Dadger 19 - Kurmanji ÎncîlLêwiyî û cariyeya wî 1 Di wan rojan de, gava li welatê Îsraêl padîşah tunebû, li pişta herêma çiyayî ya Efrayîmê Lêwiyiyek dima. Wî ji Bêtlehema Cihûdayê ji xwe re cariyeyek anîbû. 2 Cariyeya wî jê hêrs bû, ji ba wî çû Bêtlehema Cihûdayê û li mala bavê xwe çar mehan ma. 3 Mêrê wê rabû çû ba wê ku li ber dilê wê bide û wê bîne malê. Xulamê wî û du ker jî pê re bûn. Jinikê ew bir mala bavê xwe. Çaxê bavê jinikê ew dît, şa bû û xêrhatina wî kir. 4 Ew bû mêvanê Xezûrê xwe. Bi hev re xwarin û vexwarin. Zilam sê şevan li wir ma. 5 Roja çaran, serê sibê zû rabûn. Gava zava xwest here, bavê jinikê jê re got: “Lez neke, pariyekî nan bixwe, piştre hûnê herin.” 6 Herdu rûniştin, bi hev re xwarin û vexwarin. Bavê jinikê ji zavayê xwe re got: “Ji kerema xwe îşev jî bimîne û bila dilê te xweş be.” 7 Ew rabû ser piyan ku here, lê xezûrê wî careke din zorê lê kir. Ew rûnişt û wê şevê jî li wir ma. 8 Roja pêncan, serê sibê zû rabû ku here. Xezûrê wî got: “Lez neke, heta piştî nîvro bisekine.” Piştre herduyan bi hev re xwarin xwar. 9 Gava zilam, carî û xulamê wî rabûn ku herin, xezûrê wî got: “Binêre êdî êvar e. Ji kerema xwe, şeva xwe li vir biborîne û bila dilê te xweş be. Berê êvarê ye. Tê serê sibê zû rabî û herî konê xwe.” 10 Lê zilam nexwest ku şeveke din bimîne. Rabû, cariyeya xwe hilda û bi du kerên palankirî bi rê ket. Ew gihîşt pêşberî Yevûsê ku Orşelîm e. 11 Gava nêzîkî Yevûsê bûn, roj li ber avabûnê bû. Xulam ji xweyê xwe re got: “Ji kerema xwe, em herin vî bajarê Yevûsiyan û şeva xwe li vir biborînin.” 12 Lê Xweyî got: “Emê nekevin bajarekî xerîban. Ew ne ji gelê Îsraêl in. Emê berdewam bikin û herin Gîvayê.” 13 Bi ser de got: “Were, em nêzîkî Gîvayê yan Ramayê bibin. Emê li yekî ji wan şeva xwe biborînin.” 14 Bi vî awayî wan berdewam kir. Gava nêzîkî bajarê Gîvaya Binyamîniyan bûn, roj çû ava. 15 Ji bo ku şeva xwe li Gîvayê biborînin, ji rê averê bûn. Ew ketin bajêr û li meydana bajêr rûniştin. Çimkî tu kesî ew nehewandin. 16 Evarê, kalemêrek ji karê zeviya xwe vedigeriya. Ew ji herêma çiyayî ya Efrayîmê bû, lê li Gîvayê dima. Xelkê bajêr Binyamînî bûn. 17 Gava kalemêr serê xwe rakir, rêwiyên li meydana bajêr dîtin. Wî got: “Hûn ji ku tên û bi ku ve diçin?” 18 Lêwiyî got: “Em ji Bêtlehema Cihûdayê derbasî pişta herêma çiyayî ya Efrayîmê dibin. Ez ji wê derê me. Ez çûbûm Bêtlehema Cihûdayê, lê niha vedigerim mala xwe. Kesî em nehewandin. 19 Ezbenî, ji bo kerên me ka û êm heye. Ji bo min, cariyeya min û xulamê min nan û şerab ji heye. Tu tiştek kêm tuneye.” 20 Kalemêr got: “Baş e, ezê hewcedariyên we pêk bînim. Lê tenê şevê li meydanê derbas nekin.” 21 Bi vî awayî wî ew birin mala xwe û êm da kerên wî. Wan lingên xwe şûştin, xwarin û vexwarin. 22 Gava bêhna xwe vedidan, beredayiyên bajêr, dor li xanî girt. Wan li derî xist û ji kalemêrê xweyê malê re got: “Wî zilamê ku hatiye mala te derxe derve ku em pê re razên.” 23 Xweyê malê derket derve, çû ba wan û ji wan re got: “Na, birano! Ez ji we rica dikim, xerabiyê nekin. Zilam xwe avêtiye mala min. Hûn vê kirêtiyê nekin. 24 Va ye, keçika min a xama û cariyeya zilêm li hundir in. Ez wan derxim, xerabiya xwe bi wan bikin. Hûn çawa dixwazin bi wan bikin, lê vê kirêtiyê bi vî zilamî nekin.” 25 Lê wan guh neda. Loma Lêwiyî cariyeya xwe girt û ji bo wan derxist derve. Ew pê re razan. Tevahiya şevê, heta serê sibê pê re man. Ber destê sibê wan ew berda. 26 Bi hilatina rojê re, jinik hat û ber deriyê mala ku xweyê wê lê dima, ket erdê. Heta dinya ronî bû jinik li wir ma. 27 Serê sibê xweyê wê rabû, derî vekir ku bide rê û here. Dît ku cariyeya wî li ber deriyê malê ketiye û destê wê li ser şêmîka derî ye. 28 Wî jê re got: “Rabe, em herin.” Wê bersiv neda. Li ser vê yekê wî ew li kerê siwar kir û berê xwe da mala xwe. 29 Gava ew gihîşt malê, wî kêrek anî, cariyeya xwe hilda, ew kir duwanzdeh perçe û şandin seranserê welatê Îsraêl. 30 Her kesê ku ev yek dît, got: “Ji roja ku gelê Îsraêl ji welatê Misrê derketiye heta îro tiştek wiha çênebûye û nehatiye dîtin. Li ser vê yekê bifikirin û bêjin ka emê çi bikin.” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey