Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Dadger 6 - Kurmanji Încîl


Gîdyonê kurê Yoaş

1 Gelê Îsraêl tiştên di çavê Xudan de xerab in, kirin. Xudan ew heft salan dan destê Mîdyaniyan.

2 Mîdyanî li dijî gelê Îsraêl bi ser ketin. Ji ber Mîdyaniyan, wan li çiyayan ji xwe re şikeft, sitargeh û derên veşartinê çêkirin.

3 Gava gelê Îsraêl tov direşand, Mîdyanî, Emalêqî û gelên din ên rojhilat li dijî wan radibûn.

4 Wan li dijî gelê Îsraêl artêşgeh vedidan û heta Xezayê berê welêt xera dikirin. Çi pez, çi dewar, çi ker, wan li welatê Îsraêl debar nedihişt.

5 Bi heywanan re dihatin. Konên xwe jî bi qasî refê kuliyan dibirin. Ne ew, ne jî deveyên wan dihatin hejmartin. Gava dihatin, ax xera dikirin.

6 Ji ber Mîdyaniyan, gelê Îsraêl gelek belengaz bû. Wan ji Xudan re kir hewar.

7 Gava gelê Îsraêl ji ber Mîdyaniyan ji Xudan re kir hewar,

8 Xudan ji wan re pêxemberek şand. Wî ji wan re got: “Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: ‘Min hûn ji Misrê, ji warê koletiyê deranîn.

9 Min hûn ji destê Misriyan û ji destê hemûyên ku tengasî didan we rizgar kirin. Min ji ber we ew qewitandin û welatên wan dan we.

10 Min ji we re got: Ez Xwedayê we Xudan im. Hûnê ji îlahên Amoriyan netirsin ku hûn li welatê wan rûdinin. Lê we guhdariya dengê min nekir.’”

11 Paşê milyaketê Xudan hat. Ew li bajarê Ofrayê, li bin darberûya Yoaşê Aviyezerî rûdinişt. Gîdyonê kurê Yoaş di mehsera tirî de genim dikuta ku ji Mîdyaniyan veşêre.

12 Milyaketê Xudan lê xuya bû û got: “Ya mêrxasê wêrek! Xudan bi te re ye.”

13 Gîdyon got: “Ax ezbenî, heke Xudan bi me re ye, çima ev hemû tişt hatin serê me? Ka kerametên bav û kalên me ji me re digotin? Ma wan ji me re negot: ‘Xudan em ji Misrê deranîn?’ Lê Xudan niha dev ji me berda. Wî em dan destê Mîdyaniyan.”

14 Xudan li Gîdyon zivirî û got: “Tu bi vê hêza xwe here û gelê Îsraêl ji destê Mîdyaniyan rizgar bike! Ez te dişînim!”

15 Gîdyon got: “Ax ezbenî! Ez bi çi gelê Îsraêl rizgar bikim? Malbata min, li nav Minaşşeyiyan, malbata herî belengaz e û ez jî kurê herî biçûk ê bavê xwe me.”

16 Xudan jê re got: “Lê ezê bi te re bim. Tê Mîdyaniyan wekî zilamekî têk bibî.”

17 Wî got: “Heke dilê te bi min xweş be, nîşanekê bide min ku ez bizanim yê ku bi min re dipeyive, tu yî.

18 Ji kerema xwe, heta ez diyariya xwe derxim û li ber te deynim, ji vê derê neçe.” Xudan got: “Heta tu vegerî, ezê li vir bim.”

19 Gîdyon çû malê, karikek serjê kir. Ji efayek arvan, nanê şikeva çêkir. Wî goşt xist selikê û ava goşt kir quşxaneyê. Wî ew li bin darberûyê pêşkêş kir.

20 Milyaketê Xwedê jê re got: “Goşt û nanê şikeva hilde û deyne ser vî zinarî. Ava goşt jî birijîne ser.” Wî wisa kir.

21 Milyaketê Xudan serê gopalê ku di destê wî de ye, dirêj kir û danî ser goşt û nanê şikeva. Piştre agir ji zinêr derket, goşt û nanê şikeva xwar. Milyaketê Xudan ji ber çavê wî winda bû.

22 Gîdyon dît ku ew milyaketê Xudan bû û got: “Hey wax, ya Reb Xudan! Min rû bi rû milyaketê te dît.”

23 Xudan jê re got: “Bi silamet be. Netirse, tê nemirî.”

24 Gîdyon li wir ji Xudan re gorîgehek çêkir û navê wê Yahwe-Şalom danî. Gorîgeh heta îro jî li bajarê Ofraya Aviyezeriyan e.

25 Wê şevê Xudan ji Gîdyon re got: “Tu conegayê bavê xwe, conegayê diduyan ê heft salî hilde. Gorîgeha Baal ku bavê te çêkiriye, hilweşîne û pûtê Aşêrayê yê li ba gorîgehê, jêke.

26 Paşê li serê kelehê ji Xwedayê xwe Xudan re gorîgeheke bi pergal çêke. Conegayê diduyan hilde, bi êzingên pûtê Aşêrayê ku tê jê bikî, qurbana şewitandinê pêşkêş bike.”

27 Gîdyon deh zilamên xwe hildan û çawa ku Xudan jê re gotibû, kir. Lê ji ber tirsa mala bavê xwe û xelkê bajêr, wî ne bi roj, bi şev kir.

28 Gava xelkê bajêr serê sibê zû rabû, dît ku gorîgeha Baal hatiye hilweşandin, pûtê Aşêrayê yê li ba wî hatiye jêkirin û conegayê diduyan li ser gorîgehê hatiye pêşkêşkirin.

29 Wan ji hev re got: “Kê ev yek kir?” Piştî lêpirsîn û lêkolînê, wan fêm kir ku Gîdyonê kurê Yoaş ev yek kiriye.

30 Xelkê bajêr ji Yoaş re got: “Kurê xwe derxe derve, divê bê kuştin. Çimkî wî gorîgeha Baal hilweşand û pûtê Aşêrayê jêkir ku li ba wê bû.”

31 Yoaş ji kesên li hember wî disekinin re got: “Ma parastina Baal bi we ketiye? Hûnê wî rizgar bikin? Kesê Baal diparêze wê serê sibê bê kuştin! Heke ew îlah e, bila xwe biparêze. Çimkî gorîgeha wî hatiye hilweşandin.”

32 Bi vî awayî, wê rojê Yoaş bi gotina “Bila Baal xwe biparêze” navê Yerûbbaal li Gîdyon danî. Çimkî wî gorîgeha Baal hilweşandibû.

33 Di vê navberê de Mîdyanî, Emalêqî û gelên din ên rojhilat bûn yek, di Çemê Şerîayê re derbas bûn û li Deşta Yîzreyêlê artêşgeh ava kirin.

34 Lê Ruhê Xudan hat ser Gîdyon. Gava wî li boriyê xist, Aviyezerî li pey wî civiyan.

35 Gîdyon qasid şandin seranserê welatê Minaşşeyiyan û ew jî li pey wî civiyan. Wî qasid şandin ba eşîrên Aşêr, Neftelî û Zevûlon û ew jî hatin pêşwaziya wî.

36 Gîdyon ji Xwedê re got: “Heke çawa ku te got, tê gelê Îsraêl bi destê min rizgar bikî,

37 va ye ezê hiriyê deynim ser bênderê. Heke xunav tenê li ser hiriyê bisekine û tevahiya axê ziwa be, wî çaxî çawa ku te gotiye, ezê bizanibim tê gelê Îsraêl bi destê min rizgar bikî.”

38 Wisa jî bû. Dotira rojê Gîdyon serê sibê zû rabû û hirî guvaşt. Ji hiriyê tasek xunav dawerivî.

39 Gîdyon ji Xwedê re got: “Tu li min hêrs nebe, bihêle ez tiştekî din bêjim. Destûr bide ku ez bi hiriyê careke din biceribînim. Bila vê carê hirî ziwa be û tevahiya axê bi xunavê şil bibe.”

40 Xwedê wê şevê wisa kir. Hirî ziwa ma û li ser tevahiya axê xunav hebû.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan