrab, qeymeqam, walî, şêwirmend, xezînedar, dadger, fermandar û hemû karmendên payebilindên bajaran hatin. Ew ji bo merasîma peykerê ku Nebûxadnessar daniye, civiyan û li pêşberî peyker sekinîn. 4 Piştre bangawaz bi dengekî bilind qîriya û got: “Ya gel, milet û zimanan, li we tê emirkirin 5 ku çaxê we dengê boriyê, neyê, lîrê, qanûnê, çengê, defê û dengên her cure amûrên muzîkê bihîst, hûnê li ber peykerê zêrîn ê ku Nebûxadnessar daniye, deverû herin erdê û biperizin. 6 Kesê deverû neçe erdê û neperize, wê tafilê bê avêtin tenûra sincirî.” 7 Loma gava dengê boriyê, neyê, lîrê, qanûnê, çengê û dengê her cure amûrên muzîkê bihîst, hemû gel, milet û ziman deverû diçûn erdê û diperizîn peykerê ku Nebûxadnessar çêkiriye. Hevalên Daniyêlê Pêxember tên sûcdarkirin 8 Îcar hinekî ji stêrnasan hatin û giliyê Cihûyan kirin. 9 Wan ji Nebûxadnessarê Padîşah re got: “Ya padîşah! Her û her bijî! 10 Te emir kir ku her kesê ku dengê boriyê, neyê, lîrê, qanûnê, çengê, defê û dengên her cure amûrên muzîkê bibihîze wê deverû here erdê û biperize peyker 11 û kesê deverû neçe erdê û neperize, wê bê avêtin nav tenûra sincirî. 12 Hin Cihûyên ku te li Herêma Babîlê danîne ser kar hene: Şadrak, Mêşak û Eved-Nego. Ya padîşah, ew te nahesibînin. Ew ji îlahên te re xulamiyê nakin û naperizin peykerê ku te daniye.” 13 Li ser vê yekê Nebûxadnessar bi hêrseke mezin emir kir ku Şadrak, Mêşak û Eved-Nego bînin. Ew anîn pêşberî padîşah. 14 Nebûxadnessar ji wan pirsî û got: “Şadrak, Mêşak û Eved-Nego, ma hûn bi qestî xulamiya îlahên min nakin û naperizin peykerê ku min daniye? 15 Gava hûn dengê boriyê, neyê, lîrê, qanûnê, çengê, defê û dengên her cure amûrên muzîkê bibihîzin, hûn deverû herin erdê û biperizin gelek baş e! Lê heke hûn neperizin, hûnê yekser bên avêtin nav tenûra sincirî! Wî çaxî emê bibînin, wê kîjan îlah we ji destê min rizgar bike?” 16 Şadrak, Mêşak û Eved-Nego bersiv da û ji padîşah re got: “Ya Nebûxadnessar, hewce nake ku em di vê mijarê de bersiva te bidin. 17 Me bavêjin tenûra sincirî jî, Xwedayê ku em jê re xizmetê dikin dikare me ji wê tenûrê rizgar bike. Ya padîşah! Wê me ji destê te jî rizgar bike. 18 Ew me rizgar neke jî, tu bizanibe ku ya padîşah, emê ji îlahên te re xulamiyê nekin û neperizin peykerê zêrîn ê ku te daniye.” Hevalên Daniyêlê Pêxember davêjin tenûrê 19 Nebûxadnessar gelek li Şadrak, Mêşak û Eved-Nego hêrs bû û mirûzê wî tirş bû. Wî emir kir ku tenûr, heft car ji caran bêtir bê sincirandin. 20 Piştre wî emir da leşkerên hêzdar ên artêşa xwe ku Şadrak, Mêşak û Eved-Nego girê bidin û wan bavêjin tenûra sincirî. 21 Li ser vê yekê dema ku hê şalwar, şaşik, xiftan û kincên wan ên din li wan bûn, hatin girêdan û ew avêtin nav tenûra sincirî. 22 Emrê padîşah gelek dijwar bû û tenûr jî zêde sincirî bû. Ji ber vê yekê gurbûna êgir, zilamên ku Şadrak, Mêşak û Eved-Nego avêtin şewitandin û ew mirin. 23 Her sê zilam; Şadrak, Mêşak û Eved-Nego, bi awayekî girêdayî ketin nav pêtên tenûra sincirî. 24 Nebûxadnessarê Padîşah şaş ma û jinişkave rabû ser xwe. Ji şêwirmendên xwe re got: “Ma kesên ku me avêtin nav êgir, ne sê kes bûn?” Şêwirmendan got: “Bêguman, ya padîşah!” 25 Padîşah got: “Ez çar kesan dibînim. Hatine berdan û di nav êgir de dimeşin. Tu zirar negihîştiye wan. Yê çaran dişibe kesekî îlahî.” 26 Piştre ew nêzîkî ber deriyê tenûra sincirî bû û got: “Ya xulamên Xwedayê Herî Berz! Şadrak, Mêşak û Eved-Nego, derkevin derve, werin vir.” Şadrak, Mêşak û Eved-Nego ji nav êgir derketin. 27 Setrab, qeymeqam, walî û şêwirmendên padîşah ên ku li wê derê civiyabûn ev zilam dîtin. Tu bandora êgir li ser bedenên wan nebûbû, porê serê wan neşewitîbû, kincên wan neguherîbûn û bêhna bîsoyê ji wan nedihat. 28 Li ser vê yekê Nebûxadnessar got: “Pesin ji Xwedayê Şadrak, Mêşak û Eved-Nego re! Wî milyaketê xwe şand û xulamên xwe yên ku pê ewle ne rizgar kir. Ew li dijî emrê min rabûn û canê xwe avêt xeterê ku ji Xwedayê xwe pê ve xulamiya îlahekî nekin û neperizin. 29 Loma ez emir dikim: Her gel, milet û zimanê ku ji Xwedayê Şadrak, Mêşak û Eved-Nego re bêrûmetiyê bike, wê perçe bibe û mala wî bibe şikêra keviran. Çimkî tu xwedayekî ku dikare wiha rizgar bike tuneye.” 30 Piştre wî Şadrak, Mêşak û Eved-Nego li Herêma Babîlê anîn ser meqamên bilindtir. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey