Dadger 13 - Kurmanji ÎncîlBûyîna Şîmşonê kurê Manoah 1 Gelê Îsraêl careke din tiştên di çavê Xudan de xerab in, kirin. Xudan ew çil salan da destê Filîstiyan. 2 Ji eşîra Dan, zilamekî Sorayî hebû. Navê wî Manoah bû. Jina wî kordunde bû û zarok nedianî. 3 Milyaketê Xudan li jinikê xuya bû û got: “Tevî ku tu kordunde î û tu zarokan nayînî jî, tê bi zaro bimînî û kurekî bînî. 4 Ji niha û pê ve mey û şerabê venexwe, tiştekî mirdar nexwe. 5 Çimkî tê bi zaro bimînî û kurekî bînî. Ji ber ku wê hê di zikê diya xwe de ji Xwedê re wekî kesê nezîr bê veqetandin, divê gûzan bi serê wî nekeve. Wê rizgariya gelê Îsraêl ji destê Filîstiyan, pê destpê bike.” 6 Jinik çû ba mêrê xwe û jê re got: “Zilamekî Xwedê li min xuya bû ku sûretê wî wekî milyaketekî Xwedê biheybet bû. Min jê nepirsî ka ji ku hatiye û wî navê xwe jî negot. 7 Lê ji min re got: ‘Tê bi zaro bimînî û kurekî bînî. Ji niha û pê ve mey û şerabê venexwe, tiştekî mirdar nexwe. Çimkî kurik ji roja ku bikeve zikê diya xwe heta bimire, wê ji Xwedê re kesê sozdana nezîriyê be.’” 8 Manoah ji Xudan lava kir û got: “Reb ezbenî! Zilamê Xwedê yê ku te şand, bila dîsa were ba me û hînî me bike, ka emê ji bo zarokê çêbe çi bikin.” 9 Xwedê guh da dengê Manoah. Gava jinik li zeviyê bû milyaketê Xwedê careke din lê xuya bû. Lê mêrê wê ne li ba wê bû. 10 Jinik bi lez çû ku haya mêrê xwe pê bixe û jê re got: “Va ye, ew zilamê ku wê rojê hat ba min dîsa xuya bû.” 11 Manoah rabû û da pey jina xwe. Gava gihîşt ba wî, jê re got: “Yê ku bi jina min re peyiviye, tu yî?” Wî got: “Erê, ez im.” 12 Manoah got: “Gava gotina te pêk bê, wê şert û mercên kurik çi bin? Karê wî wê çawa be?” 13 Milyaketê Xudan ji Manoah re got: “Bila jina te ji her tiştê ku min jê re got, xwe dûr bixe. 14 Bila tu tiştekî ku ji mêwê derdikeve nexwe. Bila mey û şerabê venexwe. Bila tiştekî mirdar nexwe. Her tiştê ku min lê emir kir, pêk bîne.” 15 Manoah ji milyaketê Xudan re got: “Lava dikim hinekî li ba me bimîne, em karikekî ji bo te serjê bikin.” 16 Milyaketê Xudan got: “Heke tu min bigirî, ez nanê te naxwin. Tu qurbana şewitandinê pêşkêş bikî, divê tu pêşkêşî Xudan bikî.” Çimkî Manoah fêm nekiribû ku ew milyaketê Xudan e. 17 Manoah ji milyaketê Xudan re got: “Gelo navê te çi ye? Em bizanibin ku gava gotinên te pêk bên, em te birûmet bikin.” 18 Lê milyaketê Xudan got: “Ji bo çi tu li navê min dipirsî? Navê min pir balaberz e.” 19 Manoah karikekî û pêşkêşiyên dexlê hilda, li ser zinêr pêşkêşî Xudan kir. Di cih de, gava Manoah û jina xwe lê dinêrîn, kerametek pêk hat: 20 Milyaketê Xudan bi agirê ku ji gorîgehê hildibe re hilkişiya ezmanan. Çaxê Manoah û jina wî ev dît, deverû çûn erdê. 21 Milyaketê Xudan careke din li Manoah û jina wî xuya nebû. Wê gavê Manoah fêm kir ku ew milyaketê Xudan e. 22 Manoah ji jina xwe re got: “Emê esse bimirin, çimkî me Xwedê dît.” 23 Jina wî jê re got: “Heke Xudan bixwesta me bikuje, pêşkêşiya şewitandinê û pêşkêşiyên dexlê ji destê me qebûl nedikir, tevahiya van tiştan nîşanî me nedida û îro ev gotin ji me re nedigot.” 24 Paşê jinikê kurek anî û navê wî Şîmşon danî. Kur mezin bû û Xudan ew pîroz kir. 25 Ruhê Xudan li Mahanê-Danê ya ku di navbera Sora û Eştaolê de ye pêşî ew hêzdar kir. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey