Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Dadger 20 - Kurmanji Încîl


Şerê li dijî eşîra Binyamîn

1 Tevahiya gelê Îsraêl, ji Danê heta Beêr-Şevayê, bi welatê Gîlad re bi rê ket, li Mîspayê li hizûra Xudan wekî bedenekê civiyan.

2 Serekên hemû eşîrên Îsraêl di civîna gelê Xwedê de cihê xwe girt, çar sed hezar leşkerên peya şûrên xwe ragirtin.

3 –Di vê navberê de Binyamîniyan bihîst ku gelê Îsraêl li Mîspayê civiya ye.– Gelê Îsraêl got: “Ka bêjin, ev xerabî çawa çêbû?”

4 Lêwiyiyê mêrê jinika kuştî, bersiv da û got: “Ez û cariyeya xwe ketin bajarê Gîvaya Binyamîniyan ku em şevê derbas bikin.

5 Mêrên Gîvayî li dijî min rabûn û ji bo ku min bikujin, bi şev dor li mala ku ez lê dimam girt. Ew bi zorê bi cariyeya min re razan û jinik mir.

6 Min cendekê cariyeya xwe hilda û perçe kir û her perçeyê wê şand seranserê welatê Îsraêl. Çimkî wan ev kirêtî û riswatî li welatê Îsraêl kir.

7 Niha Îsraêlîno! Hûn hemû li vir fikir û şêwra xwe bêjin.”

8 Tevahiya gel rabû û wekî bedenekê bi hev re got: “Wê tu kes ji me neçe konê xwe û nezivire mala xwe.

9 Ya ku emê bi Gîvayê bikin ev e: Emê bi pişkavêtinê êrîşî wê bikin.

10 Bila dehyeka her eşîra Îsraêl, deh ji hemû sedan, sed ji hemû hezaran, hezar ji hemû deh hezaran ji şervanan re xwarinê bîne. Bila şervan jî bikevin bajarê Gîvaya Binyamîniyan û tola vê kirêtiyê hilînin ku li welatê Îsraêl hat kirin.”

11 Bi vî awayî tevahiya gelê Îsraêl bû yek û li dijî bajêr civiya.

12 Eşîrên Îsraêl zilam şandin hemû eşîra Binyamîn. Wan got: “Ev çi xerabî ye ku di nav we de hat kirin?

13 Niha wan beredayiyên Gîvayê bidin me ku em wan bikujin û vê xerabiyê ji nav gelê Îsraêl rakin.” Lê Binyamîniyan guh neda dengê Îsraêliyên birayên xwe.

14 Binyamînî ji bajarên din hatin û li Gîvayê civiyan ku li dijî gelê Îsraêl şer bikin.

15 Wê rojê ji bilî heft sed Gîvayî, hejmara Binyamîniyên ku ji bajarên din bi şûrê xwe hatin, bîst û şeş hezar bû.

16 Di nav wan de heft sed kesên çep hatin hilbijartin ku her yekî ji wan dikaribû bi berkaniyê kevir li mûyê bixista.

17 Ji bilî Binyamîniyan, hejmara şûrkêşên gelê Îsraêl çar sed hezar kes bû. Hemû jî şervan bûn.

18 Gelê Îsraêl rabû çû Bêt-Êlê. Li wir, wan ji Xwedê pirsî û got: “Kî ji me wê pêşî here û li dijî Binyamîniyan şer bike?” Xudan got: “Wê eşîra Cihûda pêşî here.”

19 Gelê Îsraêl serê sibê rabû çû. Wan li dijî Gîvayê artêşgeh ava kirin.

20 Ji bo ku li dijî Binyamîniyan şer bikin, gelê Îsraêl li Gîvayê ket kozik û çeperan.

21 Binyamînî ji Gîvayê derketin û wê rojê ji gelê Îsraêl bîst û du hezar kes li erdê raxistin.

22 Lê gelê Îsraêl hev bi zirav kirin û li dera ku rojek berê ji bo şer ketibûn kozik û çeperan, careke din ketin kozik û çeperan.

23 Paşê gelê Îsraêl çû Bêt-Êlê. Li hizûra Xudan heta êvarê giriya. Ji Xudan pirs kir û got: “Ma em dîsa li dijî pismamên xwe Binyamîniyan şer bikin?” Xudan got: “Erê, li dijî wan şer bikin.”

24 Roja diduyan gelê Îsraêl careke din nêzîkî Binyamîniyan bû.

25 Wê rojê Binyamînî ji Gîvayê derketin û dîsa ji gelê Îsraêl hijdeh hezar kes li erdê raxistin. Hemû jî şûrkêş bûn.

26 Tevahiya gelê Îsraêl rabû çû Bêt-Êlê û giriya. Li wir li hizûra Xudan rûnişt û wê rojê heta êvarê rojî girt. Wan qurbanên aştiyê û şewitandinê pêşkêşî Xudan kir.

27 Îcar gelê Îsraêl ji Xudan pirs kir. –Çimkî wê demê Sindoqa Peymana Xwedê li wê derê bû

28 û Pînehasê kurê Êlezarê kurê Harûn li ber wê nobedarî dikir.– Wan got: “Em dîsa li dijî Binyamîniyên pismamên xwe şer bikin an na?” Xudan got: “Şer bikin, çimkî ezê wan sibê bidim destê we.”

29 Gelê Îsraêl ji çar alî ve li dora Gîvayê ket kemînê.

30 Roja sisêyan bi ser Binyamîniyan ve çû û wekî carên berê li pêşberî Gîvayê tevdîra şer kir.

31 Binyamîniyan êrîş dikir û ji bajêr dûr diketin. Wekî carên berê, li ser riyên mezin û li çolê gelê Îsraêl têk bir û bi qasî sî kesan ji wan kuştin. Yek ji van riyan diçû Bêt-Êlê, riya din jî diçû Gîvayê.

32 Binyamîniyan di dilê xwe de got: “Wekî carên berê dîsa têk diçin.” Lê gelê Îsraêl digot: “Em birevin û wan ji bajêr bikişînin riyên mezin.”

33 Piraniya gelê Îsraêl ji cihê xwe vekişiya û li Baal-Tamarê rêz bû. Lê kesên li rojavayê Gîvayê ketibûn kemînê jinişkave ji cihê xwe derketin.

34 Duwanzdeh hezar şervanên bijare yên gelê Îsraêl êrîşî Gîvayê kir. Şer giran bû. Haya Binyamîniyan ji belaya hatibû serê wan tunebû.

35 Xudan li ber gelê Îsraêl Binyamînî têk birin. Di wê rojê de wan bîst û pênc hezar û sed şûrkêşên Binyamînî kuştin.

36 Êdî Binyamîniyan dît ku ew têk çûne. Gelê Îsraêl rê da wan ku derbas bibin. Çimkî ew ji Îsraêliyên din ên ku li dijî Gîvayê kemîn danîbûn, piştrast bûn.

37 Kesên di kemînê de bi lez êrîşî Gîvayê kir û tevahiya bajêr da ber şûran.

38 Di vê navberê de piraniya gelê Îsraêl û kesên di kemînê de li ser nîşanekê li hev kiribûn. Wê agir berdana bajêr û dûmaneke mezin derxistana.

39 Wî çaxî wê piraniya gelê Îsraêl ji qada şer vegeriya. Di vê navberê de Binyamîniyan dest bi şer kiribû û bi qasî sî kesan ji gelê Îsraêl kuştibûn. Gava wan berê xwe da bajêr wiha got: “Wekî şerê berê dîsa li dijî me têk çûn.”

40 Gava dûyê agir wekî stûnekê ji bajêr bilind bû, Binyamînî zivirîn û dît ku dû ji seranserê bajêr hildikişe ezmanan.

41 Piraniya gelê Îsraêl zivirî û Binyamînî şaş û metel ma. Çimkî wan fêm kir ku wê belayek were serê wan.

42 Tevî ku Binyamînî ji ber gelê Îsraêl berê xwe da çolê jî, nikaribûn rizgar bibin. Çimkî şervanên din ên gelê Îsraêl ji bajaran derketin, rê li ber wan birî û ew tune kirin.

43 Gelê Îsraêl da pey Binyamîniyên mayî. Heta rojhilatê Gîvayê, cihê ku lê kon vedan, li wan xistin û cendekê wan li erdê dirêj kirin.

44 Hijdeh hezar Binyamînî ketin û mirin. Hemû jî mêrxas bûn.

45 Kesên sax man, ber bi çolê, bi aliyê Zinarê Rîmmonê ve reviyan. Gelê Îsraêl, li ser rê pênc hezar kes jî, ji wan kuştin. Wan heta Gîdomê da pey kesên mayî û li wir jî du hezar kesên din raxistin erdê.

46 Wê rojê hejmara Binyamîniyên şûrkêş ku ketin û mirin bîst û pênc hezar bû. Hemû jî mêrxas bûn.

47 Lê şeş sed kes reviyabûn çolê û çar mehan li Zinarê Rîmmonê mabûn.

48 Gelê Îsraêl ket bajarên Binyamîniyan û kesên mayî, heywan û hemû jîndar dan ber şûran. Hemû bajarên din jî şewitandin.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan