Dadger 18 - Kurmanji ÎncîlEşîra Dan li Layîşê bicih dibe 1 Wê demê li welatê Îsraêl padîşah tunebû û eşîra Dan li dereke lê rûne digeriya. Çimkî di nav eşîrên Îsraêl de mîras ji wan re nehat dayîn. 2 Bi vî awayî Daniyan ji eşîra xwe, ji bajarên Sora û Eştaolê pênc şervanên mêrxas şandin ku sixûrî û lêkolîna welêt bikin. Wan ji şandiyan re got: “Herin, lêkolîna welêt bikin.” Gava hatin mala Mîxa ya ku li herêma çiyayî ya Efrayîmê bû, ew li wir man. 3 Gava li mala Mîxa bûn, wan ji devoka wî fêm kir ku xortê ciwan ê Lêwiyî ne ji wir e. Ew çûn ba wî û got: “Kî tu anî vê derê? Tu li vir çi dikî? Karê te çi ye?” 4 Wî ji wan re hal û mesela Mîxa got: “Mîxa ez bi pere girtim. Ez kahinê wî me.” 5 Wan got: “Em lava dikin ji Xwedê bipirse, ev riya me xêr e yan na?” 6 Kahin ji wan re got: “Bi xêr û silamet herin. Çavê Xudan li ser riya we ye.” 7 Her pênc zilam rabûn çûn. Gava hatin Layîşê, wan dît ku xelkê bajêr wekî Saydayiyan xuya dibûn; bêxem, di aramî û ewlehiyê de dijîn. Xelkekî din ê ku li wan zorê dikir tunebû. Ew ji Saydayiyan dûr bûn û têkiliya wan bi kesekî re tunebû. 8 Gava zivirîn Sora û Eştaolê û hatin ba birayên xwe, wan ji şandiyan re got: “Hûn çi hîn bûn?” 9 Wan got: “De rabin! Em êrîşî wan bikin. Me welat dît, ax bi têra xwe baş e. Hûn hê li vir in?! Rabin, dereng nemînin! Em welêt bi milkî bistînin. 10 Gava hûn gihîştin wê derê, hûnê miletekî bêxem bibînin. Welat ji her aliyî ve fireh e. Xwedê ew der daye destê we. Kêmahiya wê derê tuneye, her tiştê dinyayê heye!” 11 Li ser vê yekê ji eşîra Dan şeş sed zilam çekên xwe yên şer hildan û ji Sora û Eştaolê bi rê ketin. 12 Wan li nêzîkî bajarê Qîryat-Yearîma Cihûdayê artêşgeh ava kir. Ji ber vê yekê ji vê derê re îro jî Mahanê-Dan tê gotin. Ew li rojavayê Qîryat-Yearîmê ye. 13 Ji wir, ew derbasî herêma çiyayî ya Efrayîmê bûn û hatin mala Mîxa. 14 Pênc zilamên ku sixûriya herêma Layîşê dikir, ji birayên xwe re got: “Hûn dizanin ku di yek ji van malan de, êfodek, pûtên malê û pûtekî rijandî hene? De ka bêjin, hûnê çi bikin!” 15 Wan berê xwe da mala Mîxa ku xortê Lêwiyî lê dima. Gava ketin hundir, wan li rewşa wî pirsî. 16 Gava şeş sed çekdarên ji Daniyan li ber dergehê bajêr sekinîbûn, 17 pênc zilamên ku sixûriya herêmê dikir ketin hundir. Wan êfod, pûtên malê û pûtên rijandî û qewirandî hildan. Kahin jî li ba şeş sed çekdaran li ber dergeh disekinî. 18 Gava ew ketin hundirê mala Mîxa û wan êfod, pûtên malê û pûtên rijandî û qewirandî anîn, kahin ji wan re got: “Hûn çi dikin?!” 19 Wan jê re got: “Hiş be! Devê xwe bigire û bi me re were. Ji me re bibe şêwirmend û kahin. Ma ji bo te kîjan çêtir e? Kahintiya li mala zilamekî yan kahintiya ji tevahiya binemalek an eşîreke gelê Îsraêl re?” 20 Dilê kahin gelek şa bû. Wî êfod, pûtên malê û pûtê qewirandî hildan û ew bi hev re çûn. 21 Wan mal, zarok û heywanên xwe dan pêşiya xwe û dan rê. 22 Gava ew ji mala Mîxa dûr ketin, cîranên Mîxa rabûn, çûn ba wan. 23 Gava wan gazî Daniyan kir, Danî zivirîn. Wan ji Mîxa re got: “Çi bû? Te çima zilamên xwe civandin?” 24 Mîxa got: “We îlahên ku min çêkiribûn û kahinê min birin! We çi ji min re hişt? Hûn çawa ji min re dibêjin: ‘Te xêr e?’” 25 Daniyan jê re got: “Çêtir e ku dengê te neyê! Yan na zilamên bêhnteng wê bi ser te de werin, te û maliyên te bikujin!” 26 Piştre Danî çûn. Çaxê Mîxa dît ku ew ji wan hêzdartir in, vegeriya mala xwe. 27 Piştî tiştên ku Mîxa çêkirine û kahin birin, Daniyan êrîşî Layîşê kir ku aram û bêxem bûn. Wan gel da ber şûran û bajar şewitand. 28 Ji ber ku ew ji Saydayê dûr bûn û têkiliya wan bi kesî re tunebû, tu kes Layîş rizgar nekir. Bajar li deşta nêzîkî Bêt-Rehovê bû. Daniyan bajar ji nû ve ava kir û tê de rûniştin. 29 Li gorî navê bavkalê xwe yê ku li welatê Îsraêl çêbûbû, navê bajêr kirin Dan. Navê berê yê bajêr Layîş bû. 30 Daniyan pûtê qewirandî li wir daçikand. Heta roja çûn sirgûnê, Yonatanê kurê Gêrşomê kurê Mûsa û kurên wî ji eşîra Dan re bûn kahin. 31 Heta ku Mala Xwedê li Şîloyê bû, wan ji xwe re pûtê ku Mîxa çêkiriye, daçikandî hişt. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey