Dadger 16 - Kurmanji ÎncîlŞîmşonê kurê Manoah û Delîlaya Filîstî 1 Şîmşon rojekê çû Xezayê. Li wir fahîşeyek dît û çû ba wê. 2 Xezayî pê hesiyan: “Şîmşon li vir e.” Paşê wan dor lê girt û tevahiya şevê li ber dergehê bajêr, di kemînê de man. Wan got: “Gava roj hiltê, emê wî bikujin” û tevahiya şevê ew bêdeng man. 3 Lê Şîmşon tenê heta nîvê şevê raza. Nîvê şevê rabû û du baskên dergehê bajêr û stûnên wî hildan, tevî zirzeyê ji cihê wan rakirin, ew danîn ser milên xwe. Paşê wî ew derxistin bilindciyê li pêşberî Hevronê. 4 Piştî van tiştan Şîmşon ji jineke ku li Geliyê Sorêqê dima, hez kir. Navê wê Delîla bû. 5 Begên Filîstî çûn ba jinikê. Wan jê re got: “Wî bixapîne û hîn bibe ka hêza wî ya mezin ji ku tê. Dibe ku em bêtesîr bikin, girê bidin û têk bibin. Her yek ji me, emê hezar û sed perçe zîv bidin te.” 6 Li ser vê yekê Delîla ji Şîmşon re got: “Ji kerema xwe ji min re bêje ev hêza te ya mezin ji ku tê û tu çawa dikarî werî girêdan û serî deynî?” 7 Şîmşon got: “Heke min bi heft şivên ter girê bidin, ezê qels bibim û bibim wekî kesên din.” 8 Îcar begên Filîstî heft şivên ter anîn ba jinikê. Delîla bi wan Şîmşon girê da. 9 Zilam li odeya navîn ketibûn kemînê. Delîla jê re got: “Şîmşon, Filîstî bi ser te de hatin!” Şîmşon şivên ter, çawa ku agir bi kendîran dikeve û diqete, qetandin. Wî sira hêza xwe nedabû. 10 Delîla jê re got: “Te ez xapandim û derew li min kir. Ji kerema xwe ji min re bêje, ka tu dikarî bi çi werî girêdan?” 11 Şîmşon got: “Heke min bi werîsên ku nehatine xebitandin girê bidin, ezê qels bibim û bibim wekî kesên din.” 12 Îcar Delîla werîsên nû hildan, bi wan Şîmşon girê da û got: “Şîmşon, Filîstî bi ser te de hatin!” Zilam hê di odeya navîn de di kemînê de rûniştî bûn. Şîmşon ew werîs wekî şerîdekê ji ser milên xwe qetandin û avêtin. 13 Delîla ji Şîmşon re got: “Heta niha te ez xapandim, te derew kirin. Ka bêje, tu dikarî bi çi werî girêdan?” Şîmşon got: “Heke tu heft keziyên serê min bi qumaşê tevnê ve bihonî û bi kutekê tevnê ve girê bidî, wî çaxî ezê qels bibim, bibim wekî kesên din.” 14 Gava Şîmşon radiza Delîla heft keziyên serê wî bi qumaşê tevnê ve honandin û bi kutekên tevnê ve girê dan. Piştre got: “Şîmşon, Filîstî bi ser te de hatin!” Paşê Şîmşon ji xewê hişyar bû, keziyên xwe ji qumaş û kutekên tevnê rizgar kirin. 15 Delîla jê re got: “Dilê te ne bi min re ye. Tu çawa dikarî ji min re bibêjî: ‘Ez ji te hez dikim?’ Ev bû sê caran tu min dixapînî, te ji min re negot ev hêza te ya mezin ji ku derê tê.” 16 Jinikê bi van gotinan her roj bi ser Şîmşon de çû û serê wî êşand. Piştre Şîmşon li ber xwe neda. 17 Wî tevahiya dilê xwe ji jinikê re vekir û got: “Gûzan qet bi serê min neketiye. Çimkî hê ez di zikê diya xwe de ji Xwedê re hatime veqetandin. Heke ez serê xwe kur bikim, wê hêza min ji min here, ezê qels bibim û bibim wekî kesên din.” 18 Gava Delîla dît ku Şîmşon tevahiya dilê xwe jê re vekir, şand pey begên Filîstî û got: “Vê carê jî werin, çimkî wî tevahiya dilê xwe ji min re vekir.” Begên Filîstî hatin ba jinikê û zîv jî bi xwe re anîn. 19 Delîla, Şîmşon li ser çokên xwe kir xewê, gazî zilamekî kir û wî heft keziyên serê wî kur kirin. Ew qels bû û ji hêza xwe ket. 20 Delîla jê re got: “Şîmşon, Filîstî bi ser te de hatin!” Ew ji xewê hişyar bû û ji xwe re got: “Ezê wekî her car xwe daweşînim.” Lê nizanibû ku Xudan jê qetiyaye. 21 Filîstiyan ew girtin û çavên wî derxistin. Wan ew birin Xezayê û bi zincîrên tûncîn ve girê dan. Wan di girtîgehê de pê beraş digerandin. 22 Piştî hat kurkirin, careke din porê serê wî hat. Mirina Şîmşonê kurê Manoah 23 Begên Filîstî, ji bo ku ji Dagonê îlahê xwe re gelek qurbanan serjê bikin û şa bibin li hev civiyan. Wan got: “Îlahê me, Şîmşonê dijminê me da destê me.” 24 Çaxê gel Şîmşon dît, pesnê îlahê xwe da û got: “Dijminê ku wêran kir welatê me Û gelek kuştin ji me, Îlahê me da destê me.” 25 Piştî ku bi têra xwe şa bûn, wan got: “Şîmşon bînin, bila me şa bike.” Wan Şîmşon ji girtîgehê anî, tinazên xwe pê kirin û bi vî awayî şa bûn. Paşê wan ew di nav stûnan de da sekinandin. 26 Şîmşon ji xortê ku bi destê wî girtiye re got: “Min berde ez xwe bispêrim stûnên ku perestgeh li ser e.” 27 Perestgeh bi jin û mêran tije bû. Hemû begên Filîstiyan jî li wê derê bûn. Sê hezar jin û mêrên li ser banê avahiyê temaşeyî rewşa Şîmşon dikir. 28 Şîmşon li Xudan kir hewar û got: “Ya Reb Xudan, ji kerema xwe min bi bîr bîne. Ya Xwedê, ji bo carekê tu min hêzdar bike, ez tola herdu çavên xwe bi derbekê ji Filîstiyan hilînim.” 29 Gava ew di nav herdu stûnên perestgehê de sekinî, destê xwe yê rastê spart yekê û yê çepê jî spart yê din. 30 Şîmşon got: “Bila ez jî bi Filîstiyan re bimirim” û hemû hêza xwe da stûnan. Perestgeh bi ser hemû begên Filîstî û her kesê di hundir de hilweşiya. Hejmara kesên ku wî bi mirina xwe kuştibû, ji hejmara kesên ku wî di saxiya xwe de kuştibû, zêdetir bû. 31 Hemû birayên Şîmşon û malbata bavê wî hatin. Wan ew hilanî û di navbera Sora û Eştaolê de di gora Manoahê bavê wî de veşart. Şîmşon bîst salan serweriya gelê Îsraêl kir. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey