Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Dadger 9 - Kurmanji Încîl


Avîmelekê kurê Gîdyon birayên xwe dikuje

1 Avîmelekê kurê Yerûbbaal çû Şexemê ba merivên diya xwe û ji hemû binemala mala diya xwe re got:

2 “Ji hemû mêrên Şexemê re bêjin: ‘Ji bo we kîjan çêtir e? Ma hûn dixwazin heftê kurên Yerûbbaal serweriya we bikin, an tenê kesek serweriya we bike?’ Bi ser de bibîr bînin ku ez ji xwîn û goştê we me.”

3 Xalanên wî ev yek ji hemû mêrên Şexemê re got. Dilê wan li ser Avîmelek bû. Çimkî digot: “Ew birayê me ye.”

4 Wan ji mala Baal-Berît heftê perçe zîv danê. Avîmelek bi vî pereyî zilamên beredayî û serserî kirê kirin ku li pey wî werin.

5 Gava hat Ofrayê, mala bavê xwe, wî birayên xwe, heftê kurên Yerûbbaal li ser kevirekî kuştin. Tenê Yotamê kurê biçûk ê Yerûbbaal sax ma, çimkî wî xwe veşartibû.

6 Hemû mêrên Şexemê û tevahiya gelê Bêtmîlloyê civiyan, çûn ber darmaziya kevirbel a li Şexemê. Wan Avîmelek kir padîşah.


Meseleya Daran

7 Gava wan ev yek ji Yotam re got, ew derket serê Çiyayê Gerizîmê û bi dengekî bilind ji gel re got: “Ya mêrên Şexemê! Guhdariya min bikin! Wê Xwedê guhdariya we bike.

8 “Rojekê dar çûn ku ji xwe re padîşahekî kifş bikin. Wan ji darzeytûnê re got: ‘Serweriya me bike.’

9 “Darzeytûnê ji wan re got: ‘Ma ez dev ji rûnê xwe berdim ku îlah û mirov pê tên birûmetkirin? Ma ez herim û xwe li ser daran bihejînim?’

10 “Piştre daran ji darhejîrê re got: ‘Were û serweriya me bike!’

11 “Lê darhejîrê ji wan re got: ‘Ma ez dev ji şîrînî û fêkiyên xwe yên xweş berdim, herim xwe li ser daran bihejînim?’

12 “Daran ji mêwê re got: ‘Were û serweriya me bike!’

13 “Mêwê ji wan re got: ‘Ma ez dev ji şeraba xwe ya nû berdim ku kêfa îlah û mirovan tîne? Ma ez herim û xwe li ser daran bihejînim?’

14 “Daran ji dirîreşkê re got: ‘Were û serweriya me bike!’

15 “Dirîreşkê ji daran re got: ‘Heke hûn bi rastî min wekî padîşah kifş dikin, werin xwe bispêrin siya min. An na, bila agir ji dirîreşkê derkeve, darên sedrê yên Lubnanê daqurtîne.’

16 “Îcar we bi awayekî rast û dilsoz Avîmelek kir padîşah? Ma we qencî bi Yerûbbaal û mala wî kir? Ma we bergîdana karê wî da?

17 Bavê min ji bo we şer kir! Wî canê xwe avêt talûkê û hûn ji destê Mîdyaniyan rizgar kirin.

18 Lê we îro li dijî mala bavê min serî hilda. We kurên wî, heftê kes li ser kevirekî kuştin û Avîmelekê kurê cariyeyekê, li ser mêrên Şexemê kir padîşah. Çimkî ew birayê we ye.

19 Heke hûn bawer in we îro bi Yerûbbaal û mala wî bi awayekî rast û dilsoz kiriye, bi Avîmelek şa bin û bila ew jî bi we şa be.

20 Yan na, bila agir ji Avîmelek rabe û hemû mêrên Şexem û Bêtmîlloyê daqurtîne! Yan jî bila agir ji mêrên Şexem û Bêtmîlloyê rabe û Avîmelek daqurtîne!”

21 Piştre Yotam baz da û reviya. Ew çû Beêrê û ji ber tirsa Avîmelekê birayê xwe li wir ma.


Ketina Avîmelekê kurê Gîdyon

22 Avîmelek sê salan serweriya gelê Îsraêl kir.

23 Piştre Xwedê ruhekî xerab xist navbera Avîmelek û mêrên Şexemê ku wan li dijî Avîmelek bêbextî kir.

24 Ev yek ji bo heyfa zordariya heftê kurên Yerûbbaal û ji bo xwîna wan li ser Avîmelek û mêrên Şexemê were, çêbû. Çimkî wî birayên xwe kuştin û van mêran, ji bo kuştina wan destê wî hêzdar kir.

25 Îcar mêrên Şexemê li serên çiyayan li ber Avîmelek kemîn danî. Her kesê ku di wê derê re derbas dibû dişelandin. Avîmelek jî pê hesiya.

26 Gava Gaelê kurê Eved bi birayên xwe re hat Şexemê û rûnişt, mêrên Şexemê pê ewle bûn.

27 Ew çûn nav rezan, tirî dan hev, guvaştin û şa bûn. Ew çûn mala îlahên xwe û piştî xwarin û vexwarinê, wan nalet li Avîmelek anî.

28 Gaelê kurê Eved wiha got: “Ma Avîmelek kî ye ku em Şexemî xulamiya wî bikin?! Ma ew ne kurê Yerûbbaal e? Ma Zevûlê peywirdarê wî xulamiya zilamên Hamorê avakarê Şexemê nekir? Ma emê çima xulamiya Avîmelek bikin?

29 Xwezî ev gel di destê min de bûya! Wî çaxî minê Avîmelek biavêta û jê re bigota: ‘Artêşa xwe zêde bike û were!’”

30 Gava Zevûlê serekê bajêr gotina kurê Gaelê kurê Eved bihîst, hêrs bû.

31 Wî bi dizî qasid şandin ba Avîmelek û got: “Va ye, Gaelê kurê Eved û birayên xwe hatin Şexemê. Ew gelê bajêr li dijî te radikin.

32 Loma rabe! Tu û zilamên xwe bi şev werin û li zeviyan kemînan deynin.

33 Serê sibê zû rabe û bavêje ser bajêr. Gava Gael û zilamên wî li dijî te rabûn, tê ya ku ji destê te tê, bikî.”

34 Avîmelek û hemû gelê pê re bi şev rabûn, bi çar yekîneyan li dijî gelê Şexemê ketin kozikan.

35 Çaxê Gaelê kurê Eved derket û li ber dergehê bajêr sekinî, Avîmelek û gelê pê re ji kozikan derketin.

36 Gava Gael ew dîtin, wî ji Zevûl re got: “Va ye, gel ji serên çiyayan tê xwarê.” Zevûl got: “Siya çiyayan wekî mirovan li te xuya dike.”

37 Gael dîsa got: “Va ye, gel ji nav welêt tê. Yekîneyek ji riya Darmaziya Sêrbazan tê.”

38 Zevûl jê re got: “Niha zimanê te li ku ye?! Te gotiye: ‘Avîmelek kî ye ku em xulamiya wî bikin?’ Ma ew zilamên ku te biçûk dîtin, ne ev in? De rabe! Şer bike!”

39 Gael derket pêş mêrên Şexemê û li dijî Avîmelek şer kir.

40 Avîmelek da pey Gael û ew ji ber wî reviya. Heta ber dergehê bajêr, gelek kuştî ketin.

41 Avîmelek li Arûmayê rûnişt. Zevûl, Gael û birayên wî qewitandin. Wî nehişt ku ew li Şexemê bimînin.

42 Dotira rojê gelê Şexemê çû nav zeviyên xwe. Gava Avîmelek pê hesiya,

43 wî zilamên xwe kir sê yekîne û ew li zeviyan ketin kozikan. Gava dît ku gel ji bajêr derket, êrîş kir. Wî ew kuştin.

44 Avîmelek bi yekîneya bi xwe re ber bi pêş ve baz da û gihîşt ber dergehê bajêr. Herdu yekîneyên din êrîşkirina li zeviyan berdewam kir. Wan ew kuştin.

45 Avîmelek tevahiya wê rojê li dijî bajêr şer kir. Wî bajar stand û gelê tê de kuşt. Wî tevahiya bajêr hilweşand û xwê bi ser de rijand.

46 Gava mêrên li Birca Şexemê ev yek bihîst, wan xwe avêt odeya bin mala Êl-Berîtê.

47 Avîmelek pê hesiya ku hemû mêrên Birca Şexemê civiyane.

48 Avîmelek û hemû gelê pê re derketin Çiyayê Salmonê. Avîmelek bivirek da destê xwe û ji darekê çiqlek jê kir, hilda, danî ser milê xwe û ji gel re got: “We dît ku min çi kir, zû, hûn jî wekî min bikin!”

49 Tevahiya gel çiqlekî darê birî û da pey Avîmelek. Wan çiqil danîn odeya bin malê û mal bi wan ve şewitandin. Hemû kesên li Birca Şexemê ku bi qasî hezar jin û mêr bûn, mirin.

50 Piştre Avîmelek bi ser Têvêsê de çû, dor li bajêr pêça û desteser kir.

51 Di nav bajêr de birceke asê hebû. Jin û mêr, hemû mêrên bajêr xwe avêtin wê derê. Paşê wan li pey xwe derî girt, ew derketin banê bircê.

52 Avîmelek hat ber bircê û li dijî wê şer kir. Ji bo ku wê bişewitîne, heta ber deriyê bircê hat.

53 Jinikekê kevirê destarê avêt ser Avîmelek û qafikê serê wî şikand.

54 Avîmelek di cih de gazî xulamê xwe yê ku çekan hildigire kir û got: “Şûrê xwe bikişîne û min bikuje. Bila kes li ser min nebêje: ‘Jinekê ew kuşt.’” Xulam lê xist û kuşt.

55 Gava gelê Îsraêl dît ku Avîmelek mir, herkes vegeriya mala xwe.

56 Bi vî awayî Xwedê bergîdana xerabiya Avîmelek da ku wî li bavê xwe kir. Wî cezayê kuştina heftê birayên xwe stand.

57 Xwedê bergîdana xerabiya gelê Şexemê jî da. Naleta Yotamê kurê Yerûbbaal bi ser wan de hat.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan