Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Daniyêl 10 - Kurmanji Încîl


Xewna li ser zilamekî

1 Di sala sisêyan a padîşahiya Koreşê Padîşahê Parsê de sirek ji Daniyêlê ku bi navê Bêlteşassar tê zanîn re vebû. Ev tişt rast bû û li ser şerekî mezin bû. Daniyêl di dîtiniya xwe de ev yek fêm kir.

2 Di wan rojan de ez Daniyêl, min sê hefteyan şîn kir.

3 Heta sê hefte temam nebû, min xwarina baş nexwar, goşt û şerab di qirika min re neçû û min qet rûn li xwe neda.

4 Di roja bîst û çarê meha pêşî de, gava ez li ber keviya çemê mezin, li ber Dîcleyê bûm,

5 min serê xwe rakir û dît ku zilamekî kitan li xwe kiribû û li nava wî kembereke ji zêrê xasê Ûfazê girêdayî disekine.

6 Bedena wî wekî fîrûze bû. Rûyê wî wekî brûskê dibiriqî û çavên wî wekî xetîreyên bi pêt bûn. Milên wî û lingên wî wekî tûncê celandî dibiriqîn, dengvedana dengê wî wekî dengvedana dengê komekê bû.

7 Ez Daniyêl, tenê min dîtinî dît, yên bi min re nedîtin. Lê lerizînekê bi wan girt û ji bo ku xwe veşêrin reviyan.

8 Bi vî awayî ez tenê mam, min ev dîtiniya mezin dît û taqeta min nema. Rûyê min çilmisî û min nikaribû xwe bida hev.

9 Min dengvedana gotinên wî bihîstin, ez ketim erdê û di xeweke giran re çûm.

10 Piştre destek li min ket, wî ez rakirim ser dest û çokan.

11 Wî ji min re got: “Daniyêlo, zilamê ku gelek jê hatiye hezkirin. Rabe ser lingan û gotinên ku ez ji te re dibêjim fêm bike. Çimkî ez hatim ba te.” Piştî vê gotinê ez bi lerizîn rabûm ser lingan.

12 Wî ji min re got: “Netirse Daniyêl! Ji roja ku te biryar da fêmdar bibî û xwe li ber Xwedê bitewînî vir ve, duaya te hat bihîstin. Loma ji ber gotinên te ez hatim.

13 Lê serekê welatê Parsan, bîst û yek rojan li dijî min sekinî. Piştre, ji serekên pêşî Mîxayîl hat alîkariya min. Çimkî ez li wir, li ba Padîşahê Parsê hatibûm girtin.

14 Niha ez hatim ku ji te re bêjim, ka wê di rojên pêş de çi bê serê gelê te. Çimkî ev dîtinî li ser wan rojan ye.”

15 Gava wî ev ji min re got, min berê xwe ber bi aliyê erdê ve kir û ez bêzar mam.

16 Piştre, yekî ku dişibiya kurê mirovan dest da lêvên min. Min devê xwe vekir, ez peyivîm û min ji yê li ber min disekine re got: “Ezbenî, bi vê dîtiniyê re diêşim û nikarim xwe bidim hev.

17 Ez xulamê te, ez çawa dikarim bi te re bipeyivim? Hêza min nema, hilma min çikiya.”

18 Piştre yê ku dişibiya kurê mirovan cardin dest li min da û ez hêzdar kirim.

19 Wî ji min re got: “Netirse, tu ew kes î ku pir jê hatiye hezkirin. Silametî li ser te be. Hêzdar be, belê hêzdar be.” Çaxê ew bi min re peyivî ez hêzdar bûm û min got: “Bipeyive ezbenî, çimkî te ez hêzdar kirim.”

20 Wî ji min re got: “Ma tu dizanî ez ji bo çi hatim ba te? Niha ezê bizivirim û herim li dijî serekê Parsan şer bikim. Piştî ku ez çûm, wê serekê Yewnanistanê bê.

21 Lê ezê ya ku di Nivîsa Rastiyê de hatiye nivîsandin ji te re bêjim. Ji bilî serekê we Mîxayîl, yekî ku li dijî wan alîkariya min bike tuneye.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan