Dadger 2 - Kurmanji ÎncîlMilyaketê Xudan li gelê Îsraêl hêrs dibe 1 Milyaketê Xudan ji Gîlgalê derket Boxîmê û ji gelê Îsraêl re got: “Min hûn ji Misrê deranîn û anîn welatê ku min ji bav û kalên we re soz dabû. Min got: ‘Ezê peymana ku min bi we re çêkiriye tu caran xera nekim. 2 Divê hûn bi şêniyên welêt re peymanekê çênekin. Gorîgehên wan jî hilweşînin.’ Lê we guhdariya dengê min nekir. We çima wisa kir? 3 Loma ez dibêjim: ‘Ezê ji ber we wan neqewitînim. Wê ji bo we bibin dijmin û îlahên wan jî, ji bo we bibin dafik.’” 4 Gava milyaketê Xudan ev tişt ji hemû gelê Îsraêl re got, gel bi dengekî bilind giriya. 5 Loma wan navê wê derê Boxîm danî û li wir ji Xudan re qurban serjê kirin. Mirina Yêşûyê Pêxember ( Yêşû 24:29-31 ) 6 Yêşû gel berda. Hemû gelê Îsraêl çû ku mîrasa wan ji xwe re bike milk. 7 Di tevahiya emrê Yêşû û emrê rîspiyên ku piştî Yêşû sax mane de gelê Îsraêl xulamiya Xudan kir. Wan hemû kirinên Xudan ên mezin ji bo gelê Îsraêl kirine dîtibûn. 8 Yêşûyê kurê Nûn, xulamê Xudan sed û deh salî mir. 9 Wan ew li Tîmnat-Heresa herêma çiyayî ya Efrayîmê, li bakurê Çiyayê Gaeşê di nav sînorên mîrasa wî de veşart. Nedilsoziya gelê Îsraêl 10 Piştî ku tevahiya wî nifşî mir û gihîşt bav û kalên xwe, nifşekî din rabû ku Xudan û ya ku wî ji bo gelê Îsraêl kiriye nizanibû. 11 Gelê Îsraêl tiştên di çavê Xudan de xerab in, kirin. Wan xulamiya Baalan kir. 12 Wan dev ji Xwedayê bavkalên xwe Xudan berda ku ew ji welatê Misrê deranîn. Ew li pey îlahên gelên din ên ku li der û dora wan dijîn ketin. Ew li ber wan deverû çûn erdê û Xudan hêrs kir. 13 Wan dev ji Xudan berda û xulamiya Baal û Eştoretan kir. 14 Li ser vê yekê hêrsa Xudan li dijî gelê Îsraêl rabû û wî ew dan destê talankarên wan. Wî ew firotin destê dijminên derdora wan ku nikaribûn li ber dijminên xwe bisekinin. 15 Çawa ku Xudan ji wan re gotibû û sond xwaribû, gava diçûn şer, destê Xudan li dijî wan bû. Loma ew ketin tengasiya mezin. 16 Li ser vê yekê Xudan dadger derxistin ku wan ji destê talankaran rizgar bikin. 17 Lê wan guhdariya dadgerên xwe jî nekir. Wan bêbextî kir û da pey îlahan. Ew li ber wan deverû çûn erdê. Wan zû dev ji riya bav û kalên xwe yên ku guh didan emrên Xudan, berda. Wan wisa nekir. 18 Gava Xudan ji bo wan dadgerek derdixist, Xudan pê re bû û wî dadgerî di hemû rojên xwe de ew ji destê dijminê wan rizgar dikir. Çimkî Xudan ji ber nalîna wan a ku zordaran tengasî dida wan, li ber wan diket. 19 Lê gava dadger dimiriya, dizivirîn û ji bav û kalên xwe bêtir xera dibûn. Wan dîsa dida pey îlahan, xulamiya wan dikirin û li ber wan deverû diçûn erdê. Wan dev ji tu kar û riya serhişkiyê bernedida. 20 Li ser vê yekê hêrsa Xudan li dijî gelê Îsraêl rabû. Wî got: “Ji ber ku vî miletî peymana min a ku min li bav û kalên wan emir kir xera kir û guhdariya dengê min nekir, 21 ezê êdî ji ber wan tu miletî neqewitînim ku Yêşû di dema mirina xwe de hiştiye.” 22 Xudan gelê Îsraêl bi van miletan ceriband, ka wê wekî bav û kalên xwe li ser riya wî bimeşin an na. 23 Xudan di carekê de ew neqewitandin û nedan destê Yêşû. Xudan ew milet hiştin. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey