Daniyêl 11 - Kurmanji Încîl1 “Min di yeksaliya padîşahiya Daryûsê Medî de pişta wî girt û ew parast.” Padîşahên başûr û bakur 2 Herwiha milyaket got: “Niha ez rastiyê ji te re bêjim: Wê ji padîşahiya Parsan sê padîşahî derkevin. Wê yê çaran ji hemûyan dewlemendtir be. Gava bi saya dewlemendiya xwe hêzdar bû, wê her kesî li dijî padîşahiya Yewnanistanê rake. 3 Piştre wê padîşahekî mêrxas rabe û bi hêzeke mezin serweriya xwe bidomîne û li gorî daxwaza xwe bike. 4 Bi rabûna wî re wê padîşahiya wî bişikê û ber bi çar aliyên dinyayê ve belav bibe. Wê padîşahiya wî derbasî malbata wî nebe û kesên ku li textê wî rûnin jî, wê wekî wî serweriyê nekin. Wê padîşahî hilweşe û derbasî kesên din bibe. 5 “Wê Padîşahê Başûr hêzdar bibe, lê wê fermandarekî wî jê hêzdartir bibe û padîşahiya wî jî wê ji Padîşahiya Başûr mezintir bibe. 6 Piştî çend salan wê Padîşahê Başûr bi Padîşahê Bakur re yekîtiyê çêke û keça xwe bide Padîşahê Bakur. Lê hem keçik û hem jî bavê keçikê wê hêz û bandora xwe winda bikin. Wê keçik, bavê wê û kesên di vê meselê de bûne piştgir û alîkar jî bidin dest. 7 “Ji malbata keçikê wê kesek bibe Padîşahê Başûr. Ew kes wê li dijî artêşa Padîşahê Bakur şer bike. Wê keleha wî zevt bike û wan têk bibe. 8 Wê îlahên wan, ango pûtên wan ên rijandî, bi firaxên zêr û zîvîn re hilde û bibe Misrê. Wê ji bo çend salan Padîşahê Bakur rihet bihêle. 9 Piştre wê Padîşahê Bakur bê û êrîşî welatê Padîşahê Başûr bike, lê belê wê bizivire ser axa xwe. 10 Wê kurên wî xwe ji bo şer amade bikin û artêşeke mezin bicivînin. Wê artêş wekî lehiyê rabe, ya ku bikeve ber, bi xwe re bibe û heta pêş keleha Padîşahê Başûr bê. 11 “Wê Padîşahê Başûr hêrs bibe û here li dijî Padîşahê Bakur şer bike. Bi ser ku Padîşahê Bakur artêşeke mezin civandiye jî, wê ev artêş bikeve destê Padîşahê Başûr. 12 Gava ev artêşa mezin ji holê hat rakirin, wê Padîşahê Başûr qure bibe. Wê bi deh hezaran mirovan bikuje, lê wê bi ser nekeve. 13 Çimkî wê Padîşahê Bakur artêşeke mezintir bicivîne, piştî çend salan, bi artêşeke baş amadekirî re bê. 14 “Wê gelek kes li hember Padîşahê Başûr derkevin. Wê ji gelê te hinek zordar jî, ji bo ku dîtinî bê cih serî hildin, lê wê têk herin. 15 Piştre wê Padîşahê Bakur bê, axê bispêre ber sûran, bike palsipêr û bajar bixe destê xwe. Wê hêzên Padîşahê Başûr li ber wî nesekinin û leşkerên wî yên bijare jî nikaribin li ber xwe bidin. 16 Li hember yên ku li ber wî rabûne, wê li gorî dilê xwe bike û tu kes li pêş wî nesekine. Wê bi armanca hilweşandinê Welatê Xweş dagir bike. 17 Wê hemû hêza padîşahiya xwe bicivîne û bixwaze ku bi ser Padîşahê Başûr ve here. Ji bo ku welatê wî wêran bike, wê keça xwe bide wî, lê wê fen û fûtên wî bi ser nekevin û bi kêrî wî neyê. 18 Piştre wê berê xwe bi aliyê welatên li ber keviyên deryayan ve bike û piraniyê bi dest bixe. Lê wê fermandarek dawiyê li quretiya wî bîne û pozbilindiya wî lê bizivirîne. 19 Paşê wê Padîşahê Bakur kelehên welatê xwe talan bike, lê wê biterpile, bikeve û neyê dîtin. 20 “Padîşahê ku bikeve şûna wî, ji bo rûmeta padîşahiya xwe wê yekî ku bi zorê bacê dicivîne bişîne. Lê wê piştî demeke kurt, bêyî şer û pevçûnê bişikê. 21 “Wê yekî ku ji rûmeta padîşahiyê bêpar e û kêm tê dîtin bikeve şûna wî. Hê ku gel di ewledariyê de ye, wê bi fen û fûtan padîşahiyê bi dest bixe. 22 Wê li ber wî, artêşên pir mezin li ber xwe nedin û bişikên. Wê pêşengê gelê peymanê jî bê kuştin. 23 Her kesê ku bi wî rêberê kêmdîtî re peymanekê çêke, wê ji aliyê wî ve bê xapandin. Piştgirên wî kêm in, lê dîsa jî wê hêzdar bibe. 24 Di dema aştiyê de wê bikeve herêmên welat ên herî dewlemend û tiştên ku ne bavê wî, ne jî bav û kalên wî nekirine wê bike. Wê malê talên û serweta vê herêmê, di nav piştgirên xwe de belav bike. Wê fen û fûtan çêke ku kelehan bi dest bixe, lê wê dema wî kurt be. 25 “Wê hêz û wêrekiya xwe bicivîne û bi artêşeke mezin li dijî Padîşahê Başûr rabe. Wê Padîşahê Başûr jî bi artêşeke gelekî mezin û hêzdar şer bike. Wê li ber xwe nede, çimkî li dijî wî fen û fûtan çêkirine. 26 Yên ku ji sifreya wî ya xweş dixwin, wê li şikestina wî bigerin. Wê artêşa wî belav bibe û gelek kuştî bikevin. 27 Bi niyeta xerab wê herdu padîşah li ser sifreyê rûnin û ji hev re derewan bêjin. Lê wê ev yek feyde neke. Çimkî Xwedê biryar daye ku dawiya van tiştan wê kengê bê. 28 Wê Padîşahê Bakur bi talanekî mezin bizivire welatê xwe. Lê wê dilê wî li dijî Peymana Pîroz be. Gava vegere welatê xwe, tiştên ku dixwaze wê bike. 29 “Wê di dema diyarkirî de bi artêşa xwe re bizivire û ber bi aliyê başûr ve biçe. Lê vê carê wê wekî berê nebe. 30 Çimkî wê gemiyên ji rojava bi ser wî de bên û wê cesareta wî bişikê. Li ser vê yekê wê bizivire, bi hêrs li dijî gelê Peymana Pîroz rabe. Herçî ew in ku dev ji Peymana Pîroz berdane, wê rûmetê nîşanî wan bide. 31 “Wê leşkerên wî herin Pîrozgeh û kelehê biherimînin. Pêşkêşiya rojane rakin, tiştên herî kirêt ên xerabkirinê deynin. 32 Wê Padîşahê Bakur, kesên ku peyman xera kirine bi şelafî û hîlekarî bikişîne aliyê xwe, lê gelê ku Xwedayê xwe nas dike wê bi mêrxasî li dijî wî derkeve. 33 “Wê mirovên şehreza yên gel, pir kesî serwext bikin. Lê wê ji bo demeke kurt bi şûran bên kuştin, şewitandin, dîlgirtin û şelandin. 34 Gava ketin tengasiyê, wê hinekî alîkarî bistînin. Lê gelek kes wê bêyî dilê xwe tevli wan bibin. 35 Wê hinek şehreza biterpilin. Lê beriya dema dawiyê wê xwe pîr û pak û bêqisûr bikin. Çimkî dema dawiyê wê di dema kifşkirî de bê. 36 “Wê padîşah li gorî dilê xwe tevbigere. Wê xwe bilind bike, xwe ji her îlahî mezintir bike û tiştên kirêt li dijî Xwedayê Herî Mezin bêje. Heta ku Xwedê xezeba xwe bibarîne, wê bi ser bikeve. Çimkî ya ku biryar daye wê pêk be. 37 Wê ne ji îlahên bav û kalên xwe re, ne ji ya ku îlahê jin jê hez dikin û ne jî, ji tu îlahekî din re biperizin. Çimkî wê xwe di ser wan hemûyan re bibîne. 38 Wê di şûna wan de, îlahê kelehan birûmet bike. Wê zêr û zîv, kevirên hêja û diyariyên biha pêşkêşî îlahekî bike ku bav û kalên wî nas nake. 39 Wê bi alîkariya îlahekî xerîb êrîşî kelehên herî asê bike, her kesê ku bi vî îlahî dizane birûmet bike û wan li ser serê gelekan bike serwer. Wê welêt, wekî xelatê di navbera wan de parve bike. 40 “Di dema dawî de wê Padîşahê Başûr li dijî Padîşahê Bakur şer bike. Wê Padîşahê Bakur bi erebeyên şer, bi hespan, bi gelek gemiyan re wekî bagerê bê. Wekî lehiyê wê bi ser welatan ve bibare û wan wêran bike. 41 Wê bikeve Welatê Xweş û wê gelek welat jî bikevin. Lê wê serekên Edom, Moav û Emmonê ji destê wî xilas bibin. 42 Wê destê xwe dirêjî gelek welatan bike û welatê Misrê jî, ji destê wî rizgar nebe. 43 Wê xezîneyên zêr û zîv, hemû tiştên hêja yên Misrê bixe bin destê xwe. Wê Hebeşî û Lîbyayî jî bikevin bin destê wî. 44 Lê belê xeberên ku ji rojhilat û ji bakur bên, wê wî aciz bikin. Wê bi xezeba mezin tevbigere ku piraniya wan helak bike û bi tevahî tune bike. 45 Wê di navbera deryayê û Çiyayê Pîroz ê delal de konên padîşahiyê deynin. Lê dîsa jî wê ev bibe dawiya wan û wê tu kes alîkariya wan neke. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey