Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Dadger 5 - Kurmanji Încîl


Strana Deboraya Pêxember

1 Wê rojê Debora û Baraqê kurê Avînoem ev stran got:

2 “Gava serek li welatê Îsraêl serweriyê dikin, Çaxê gel bi dil û can diçe şer, pesnê Xudan bidin!

3 “Padîşahno, bibihîzin! Mîrno, guh bidin! Ez, erê ezê ji Xudan re stranan bêjim, Ezê ji Xwedayê Îsraêl Xudan re lavijan bêjim.

4 “Ya Xudan, gava tu ji Seîrê derketî, Çaxê di axa Edomê re meşiyayî, Erd hejiya, ezmanan av rijand. Erê, ewran baran barand.

5 Li pêş Xudanê ku li Sînayê bû, Li ber Xwedayê Îsraêl Xudan çiya lerizîn.

6 “Di dema Şamgarê kurê Enat de, Di rojên Yaelê de riyên kerwanan hatin birîn, Rêwî di rêçik û şiverêyan re çûn.

7 Gundên welatê Îsraêl vala bûn. Erê vala bûn, Heta ez, Debora rabûm, Heta ez li welatê Îsraêl rabûm!

8 Gava îlahên nû hilbijartin, Şer li nav dergehên bajêr bû. Di destê çil hezar leşkeran de, Li welatê Îsraêl ne rim, ne mertal hebû.

9 Dilê min bi fermandarên gelê Îsraêl re, Bi kesên dilxwaz ên nav gel re ye. Pesnê Xudan bidin!

10 “Ya siwarên kerên spî! Ya kesên li ser kurtanên nexşkirî rûdinin! Ya peyayên li ber rê!

11 Dengê qelebalixa li ser bîran, Qala serketina Xudan, Serketina gundiyên welatê Îsraêl dike! Li pey gelê Xudan diçin ber dergehan.

12 “Hişyar be! Hişyar be! Deborayê! Hişyar be, hişyar be! Baraqo! Rabe, stranan bêje! Ya kurê Avînoem! Rabe, êsîrên xwe bibe!

13 Saxmayiyên biesil jî diçin, Gelê Xudan bi mêrxasan re hat ba min.

14 Ew ji welatê Efrayîm, ji koka Emalêq hatin, Eşîra Binyamîn pê re li pey te hat. Fermandar ji Maxîrê, Serdarên bigopal ji Zevûlonê daketin.

15 Serekên Îssexariyan bi Debora re bûn, Îssexarî li pey Baraq bi lez daketin deştê. Di nav binemalên Rûbên de Bêbiryariyeke mezin hebû.

16 Ji bo çi hûn li hevşiyan rûniştin? Ma hûn bi pêz re guhdariya bilûrê dikin?! Di nav binemalên Rûbên de Bêbiryariyeke mezin hebû.

17 Gîladî li rojhilatê Çemê Şerîayê man, Danî li ba gemiyan geriyan. Aşêrî li keviya deryayê rûniştin, Li ba keştiyan, bêhna xwe vedan.

18 Lê eşîrên Neftelî û Zevûlon, Li qada şer canên xwe avêtin nav talûkê.

19 Ji bo şer padîşah hatin. Li Taenaxê û li ber ava Megîddoyê, Padîşahên Kenanê şer kir. Lê ne zîv û ne jî talan standin.

20 Ji ezmanan stêr beşdarî şer bûn, Wan ji şopên xwe li dijî Sîsera şer kir.

21 Geliyê Qîşonê ew dan ber xwe, Geliyê Qîşonê yê qedîm ew birin. Ya canê min! Bi hêzdarî bi ser wan de bajo.

22 Wê gavê ji simên hespan deng bilind dibûn, Hespên beza bi çargavî diçûn.

23 Milyaketê Xudan got: ‘Naletê li Mêrozê bînin, Naleta giran li ser şêniyên wê be. Çimkî ew nehatin alîkariya Xudan, Li dijî zordaran, ew nehatin alîkariya Xudan.’

24 “Bila Yaelê jina Heverê Qênî, Di nav jinan de bi zêdebarî pîroz be! Bila di nav jinên konan de, Bi zêdebarî pîroz be!

25 Wî av xwest, Yaelê şîr da wî. Wê di firaxê mîran de dew pêşkêşî wî kir.

26 Wê singê kon kir destê xwe Û mîrkutê karker da destê rastê. Lêxist, serê Sîsera perçiqand. Sing di cênîka wî re qul kir û perçiqand.

27 Ew ket ber wê, Li erdê bêtevger ma. Ew ket ber lingê wê, Li erdê ket û mir.

28 Dayika Sîsera ji pişt caxan, Ji pencereyê dinêrî û şîn dikir: ‘Çima erebeya wî ya şer ewqas dereng ma? Çima dengê simên erebeyên wî nayê bihîstin?’

29 Jinên şehreza bersiva wê dida, Wê jî di dilê xwe de digot:

30 ‘Bi rastî talan dibînin û parve dikin; Ji her mêrxasî re keçek an du keç, Ji Sîsera re bi xenîmetî kincên reng bi reng, Kincên reng bi reng ên nexşîn, Ji bo dora stûyê wan, Kincên rengîn ên ku herdu aliyên wan hatine nexişandin.’

31 Ya Xudan, bila hemû dijminên te wiha tune bibin. Lê hezkiriyên te bila wekî rojê bibiriqin.” Piştî vê yekê welat çil salan di nav aştiyê de ma.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan