Daniyêl 12 - Kurmanji ÎncîlDema Dawiyê 1 “Di vê navberê de serekê mezin, Mîxayîlê ku gelê te diparêze rabe. Wê tengasiyeke ji roja ku hûn bûne milet heta îro nehatiye dîtin çêbibe. Wê gavê wê gelê te, hemû kesên ku di nivîsê de hatine nivîsandin rizgar bibe. 2 Gelek kesên di nav toza erdê de wê hişyar bibin. Wê hinek bigihîjin jiyana herheyî, hinek jî şermezar bibin û ber bi jiyaneke rûreş ve bên şandin. 3 Wê kesên şehreza wekî qûbeya ezmanî, kesên ku gelek mirovan li rastiyê zivirandine wekî stêran her û her bibiriqin. 4 Lê tu, Daniyêlo, heta dema ku dawî hat, van gotinan veşêre û nivîsê mor bike. Ji bo ku agahiya wan zêde bibe, wê gelek kes lê bikolin.” 5 Ez Daniyêl, min dît va ye du zilamên din, yek li vî aliyê çêm, yek jî li aliyê din ê çêm disekine. 6 Îcar yekî ji zilamê ku li ser ava çêm disekine û kitan li xwe kiriye re got: “Wê kengê dawiya van karên nedîtî bê?” 7 Min zilamê ku li ser ava çêm e û kitan li xwe kiriye bihîst. Wî destê xwe yê rastê û destê xwe yê çepê ber bi ezmanan ve bilind kir, bi navê yê ku her û her dijî sond xwar û got: “Wê ji bo demekê, ji bo sê sal û nîvan bidomîne. Gava hêza gelê pîroz bi tevahî qedandin, wê ev tişt hemû biqedin.” 8 Min bihîst, lê min fêm nekir, loma min got: “Ezbenî, wê kengê dawiya vê yekê bê?” 9 Wî got: “Daniyêlo, tu here, çimkî heta dema dawiyê ev tişt veşartî û morkirî ne. 10 Wê gelek kes xwe pîr û pak bikin û bêqisûr bikin. Wê xerab xerabiya xwe bidomînin û fêm nekin. Lê belê yên şehreza wê fêm bikin. 11 “Ji dema ku pêşkêşiya rojane hat rakirin û tiştê kirêt ê ku di şûna wê de hat danîn vir ve wê 1.290 roj derbas bibin. 12 Xwezî bi wî ku li ber xwe dide û digihîje 1.335 rojan. 13 “Daniyêlo, heta roja dawiyê, riya xwe bidomîne. Tê bigihîjî aramiyê û piştî di dawiya rojan de tê hişyar bibî û xelata xwe bistînî.” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey