Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Dadger 3 - Kurmanji Încîl

1-2 Xudan hinek milet li Kenanê hiştin ku gelê Îsraêl biceribîne. Wî ew ji bo hînkirina şer a nifşên gelê Îsraêl ku bi şer nizanibûn hiştin. Ew milet ev bûn:

3 Pênc begên Filîstiyan, hemû Kenanî, Saydayî û Hîwiyên ku Çiyayên Lubnanê, ji Çiyayê Baal-Hermonê heta Levo-Hamatê rûdiniştin.

4 Ev milet ji bo ceribandina gelê Îsraêl bûn, ka gelê Îsraêl emrên ku Xudan bi riya Mûsa li bav û kalên wan kiribûn, pêk tînin an na.

5 Bi vî awayî gelê Îsraêl di nav Kenanî, Hîtîtî, Amorî, Perîzzî, Hîwî û Yevûsiyan de rûniştin.

6 Gelê Îsraêl keçên wan ji xwe re anîn û keçên xwe jî dan wan. Wan xulamiya îlahên wan jî kir.


Otniyêlê kurê Qenaz

7 Gelê Îsraêl tiştên di çavê Xudan de xerab in, kirin. Wan Xwedayê xwe Xudan ji bîr kir û xulamiya îlahên Baal û Aşêrayê kir.

8 Hêrsa Xudan li dijî gelê Îsraêl rabû û wî ew da destê Kûşan-Rîşatayîmê Padîşahê Aram-Naharayîmê. Gelê Îsraêl heşt salan xulamiya Kûşan-Rîşatayîm kir.

9 Lê gava gelê Îsraêl li Xudan kir hewar, wî rizgarkarekî bi navê Otniyêl ji bo wan derxist ku wan rizgar bike. Otniyêl, kurê Qenazê birayê biçûk ê Kalêv bû.

10 Ruhê Xudan hat ser wî û wî serweriya gelê Îsraêl kir. Otniyêl çû şer û Xudan Padîşahê Aram-Naharayîmê, Kûşan-Rîşatayîm da destê wî. Ew li dijî Kûşan-Rîşatayîm bi ser ket.

11 Heta mirina Otniyêlê kurê Qenaz, welat çil salan di nav aştiyê de ma.


Êhûdê kurê Gêra

12 Gelê Îsraêl careke din tiştên di çavê Xudan de xerab in, kirin. Ji bo ku wisa kirin, Xudan li dijî wan Eglonê Padîşahê Moavê hêzdar kir.

13 Eglon, Emmonî û Emalêqiyan kişandin aliyê xwe. Wan êrîşî gelê Îsraêl kir, ew têk bir û Bajarê Xurmeyan desteser kir.

14 Bi vî awayî gelê Îsraêl hijdeh salan xulamiya Eglonê Padîşahê Moavê kir.

15 Lê gava gelê Îsraêl ji Xudan re kir hewar, wî ji bo wan rizgarkarek derxist. Navê wî Êhûdê kurê Gêra bû. Ew ji Binyamîniyan û çep bû. Gelê Îsraêl bi destê wî ji Eglonê Padîşahê Moavê re bac şand.

16 Êhûd ji bo xwe xencereke bi dirêjahiya gazekê çêkir û ew li ser qorika xwe ya rastê, di bin kincê xwe de veşart.

17 Çû û bac pêşkêşî Eglonê Padîşahê Moavê kir. Eglon zilamekî pir qelew bû.

18 Gava Êhûd pêşkêşkirina bacê qedand, zilamên xwe yên ku bac hilgirtiye, şandin.

19 Lê gava gihîşt kevirên necirandî ên nêzîkî Gîlgalê, vegeriya û ji Eglon re got: “Ya padîşah, ez dixwazim tiştekî bi dizî ji te re bêjim.” Padîşah got: “Hiş be” û hemû zilamên li ba xwe derxistin derve.

20 Êhûd nêzîkî padîşah bû. Padîşah li odeya xwe ya hênik a jor bi tena serê xwe rûniştibû. Êhûd got: “Ji Xwedê gotineke min ji te re heye” û ew ji textê xwe rabû.

21 Êhûd bi destê xwe yê çepê xencera li ser qorika xwe ya rastê derxist û li zikê padîşah xist.

22 Xencer bi destiyê wê ve çû navê. Ji ber ku Êhûd xencer ji zikê wî nekişand, ew di nav bezê wî de winda bû. Êhûd çû.

23 Gava ew derket ber sefikê, wî deriyên diçin odeya jorîn bi ser wî de girtin û kilîd kirin.

24 Piştî ew derket, xulamên padîşah hatin. Lê gava dît ku deriyê odeya jorîn girtî ye, wan got: “Qey çûye destavê.”

25 Heta sil bûn li benda padîşah man, lê wî dîsa deriyê odeya jorîn venekir. Loma wan mifte hilda, derî vekir û dît ku xweyê wan ketiye erdê û miriye.

26 Divê navberê de, gava xulam disekinîn, Êhûd reviya. Ew ji kevirên necirandî derbas bû û çû Seîrayê.

27 Çaxê hat, li herêma çiyayî ya Efrayîmê li boriyê xist. Gelê Îsraêl pê re ji herêma çiyayî daket, Êhûd jî da pêşiya wan.

28 Wî ji wan re got: “Li pey min werin! Çimkî Xudan Moaviyên dijminên we dan destê we.” Ew li pey wî çûn û li dijî Moaviyan bihorên Çemê Şerîayê girtin. Wan nehişt kesek derbas bibe.

29 Wê demê wan bi qasî deh hezar Moaviyên xurt û mêrxas kuştin. Tu kes nefilitî.

30 Bi vî awayî, Moavî wê rojê ketin bin destê gelê Îsraêl. Welat heştê salan di nav aştiyê de ma.


Şamgarê kurê Enat

31 Piştî Êhûd, Şamgarê kurê Enat hat. Şamgar şeş sed Filîstî bi zixta dewêr kuştin. Wî jî gelê Îsraêl rizgar kir.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan