Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Dadger 7 - Kurmanji Încîl


Gîdyonê kurê Yoaş Mîdyaniyan têk dibe

1 Yerûbbaal –ku Gîdyon e– û tevahiya gelê pê re serê sibê zû rabûn. Wî li ser Kaniya Harodê artêşgeh ava kir. Artêşgeha Mîdyaniyan li bakurê wan, li deşta ba Girê Moreyê bû.

2 Xudan ji Gîdyon re got: “Li ba te gelek kes hene, ez Mîdyanê nadim destê wan. Bi vî awayî gelê Îsraêl dikare pesnê xwe bide û bêje: ‘Me xwe bi hêza destê xwe rizgar kir.’

3 Niha ji gel re wiha bêje: ‘Kesê ditirse û dilerize, bila ji Çiyayê Gîladê vegere malê.’” Li ser vê yekê ji gel bîst û du hezar kes vegeriyan. Deh hezar kes man.

4 Xudan ji Gîdyon re got: “Hejmara gel dîsa zêde ye. Tu wan bibe ser avê û ezê li wir wan ji bo te li bêjingê bixim. Zilamê ku ez bêjim: ‘Wê bi te re here,’ wê here. Zilamê ez bêjim: ‘Wê bi te re neçe,’ wê neçe.”

5 Gîdyon gel bir ber avê. Xudan ji Gîdyon re got: “Zilamên ku wekî seyê dirêjî avê dibin û bi zimanê xwe avê diçeliqînin bide aliyekî, zilamên ku ji bo vexwarinê diçin ser çokan jî bide aliyê din.”

6 Hejmara zilamên dirêjî avê dibûn, destê xwe didan ber devê xwe û bi zimanê xwe av diçeliqandin, sê sed kes bûn. Lê piranî ji bo vexwarina avê çûbûn ser çokan.

7 Xudan ji Gîdyon re got: “Ezê we bi sê sed kesên ku dirêjî avê dibûn û bi zimanê xwe avê diçeliqandin, rizgar bikim. Ezê Mîdyaniyan bidim destê te. Bila kesên din vegerin malê.”

8 Li ser vê yekê Gîdyon sê sed kes hildan, lê wî piraniya gelê Îsraêl şand konê wan. Sê sed kesan xurek û boriyên kesên herin, standin. Artêşgeha Mîdyaniyan, li deştê li jêra Gîdyon bû.

9 Wê şevê Xudan ji Gîdyon re got: “Rabe, êrîşî artêşgehê bike. Çimkî min ew dan destê te.

10 Lê heke tu bi tena serê xwe bitirsî, bi Pûrayê xulamê xwe re here.

11 Guhdarî bike ka ew çi dibêjin. Wî çaxî wê destê te hêzdar be ku êrîşî artêşgehê bikî.” Bi vî awayî Gîdyon bi Pûrayê xulamê xwe re nêzîkî artêşgehê ba zilamên çekdar bû.

12 Di vê navberê de Mîdyanî, Emalêqî û gelên din ên rojhilat wekî refê kuliyan li deştê belav bûbûn. Bi qasî sêlaka ber deryayê, deveyên wan nedihatin hejmartin.

13 Gava Gîdyon hat, zilamekî ji hevalê xwe re behsa xewna xwe dikir. Wî digot: “Min di xewna xwe de didît ku nanekî ceh gêr dibû û dihat nav artêşgeha Mîdyaniyan. Ew digihîşt ber kon, lê dixist û diket xwarê. Kon ji hev diket û serobino dibû.”

14 Hevalê wî lê vegerand û got: “Ev şûrê Gîdyonê kurê Yoaş ê ji gelê Îsraêl e, ne kesekî din e. Xwedê Mîdyanî û hemû artêş dan destê wî.”

15 Gava Gîdyon xewn û şiroveya wê bihîst, deverû çû erdê. Paşê vegeriya artêşgeha gelê Îsraêl û got: “De rabin! Xudan artêşa Mîdyaniyan da destê me.”

16 Wî sêsed mirov kirin sê beş. Borî û cerên vala dan destê wan. Herwiha wî xetîre dan wan ku di ceran de pêxin.

17 Ji wan re got: “Bila çavê we li ser min be. Ez çawa bikim, hûn jî wisa bikin. Gava ez gihîştim ber artêşgehê, ez çi bikim hûn jî wisa bikin.

18 Dema ez û kesên ba min li boriyê bixin, hûn jî li derdora artêşgehê li boriyê bixin û bêjin: ‘Ji bo Xudan, ji bo Gîdyon!’”

19 Beriya nîvê şevê, piştî ku nobedaran nobet guhertin, Gîdyon û sed kesên pê re gihîştin ber artêşgehê. Wan li boriyan xistin û cerên di destên xwe de şikandin.

20 Bi vî awayî her sê yekîneyan, xetîre kiribûn destê xwe yê çepê û borî kiribûn destê xwe yê rastê û li boriyan dixistin, cerên xwe dişikandin û diqîriyan. Wan digot: “Her bijî şûrê Xudan û Gîdyon!”

21 Gava ew li cihê xwe, li dora artêşgehê disekinîn, hemû kesên di artêşgehê de baz da. Ew diqîriyan û direviyan.

22 Gava sê sed kes li boriyan dixistin, Xudan kir ku hemû kesên artêşgehê bi şûr êrîşî hev bikin. Artêşa wan ber bi aliyê Serêrayê ve heta Bêtşîttayê û sînorê Avêl-Meholaya nêzîkî Tabbatê reviya.

23 Gelê Îsraêl ê ku ji eşîrên Neftelî, Aşêr û Minaşşeyê hatibûn gazîkirin, li pey Mîdyaniyan ketin.

24 Gîdyon qasid şandin seranserê herêma çiyayî ya Efrayîmê. Wan Got: “Berjêr bin û êrîşî Mîdyaniyan bikin! Çemê Şerîayê û ava heta Bêtbarayê li dijî wan bigirin.” Hemû gelê Efrayîm civiya, ava heta Bêtbarayê û Çemê Şerîayê girt.

25 Wan du serekên Mîdyaniyan dîl girtin; Orêv û Zeêv. Gava wan dida pey Mîdyaniyan, wan Orêv li Zinarê Orêv, Zeêv jî li mehsereya Zeêv kuşt. Wan serên Orêv û Zeêv li rojhilatê Çemê Şerîayê anîn ba Gîdyon.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan