Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Daniyêl 2 - Kurmanji Încîl


Xewna Nebûxadnessarê Padîşah

1 Di dusaliya padîşahiya xwe de Nebûxadnessar xewn dîtin. Ruhê wî aciz bû û xew lê herimî.

2 Padîşah emir kir ku gazî sêrbaz, falbaz, efsûnkar û stêrnasan bikin. Xwest ku xewnên wî şirove bikin. Gava hatin ba padîşah,

3 wî ji wan re got: “Min xewneke xerab dît, ruhê min tengav bû. Dixwazim hûn xewna min şirove bikin.”

4 Stêrnasan bi zimanê aramî got: “Ya padîşah, tu her bijî! Tu xewna xwe ji xulamên xwe re bêje ku em şirove bikin.”

5 Padîşah ji wan re got: “Biryara min ev e: Heke hûn xewnê û şiroveya wê ji min re nebêjin, hûnê bên perçekirin û wê xaniyên we bibin şikêra keviran.

6 Lê heke xewnê û şiroveya wê bêjin, hûnê ji min diyarî û xelatan bistînin û bên gelekî rûmetkirin. Loma xewnê û şiroveya wê ji min re bêjin.”

7 Wan cardin bersiv da û got: “Bila padîşah ji van xulamên xwe re xewnê bêje, emê jî şirove bikin.”

8 Padîşah got: “Ez dizanim hûn wext dixwazin. Çimkî we dît ku min biryara xwe daye.

9 Lê heke hûn şiroveya xewna min nekin, ji bo we cezayek heye. Bi hêviya ku rewşa wê biguhere, we di nav xwe de li hev kiriye ku ji min re gotinên xelet û derew bêjin. Niha xewna min ji min re bêjin û ezê bizanim hûn dikarin şirove bikin.”

10 Wan bersiva padîşah da û got: “Kesê ku bikaribe vê daxwaza padîşah pêk bîne li dinyayê tuneye. Tu padîşah, tu efendî yan serwerekî ji sêrbaz, ji falbaz an ji stêrnasekî tiştekî wiha nexwestiye.

11 Daxwaza padîşah gelek giran e. Ji bilî îlahên ku di nav mirovan de najîn, tu kes tuneye ku vê yekê ji padîşah re eşkere bike.”

12 Li ser vê yekê padîşah gelek hêrs bû û emir kir ku li Babîlê hemû zilamên şehreza bên kuştin.

13 Ji ber ku fermana kuştina şehrezayan derket, mirov hatin şandin ku li Daniyêl û hevalên wî jî bigerin.

14 Daniyêl bi Aryokê fermandarê parêzvanên padîşah re bi zanayî û aqilmendî peyivî ku ji bo kuştina şehrezayên Babîlê diçû.

15 Wî jê re got: “Gelo çima fermana padîşah ewqas hişk e?” Aryok mesele ji Daniyêl re got.

16 Li ser vê yekê Daniyêl ket hundir û ji padîşah wext xwest ku şiroveya xewna wî bike.

17 Piştre Daniyêl çû mala xwe û ji hevalên xwe Hananya, Mîşaêl û Ezarya re mesele got.

18 Wî xwest ku ew ji bo sira vê xewnê ji Xwedayê Ezmanan alîkariyê bixwazin ku ew û hevalên wî, tevî zilamên şehreza yên Babîlê neyên kuştin.

19 Paşê ev sir bi şev di xewnê de ji Daniyêl re hat eşkerekirin. Daniyêl pesnê Xwedayê Ezmanan da

20 û got: “Navê Xwedê her û her pîroz be! Hêz û şehrezayî ya wî ye.

21 Yê ku dem û demsalan diguherîne ew e. Ew padîşahan derdixe ser têxt û tîne xwarê. Ew şehrezayiyê dide şehrezayan Û zanînê dide fêmdaran.

22 Tiştên kûr û bi dizî ew vedike, Dizane çi di tariyê de heye. Ronahî herdem pê re ye.

23 Ya Xwedayê bavkalên min, Te şehrezayî û hêz da min. Ya ku me ji te xwest, te ji min re vekir, Ez spasdar im û pesnê te didim. Çimkî, te xewna padîşah ji min re got.”


Daniyêlê Pêxember xewnê şirove dike

24 Paşê Daniyêl dîsa çû ba Aryokê ku padîşah ji bo kuştina şehrezayên Babîlê ew kifş kiribû. Daniyêl jê re got: “Tu şehrezayên Babîlê nekuje. Min bibe ba padîşah ku ez xewna wî şirove bikim.”

25 Aryok yekser Daniyêl bir ba padîşah û got: “Min di nav sirgûnên Cihûdayê de zilamek dît ku dikare xewna padîşah şirove bike.”

26 Padîşah ji Daniyêl re got ku navê wî yê din Bêlteşassar e: “Ma tu dikarî ji min re xewna min û şiroveya wê bêjî?”

27 Daniyêl ji padîşah re got: “Sira ku padîşah xwestiye, tu şehreza, falbaz û sêrbaz nikare eşkere bike.

28 Lê li ezmanan Xwedayek heye ku siran vedike. Wî ji Nebûxadnessarê Padîşah re gotiye ka wê di rojên pêş de çi bibe. Xewn û dîtiniyên ku te di nav nivînan de dîtine, ev in:

29 “Ya padîşah, gava tu di nav nivînan de bûyî, tu difikirî ka wê di rojên pêş de çi biqewime. Yê ku siran eşkere dike li te peyda bû.

30 Herçî ez im, ne ku ji mirovên din şehrezatir im, lê ji bo ku tu maneya dîtiniya xwe bizanî û fikrên dilê xwe fêm bikî, ev sir ji min re hat eşkerekirin.

31 “Ya padîşah, te di dîtiniya xwe de, li pêş xwe peykerekî mezin dît. Ew peykerê li pêş te, gelek mezin û bi têra xwe dibiriqî. Dîtina wî tirsdar bû.

32 Serê wî ji zêrê xas, sing û milên wî ji zîv, zik û qorikên wî ji tûnc,

33 lingên wî ji hesin, piyên wî hinek ji hesin, hinek ji gilê bû.

34 Gava te bala xwe dayê, kevirek bêyî destlêketinê hat xwarê, li piyên peykerê ji hesin û ji gilê pêkhatî ket û ew perçe perçe kir.

35 Hesin, gil, tûnc, zêr û zîv bi hev re perçe bûn. Wekî hûrikên kaya bênderê hûr bûn û bayê ew bi xwe re birin. Herçî kevirê li peyker ket, bû çiyayekî mezin û tevahiya rûyê erdê tije kir.

36 “Xewn ev bû. Emê niha wê şirove bikin.

37 Ya padîşahê min! Tu padîşahê padîşahan î. Xwedayê Ezmanan hêz, xurtî, rûmet û serwerî dane te.

38 Wî mirov, heywanên çolê, çivîkên ezmanan kirin destê te. Wî tu li ser hemûyan kirî serwer. Ew serê zêrîn tu yî.

39 “Wê piştî te, padîşahiyeke ji ya te kêmtir rabe û li tevahiya dinyayê serweriyê bike. Paşê wê padîşahiya sisêyan rabe ku ew jî ya tûnc e.

40 Wê padîşahiya çaran wekî hesin hêzdar be. Çimkî hesin her tiştî perçe dike û dişikêne. Wê wekî hesin hemûyên din bişikêne û perçe bike.

41 Ji ber ku pî û tilî ji gil û hesin in, wê ew padîşahî perçe bibe. Lê wê hêza hesin jî pê re hebe, çimkî te dît ku gil û hesin tevlihev e.

42 Ji ber ku ling û tiliyên wî ji gil û hesin in, wê beşekî padîşahiyê hêzdar be, yê din jî qels be.

43 Çawa ku te dît ku gil û hesin tevlihev e, wê ev gel jî tevlihev bin. Wekî ku gil û hesin li hev nakeve, wê ew jî li ba hev nemînin.

44 “Di rojên wan padîşahan de wê Xwedayê Ezmanan padîşahiyeke wiha ava bike ku tu caran hilneweşe û qet nekeve destê miletekî din. Wê ev padîşahî, hemû padîşahiyan perçe bike, biqedîne û wê her û her bimîne.

45 Te bixwe dît. Bêyî destlêketinê kevirek ji çiyê ket û hesin, tûnc, gil, zêr û zîv perçe kirin. Li ser vê yekê Xwedayê Mezin jî, ji padîşah re eşkere kir ku wê ji niha û pê ve çi biqewime. Loma ev xewn jî, şiroveya wê jî rast e.”

46 Nebûxadnessarê Padîşah li ber Daniyêl deverû çû erdê û perizî. Wî emir kir ku pêşkêşî û bixûra bêhnxweş bidin wî.

47 Padîşah ji Daniyêl re got: “Bi rastî Xwedayê we Xwedayê Herî Mezin, xweyê padîşahan û yê ku siran eşkere dike bixwe ye! Çimkî te ev sir vekir.”

48 Padîşah Daniyêl danî ser meqamê bilind û gelek diyariyên mezin dan wî. Wî ew li ser hemû herêmên Babîlê kir serwer û li ser hemû şehrezayên wê kir qeymeqam.

49 Daniyêl ji padîşah xwest ku ew Şadrak, Mêşak û Eved-Nego bikin serkarên Herêma Babîlê. Lê Daniyêl li qesrê ma.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan