Dadger 4 - Kurmanji ÎncîlDeboraya Pêxember serweriya gelê Îsraêl dike 1 Piştî mirina Êhûd, gelê Îsraêl careke din tiştên di çavê Xudan de xerab in, kirin. 2 Xudan gelê Îsraêl da destê Yavînê Padîşahê Kenanê ku li Hasorê serwerî dikir. Fermandarê artêşa wî, Sîsera bû ku li Haroşet-Goyîmê rûdinişt. 3 Gelê Îsraêl li Xudan kir hewar. Çimkî neh sed erebeyên wî yên hesin hebûn û wî bîst salan zordariya dijwar li gelê Îsraêl kir. 4 Wê gavê Deboraya Pêxember a jina Lappîdot serweriya gelê Îsraêl dikir. 5 Debora li bin dara xwe ya xurmê ya ku li herêma çiyayî ya Efrayîmê, di navbera Rama û Bêt-Êlê de bû, rûdinişt û li dozên gelê Îsraêl dinêrî. 6 Rojekê Deborayê şand pey Baraqê kurê Avînoemê ji Qedeş-Nefteliyê û jê re got: “Xwedayê Îsraêl Xudan li te emir dike û dibêje: ‘Rabe, ji eşîrên Neftelî û Zevûlon deh hezar kesan hilde û here Çiyayê Tavorê. 7 Ezê Sîserayê fermandarê Yavînê Padîşah û erebeyên wî yên şer li Geliyê Qîşonê bînim û bidim destê te.’” 8 Baraq ji Deborayê re got: “Heke tu bi min re bêyî, ezê herim. Lê heke tu bi min re neyî, ez naçim.” 9 Deborayê got: “Baş e, ezê bi te re bêm. Lê riya ku te xwestiye wê te birûmet neke. Çimkî wê Xudan Sîsera bide destê jinekê.” Îcar Debora rabû û pê re çû Qedeşê. 10 Baraq eşîrên Neftelî û Zevûlon li Qedeşê civandin. Deh hezar kes li pey wî bûn. Debora jî pê re çû. 11 Di vê navberê de Heverê Qênî ji Qêniyên din qetiyabû ku ji ziriyeta Hovavê xezûrê Mûsa bûn. Wî konê xwe li ber darmaziya Saenannîmê danîbû ku nêzîkî Qedeşê bû. 12 Gava Sîsera pê hesiya ku Baraqê kurê Avînoem derketiye Çiyayê Tavorê, 13 wî hemû erebeyên xwe, neh sed erebeyên hesin û hemû zilamên pê re ji Haroşet-Goyîmê deranî û li Geliyê Qîşonê civandin. 14 Debora ji Baraq re got: “De rabe! Roja ku Xudan Sîsera bide destê te, îro ye! Wê Xudan li pêş te here.” Li ser vê yekê Baraq bi deh hezar kesan re ji Çiyayê Tavorê daket. 15 Li ber Baraq, Xudan Sîsera, hemû erebeyên wî yên şer û tevahiya artêşa wî kirin nav tirs û sawê. Sîsera ji erebeya xwe ya şer peya bû û reviya. 16 Baraq jî heta Haroşet-Goyîmê da pey erebeyên şer û artêşê. Tevahiya artêşa Sîsera ket ber şûran. Tu kes nefilitî. 17 Sîserayê ku reviya, bi peya çû û ket konê Yaela jina Heverê Qênî. Çimkî di navbera Yavînê Padîşahê Hasorê û binemala Heverê Qênî de aştî hebû. 18 Yaelê pêşwaziya Sîsera kir û jê re got: “Were ezbenî, were ba min. Netirse.” Bi vî awayî Sîsera xwe avêt konê wê. Wê jî ew bi lihêfê nixamt. 19 Sîsera got: “Ji kerema xwe hinek av bide min, ez vexwim. Ez tî me.” Wê meşka şîr vekir, şîr dayê û careke din ser wî nixamt. 20 Sîsera jê re got: “Li ber deriyê kon bisekine. Heke zilamek bê û ji te re bêje: ‘Kes li kon heye?’ tu bêje: ‘Tuneye.’” 21 Lê Yaela jina Hever singekî kon û çakûç hilda. Ew hêdî çû ba Sîserayê ku westiyaye û di xewê re çûye. Wê sing danî ser cênîka wî û heta ku di erdê re derket kuta. Bi vî awayî Sîsera mir. 22 Baraqê ku dida pey Sîsera hat. Yael jî hat pêşwaziya wî û jê re got: “Ka were, ez zilamê tu lê digerî nîşanî te bidim.” Ew ket konê wê û dît ku Sîsera ketiye û miriye. Singek di cênîka wî de çikandî bû. 23 Bi vî awayî Xwedê wê rojê Yavînê Padîşahê Kenanî li ber gelê Îsraêl têk bir. 24 Destê gelê Îsraêl li ser Yavînê Padîşahê Kenanê her ku diçû zordartir dibû û wan ew helak kir. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey