Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Dadger 14 - Kurmanji Încîl


Şîmşonê kurê Manoah dizewice

1 Rojekê Şîmşon çû Tîmnayê û li wir keçeke Filîstî dît.

2 Gava vegeriya malê, ji dê û bavê xwe re got: “Min li Tîmnayê keçeke Filîstî dît. Wê ji min re bixwazin.”

3 Dê û bavê wî jê re got: “Ma di nav mirovên te û keçên hemû gelê me de keçek tuneye ku tu diçî ji Filîstiyên bêsinet jinekê dixwazî?” Lê Şîmşon ji bavê xwe re got: “Wê ji min re bixwaze, çimkî ez jê hez dikim.”

4 Dê û bavê Şîmşon fêm nekir ku ev ji Xudan e. Çimkî wê gavê gelê Îsraêl di bin destê Filîstiyan de bû û ew li dijî Filîstiyan li benda keysa xwe bû.

5 Şîmşon bi dê û bavê xwe re çû Tîmnayê. Gava ew gihîştin rezên Tîmnayê, şêrekî ciwan derket û li ber Şîmşon kir himîn.

6 Ruhê Xudan bi hêzeke mezin hat ser Şîmşon û wekî karikekî, wî şêr bi destan kir du perçe. Lê wî, ya ku kiriye ji dê û bavê xwe re negot.

7 Piştre ew çû, bi keçikê re peyivî û keçik li ber çavê wî xweş hat.

8 Piştî demekê ew vegeriya Tîmnayê ku keçikê ji xwe re bîne. Ji bo ku laşê şêr bibîne, averê bû û dît ku komeke mêşehingiv laşê şêr kiriye kewara hingiv.

9 Wî hingivê kewarê xistibû destê xwe, bi rê ve dixwar û diçû. Gava ew hat ba dê û bavê xwe, hingiv da wan û wan jî xwar. Lê negot ku wî hingiv ji laşê şêr hilaniye.

10 Gava ku bavê wî çû keçikê bîne, Şîmşon li wir ziyafetek da. Çimkî xortan wisa dikir.

11 Gava Filîstiyan ew dît, sî xort anîn ku hevaltiya wî bikin.

12 Şîmşon ji wan re got: “Ezê mamikekê ji we re bêjim. Heke hûn di heft rojên ziyafetê de pê derxin û ji min re bêjin, ezê sî binkirasên ji kitên û sî cilûbergan bidim we.

13 Lê heke hûn pê dernexin, hûnê sî binkirasên ji kitên û sî cilûbergan bidin min.” Wan got: “Kerem bike mamika xwe bêje! Em bibihîzin!”

14 Şîmşon got: “Mamika min ev e: “Ji yê ku dixwe nanî, Ji yê hêzdar şîranî.” Sê roj derbas bû, wan bi mamikê dernexist.

15 Roja çaran xortan ji jina Şîmşon re got: “Mêrê xwe bixapîne. Bila bersiva mamikê bide te. Yan na, emê te û malbata bavê te bişewitînin. Ma we em vexwendin ku hûn me bişelînin?”

16 Jina Şîmşon li ber wî giriya û got: “Tu ji min nefret dikî, tu ji min hez nakî! Te ji xortên gelê min re mamikek got lê tu bersiva wê ji min re nabêjî.” Şîmşon got: “Ez ji dê û bavê xwe re nabêjim, ma ezê ji te re bêjim?”

17 Jina Şîmşon heta roja heftan li ber wî giriya. Lê di roja heftan de bersiva mamikê jê re got. Çimkî ew gelek bi ser wî de hatibû. Jinikê rabû bersiva mamikê ji xortan re got.

18 Roja heftan, beriya roj here ava, mêrên bajêr ji Şîmşon re got: “Ma çi ji hingiv şîrîntir e, Çi ji şêr hêzdartir e?” Şîmşon got: “Heke we bi çêleka min cot nekira, we bi mamikê dernedixist.”

19 Ruhê Xudan bi hêzeke mezin hat ser Şîmşon. Rabû çû Aşqelonê. Wî sî kes kuştin, malên wan talan kir û kincên wan da xortên ku bi mamikê derxistine. Ew bi hêrs vegeriya mala bavê xwe.

20 Paşê wan jina Şîmşon da birazavê ku hevalê wî bû.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan