Dadger 8 - Kurmanji ÎncîlZevah û Salmunnayê padîşahên Mîdyaniyan 1 Efrayîmiyan ji Gîdyon re got: “Te çima wisa kir?! Gava tu li dijî Mîdyaniyan çûyî şer, te gazî me nekir.” Wan erzê wî bi dijwarî şikand. 2 Gîdyon ji wan re got: “Li ber tişta we kir, min tiştek nekir. Efareya rezên Efrayîmiyan, ji tevahiya çinîna rezên Aviyezer çêtir e? 3 Xwedê Orêv û Zeêvê serekên Mîdyanê dan destê we. Li ber tişta we kir, ka min çi kir?!” Van gotinan hêrsa wan kêm kir. 4 Gîdyon û sê sed zilamên pê re gihîştin Çemê Şerîayê û derbas bûn. Ew westiyabûn, lê hê li pey Mîdyaniyan bûn. 5 Gava ew gihîştin Sûkkotê, wî ji gelê bajêr re got: “Ji kerema xwe sominên nên bidin mirovên min, westiya ne. Ez didim pey Zevah û Salmunnayê padîşahên Mîdyaniyan.” 6 Lê serekên Sûkkotê jê re got: “Ma te Zevah û Salmunna dîl girtine ku em nên bidin artêşa te?” 7 Gîdyon got: “Baş e. Gava Xudan Zevah û Salmunna da destê min, ezê bedenên we li ser dirî û stiriyên beriyê binpê bikim.” 8 Ji wir, Gîdyon çû Penûêlê û ji gelê wir jî xwarin xwest. Gelê Penûêlê jî wekî bersiva gelê Sûkkotê bersivek da wî. 9 Gîdyon ji wan re got: “Gava ez bi xêr û silamet vegeriyam, ezê vê bircê hilweşînim.” 10 Zevah û Salmunna bi artêşa wan a bi qasî panzdeh hezar zilaman re li Qarqorê diman. Tevahiya wan saxmayiyên artêşên gelên rojhilat bûn. Sed û bîst hezar zilamên çekdar ketibûn. 11 Gîdyon di riya koçeran a ji rojhilatê Novah û Yogbohayê re derbas bû û êrîşî artêşê kir. Wê gavê artêş bêxem bû. 12 Zevah û Salmunna reviyabûn. Gîdyon da pey wan û herdu padîşahên Mîdyaniyan, girtin. Artêşa wan lerizî. 13 Gava Gîdyonê kurê Yoaş di riya Hevrazê Heresê re ji şer vegeriya, 14 wî xortekî Sûkkotî girt. Gîdyon ew da ber pirsan. Xort navên serek û rîspiyên Sûkkotê ji bo wî nivîsandin ku heftê û heft kes bûn. 15 Gava hat ba gelê Sûkkotê, Gîdyon got: “We ji min re got: ‘Ma te Zevah û Salmunna dîl girtin ku em nên bidin zilamên te’ û we tinazê xwe bi min kir. Va ne Zevah û Salmunna!” 16 Wî rîspiyên bajêr civandin û bi dirî û stiriyên beriyê li wan xistin. 17 Piştre wî Birca Penûêlê hilweşand û gelê bajêr da ber şûran. 18 Wî ji Zevah û Salmunna re got: “Zilamên ku we li Tavorê kuştin mirovên çawa bûn?” Wan got: “Tu çawa bî, ew jî wisa bûn. Dirûvê zarokên padîşahan bi her yekî ji wan diket.” 19 Gîdyon got: “Ew birayên min û zarokên diya min bûn. Ez bi navê Xudanê Jîndar sond dixwim, heke we ew sax berdana, min hûn nedikuştin.” 20 Piştre wî ji Yeterê kurê xwe yê mezin re got: “Rabe wan bikuje!” Lê ji ber ku hê xort bû, kurê wî tirsiya û şûrê xwe nekişand. 21 Li ser vê yekê Zevah û Salmunna ji Gîdyon re got: “Tu me bikuje! Çimkî karê mêran tenê mêr dikin.” Gîdyon rabû, Zevah û Salmunna kuşt. Wî heyvikên stûyên deveyên wan jî hildan. 22 Paşê gelê Îsraêl ji Gîdyon re got: “Tu, kurê te û kurê kurê te ji me re serweriyê bikin. Çimkî te em ji destê Mîdyaniyan rizgar kirin.” 23 Gîdyon got: “Ez jî û kurê min jî, emê serweriya we nekin. Wê Xudan serweriya we bike!” 24 Piştre got: “Daxwazeke min ji we heye. Her kes guharekî bide min ku we ji nav talên bi dest xistiye.” Çimkî Îsmaîliyan guharên zêrîn li guhên xwe dixistin. 25 Wan got: “Emê bi kêfxweşî bidin” û kincekî raxist erdê. Her kesî guharê ku talan kiriye avêt ser wî kincî. 26 Giraniya guharên zêrîn ên ku Gîdyon standin, hezar û heft sed şekel bû. Bi ser de, wî heyvik, gerdenî û kincên binevşî yên ku padîşahên Mîdyaniyan li xwe dikirin û zincîrên ku ji stûyê deveyan derxistibûn, standin. 27 Gîdyon ji zêr êfodek çêkir û ew bir Ofraya bajarê xwe. Tevahiya gelê Îsraêl li wir ev pût heband. Ev ji bo Gîdyon û malbata wî bû dafikek. 28 Mîdyanî li ber gelê Îsraêl têk çûn û careke din serê xwe ranekir. Di dema Gîdyon de welat çil salan di nav aştiyê de ma. Mirina Gîdyonê kurê Yoaş 29 Yerûbbaalê kurê Yoaş çû û li mala xwe rûnişt. 30 Gîdyon gelek jin ji xwe re anîn û heftê kurên wî çêbûn. 31 Cariyeya wî ya ku li Şexemê dima jî jê re kurek anî. Wî navê wî Avîmelek danî. 32 Gîdyonê kurê Yoaş emrekî dirêj kir û mir. Ew li bajarê Ofraya Aviyezeriyan, di gora Yoaşê bavê xwe de hat veşartin. 33 Piştî mirina Gîdyon, gelê Îsraêl averê bû û pûtên Baal hebandin. Wan Baal-Berîtî ji xwe re kir îlah. 34 Gelê Îsraêl, Xwedayê xwe Xudan ê ku wî ew ji destê hemû dijminên derdorê rizgar kiribû, bi bîr neanî. 35 Herwiha wan bi ser hemû qenciya ku bi gelê Îsraêl re kiribû jî, bi Mala Yerûbbaal –ku Gîdyon e– re dilsoz neman. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey