Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Daniyêl 1 - Kurmanji Încîl


Daniyêlê Pêxember li Babîlê tê perwerdekirin

1 Di sala sisêyan a padîşahiya Yehoyaqîmê Padîşahê Cihûdayê de Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê hat Orşelîmê û dor li bajêr pêça.

2 Reb Yehoyaqîmê Padîşahê Cihûdayê û hin taximên li Mala Xwedê kir destê Nebûxadnessar. Nebûxadnessar ew bi xwe re birin welatê Şînarê û danîn nav xezîneya mala îlahê xwe.

3 Nebûxadnessarê Padîşah ferman da Aşpenazê berpirsiyarê karmendên qesrê ku hinek ji gelê Îsraêl ên ji ziriyeta padîşah an jî hinek esilzade hilbijêre û wan bîne qesrê.

4 Divê ev xort bêqisûr û lihevhatî bin, di her mijarê de zana û şehreza bin, guhê wan li ser hînbûnê be. Wê di qesrê de xizmet bikin û ziman û nivîsandina Kildanî hîn bibin.

5 Padîşah ji sifra xwe xwarin û şerab dida wan. Piştî perwerdekirina sê salan wê bibirana hizûra padîşah.

6 Di nav xortên hilbijartî de ji Cihûdayiyan Daniyêl, Hananya, Mîşaêl û Ezarya hebûn.

7 Berpirsiyarê karmendên qesrê navên nû li wan kir. Wî navê Daniyêl Bêlteşassar, navê Hananya Şadrak, navê Mîşaêl Mêşak û navê Ezarya Eved-Nego danîn.

8 Daniyêl di dilê xwe de biryar da ku xwe bi xwarin û şeraba xweş a padîşah qirêj neke. Wî ji berpirsiyarê karmendên qesrê lava kir ku xwe qirêj neke.

9 Xwedê kir ku berpirsiyarê karmendên qesrê bi kerem û dilovanî li Daniyêl binêre.

10 Berpirsiyarê karmendên qesrê ji Daniyêl re got: “Ez ji xweyê xwe padîşah ditirsim. Wî xwarin û vexwarin daye we. Çima rûyê we li ber xortên din çilmisî be? Hûnê serê min bi padîşah re bixin belayê.”

11 Daniyêl ji çavdêrê ku berpirsiyarê karmendên qesrê ew li ser wî, Hananya, Mîşaêl û Ezarya kifş kiribû re wiha got:

12 “Lava dikim deh rojan xulamên xwe biceribîne. Tenê pincar û avê bide me.

13 Paşê rûyê me û rûyê wan kesan bide ber hev ku ji xwarinên padîşah xwarine. Li gorî reng û rûçikê me biryara xwe bide.”

14 Wî bi ya wan kir û ji bo deh rojan ew ceribandin.

15 Piştî deh rojan, ew ji hemû kesên ku xwarinên padîşah xwaribûn çêtir û sihetir bûn.

16 Li ser vê yekê çavdêr xwarin û şerab hilanîn û wekî berê pincar da wan.

17 Xwedê di her mijarê de xwendin, zanabûn, aqil û şehrezayî da wan. Daniyêl li ser hemû dîtinî û xewnan jî şehreza bû.

18 Piştî dema diyarkirî ya padîşah temam bû, berpirsiyarê karmendên qesrê ew anîn ba Nebûxadnessar.

19 Padîşah bi wan re peyivî. Di nav hemûyan de kesên wekî Daniyêl, Hananya, Mîşaêl û Ezarya tunebûn. Loma ew birin hizûra padîşah.

20 Padîşah şêwra zanabûn û şehrezayiya wan dikir. Wî didît ku her çar jî, ji hemû sêrbaz û falbazên welêt deh qatî zanatir û zêdetir in.

21 Heta yeksaliya padîşahiya Koreş, Daniyêl li wir ma.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan