Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Dadger 12 - Kurmanji Încîl


Yîftahê Gîladî û eşîra Efrayîm

1 Efrayîmî çekên xwe hildan, derbasî Safonê bûn û wan ji Yîftah re got: “Çima gava tu çûyî û te li dijî Emmoniyan şer kir, te gazî me nekir? Emê te bi mala te ve bişewitînin.”

2 Yîftah ji wan re got: “Ez û gelê xwe em bi Emmoniyan re ketibûn pevçûneke giran. Min li we kir hewar, lê we ez ji destê wan rizgar nekirim.

3 Çaxê min dît ku hûn min ji destê wan rizgar nakin, min canê xwe kir destê xwe. Ez rabûm min şerê Emmoniyan kir û Xudan ew dan destê min. Çima hûn îro şerê min dikin?”

4 Îcar Yîftah tevahiya zilamên Gîladê da hev û li dijî Efrayîmiyan şer kir. Gîladiyan Efrayîmî têk birin. Çimkî Efrayîmiyan ji wan re gotibû: “Ya Gîladiyên ku di navbera gelên Efrayîm û Minaşşe de rûdinin, hûn tenê firarên Efrayîmî ne!”

5 Gîladiyan hemû bihorên Çemê Şerîayê li dijî Efrayîmiyan girtin. Gava firarên Efrayîmî got: “Bihêlin em derbas bibin,” Gîladiyan ji wan re got: “Ma tu Efrayîmî yî?” Çaxê wan bigota: “Na,”

6 wan digot: “Baş e, ka bêje: ‘Şîbbolet.’” Wan digot: “Sîbbolet,” çimkî wan nikaribû bi devoka rast ev gotin bigotana. Li ser vê yekê wan ew digirtin û di bihorên Çemê Şerîayê de dikuştin. Wî çaxî çil û du hezar Efrayîmî ketin û mirin.

7 Yîftahê Gîladî şeş salan serweriya gelê Îsraêl kir. Gava mir, li bajarekî Gîladê hat veşartin.


Îvsanê Bêtlehemî, Elonê Zevûlonî û Evdonê kurê Hillêl

8 Piştre Îvsanê Bêtlehemî serweriya gelê Îsraêl kir.

9 Sî kûr û sî keçên Îvsan hebûn. Wî keçên xwe dan mêrên binemalên din û ji kurên xwe re jî jinên binemalên din anîn. Wî heft salan serweriya gelê Îsraêl kir.

10 Gava mir, li Bêtlehemê hat veşartin.

11 Piştî wî, Elonê Zevûlonî serweriya gelê Îsraêl kir. Ew deh salan dadgerê gelê Îsraêl bû.

12 Gava mir, li Ayalona welatê Zevûlon hat veşartin.

13 Piştî wî, Evdonê kurê Hillêlê Pîretonî serweriya gelê Îsraêl kir.

14 Çil kur û sî neviyên Evdon hebûn û ew li heftê keran siwar dibûn. Wî heşt salan serweriya gelê Îsraêl kir.

15 Gava Evdonê kurê Hillêlê Pîretonî mir, li herêma çiyayî ya Emalêqiyan, li Pîretona welatê Efrayîm hat veşartin.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan