Dadger 21 - Kurmanji ÎncîlBinyamînî ji tunebûnê rizgar dibin 1 Di vê navberê de, Îsraêl li Mîspayê, beriya şer sond xwaribû û gotibû: “Wê tu kes ji me, keça xwe bi Binyamîniyan re nezewicîne.” 2 Paşê gelê Îsraêl hat Bêt-Êlê, heta êvarê li wir li hizûra Xwedê rûnişt û bi dengekî bilind giriya. 3 Wan got: “Ya Xwedayê Îsraêl Xudan! Çima ev yek çêbû ku îro ji gelê Îsraêl eşîrek kêm bû?” 4 Dotira rojê serê sibê zû rabûn. Piştî wan li wir gorîgehek çêkir, qurbanên aştiyê û şewitandinê jî pêşkêş kirin. 5 Gelê Îsraêl got: “Gava em civiyan û hatin hizûra Xudan, ji nav hemû eşîrên Îsraêl kîjan nehat?” Çimkî wan li Mîspayê sond xwaribû û gotibû: “Her kesê neyê, divê esse bê kuştin.” 6 Lê gelê Îsraêl li ber Binyamîniyên pismamên xwe ket û got: “Îro ji gelê Îsraêl eşîrek kêm bû. 7 Ji bo kesên sax mane, em çawa bikin ku wan bizewicînin? Çimkî me bi navê Xudan sond xwar ku emê keçên xwe nedin wan.” 8 Piştre wan got: “Ji eşîrên Îsraêl kî li Mîspayê derneket hizûra Xudan?” Wan fêm kir ku ji Yavêş-Gîladê tu kes nehatiye civîna li artêşgehê. 9 Çimkî gava gel hat hejmartin, tu şêniyê Yavêş-Gîladê nehat dîtin. 10 Civakê duwanzdeh hezar şervanên herî mêrxas şandin. Wan got: “Rabin, şêniyên Yavêş-Gîladê, jin û zarokan jî bidin ber şûran. 11 Ya ku hûnê bikin ev e: Hemû mêran û hemû jinên ku destê mêran pê bûye bikujin.” 12 Wan ji nav şêniyên Yavêş-Gîladê, çar sed keçên ku nezewicîne dîtin û anîn artêşgeha Şîloyê ku li welatê Kenanê ye. 13 Tevahiya civakê zilam şandin ba Binyamîniyên ku li Zinarê Rîmmonê dimînin. Wan xwest ku bi wan re li hev werin. 14 Wê gavê Binyamînî vegeriyan. Gelê Îsraêl keçên ku ji Yavêş-Gîladê sax hiştine dan wan. Lê têra wan nekir. 15 Gel li ber Binyamîniyan ket. Çimkî Xudan yekîtiya navbera eşîrên Îsraêl xera kiribû. 16 Rîspiyên civatê got: “Ji yên mayî re emê çawa jinan bibînin? Çimkî jinên Binyamîniyan hatin kuştin.” 17 Paşê wan got: “Ji bo ku eşîreke gelê Îsraêl ji ser rûyê erdê ranebe, divê mîrasxurên Binyamîniyan hebin. 18 Em nikarin keçên xwe bi wan re bizewicînin. Çimkî gelê Îsraêl sond xwaribû û gotibû: ‘Nalet li wan were ku keçên xwe bidin Binyamîniyan.’” 19 Piştre wan got: “Binêrin, li Şîloyê her sal cejna Xudan tê kirin. Şîlo dikeve bakurê Bêt-Êlê û başûrê Levonayê, li rojhilatê riya ku ji Bêt-Êlê dikeve Şexemê ye.” 20 Bi vî awayî wan li Binyamîniyan emir kir û got: “Herin di nav rezan de xwe veşêrin 21 û binêrin. Dema keçên Şîloyî dest bi govendan bikin, ji nav rezan derkevin, her yek ji we ji xwe re keçeke Şîloyî birevîne û bibe welatê Binyamîn. 22 Heke bav û birayên wan hatin ba me û gilî kirin, emê ji wan re bêjin: ‘Ji bo xatirê me, wan bibexişînin! Jinên ku me bi şer standin, têra wan nekir. Herwiha hûnê li ser sonda xwe sûcdar nebin, çimkî we bi dilxwazî keçên xwe neda wan.’” 23 Binyamîniyan jî wisa kir. Li gorî hejmara xwe ji keçên ku direqisîn, revandin. Paşê ew çûn ser axa xwe, bajarên xwe ava kirin û lê rûniştin. 24 Piştre gelê Îsraêl ji wê derê vegeriya ser axa xwe, ba eşîr û malbatên xwe. 25 Di wan rojan de li welatê Îsraêl padîşah tunebû. Her kesî tiştê di çavê wan de rast bû, dikir. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey