Dadger 11 - Kurmanji Încîl1 Şervanekî mêrxas ê ji Gîladê bi navê Yîftah hebû. Ew kurê fahîşeyekê bû. Bavê wî Gîlad bû. 2 Jina Gîlad jî jê re kur anîbûn. Gava kurên jinê mezin bûn, wan Yîftah qewitand û got: “Tê ji mala bavê me mîrasê nestînî, çimkî tu kurê jineke din î.” 3 Yîftah ji ber birayên xwe reviya û li herêma Tovê bi cih bû. Li dora wî zilamên beredayî civiyabûn û ji bo rêbiriyê radibûn. 4 Piştî demekê Emmoniyan li dijî gelê Îsraêl şer kir. 5 Gava Emmoniyan şer kir, rîspiyên Gîladê çûn herêma Tovê ji bo ku Yîftah bînin. 6 Wan ji Yîftah re got: “Were, bibe fermandarê me û em li dijî Emmoniyan şer bikin.” 7 Lê Yîftah ji rîspiyên Gîladê re got: “Ma ne hûn bûn ku we ji min nefret kir û ez ji mala bavê min qewitandim? Di dema tengasiyê de hûn çima tên ba min?” 8 Rîspiyên Gîladê ji Yîftah re got: “Niha em hatin ba te ku tu bi me re li dijî Emmoniyan şer bikî. Divê tu bibî serekê me û hemû şêniyên Gîladê.” 9 Yîftah ji rîspiyên Gîladê re got: “Heke hûn min vegerînin malê ku ez li dijî Emmoniyan şer bikim û Xudan wan bide destê min, bi rastî jî ezê bibim serekê we?!” 10 Rîspiyên Gîladê ji Yîftah re got: “Xudan şahid e, emê esse li gorî gotina te bikin.” 11 Îcar Yîftah bi rîspiyên Gîladê re çû. Gel ew ji xwe re kir serek û fermandar. Yîftah hemû gotinên xwe li Mîspayê, li hizûra Xudan gotin. 12 Yîftah qasid şandin ba Padîşahê Emmonê. Wî got: “Ma di navbera me de çi heye ku tu êrîşî welatê me dikî?” 13 Padîşahê Emmoniyan ji qasidên Yîftah re got: “Gava gelê Îsraêl ji Misrê derket, wan ji Geliyê Arnonê heta Çemê Yabboqê û Çemê Şerîayê welatê me stand. Niha tu van deran bê şer li min vegerîne.” 14 Yîftah careke din ji Padîşahê Emmoniyan re qasid şandin. 15 Wan got: “Yîftah wiha dibêje: ‘Îsraêl ne welatê Moavê û ne jî welatê Emmoniyan stand. 16 Lê gava ji Misrê derketin, heta Derya Sor di beriyê re meşiyan û gihîştin Qadêşê. 17 Piştre wan qasid şandin ba Padîşahê Edomê û got: Ji kerema xwe destûr bide em di axa we re derbas bibin. Lê Padîşahê Edomê guh neda wan. Gelê Îsraêl ji Padîşahê Moaviyan re jî qasid şandin, lê wî jî destûr neda. Loma ew li Qadêşê man. 18 “‘Ew di beriyê re, di dora welatên Edom û Moavê re derbas bûn, gihîştin rojhilatê welatê Moaviyan û li aliyê din ê Geliyê Arnonê kon vedan. Ew neketin welatê Moavê, çimkî Geliyê Arnonê sînor bû. 19 “‘Paşê gelê Îsraêl ji Sîhonê Padîşahê Amoriyan ê ku li Heşbonê serwerî dikir re qasid şandin. Wan got: Destûr bide em di nav axa te re derbasî cihê xwe bibin. 20 Lê Sîhon bawer nekir ku wê gelê Îsraêl di nav axa wî re derbas bibe û here. Loma wî hemû gelê xwe civand, li Yahsayê artêşgeh ava kir û li dijî gelê Îsraêl şer kir. 21 “‘Xwedayê Îsraêl Xudan, Sîhon û hemû gelê wî dan destê gelê Îsraêl û wan ew têk birin. Bi vî awayî gelê Îsraêl tevahiya welatê Amoriyan bi milkî stand. 22 Ji Geliyê Arnonê heta Çemê Yabboqê, ji beriyê heta Çemê Şerîayê, wan seranserê welatê Amoriyan bi milkî stand. 23 “‘Xwedayê Îsraêl Xudan ji ber gelê xwe Îsraêl Amorî qewitandibûn. Gelo dîsa tê van deran bistînî?! 24 Ma Kemoşê îlahê te, axê bi milkî da te, tê lê xweyî dernekevî? Gelo emê jî welatê ku gelên Xwedayê me Xudan ji ber me qewitandin, nekin milk? 25 Ma tu di ser Balaqê Padîşahê Moavê kurê Sîppor re yî? Ma ew li dijî gelê Îsraêl ranebû? Ma wî qet li dijî wan şer nekir? 26 Sê sed sal e ku gelê Îsraêl li Heşbonê û gundên wê, li Eroêr û gundên wê, li hemû bajarên derdora Arnonê rûdinin. Ma çima we di wê demê de ev der nestandin? 27 Min li dijî te guneh nekir. Lê tu, bi şerkirina li dijî min, xerabiyê bi min dikî. Bila Xudanê ku dadger e, îro di navbera gelê Îsraêl û Emmoniyan de dadgeriyê bike.’” 28 Lê Padîşahê Emmoniyan guh neda gotina ku Yîftah jê re şandibû. Sonda Yîftahê Gîladî 29 Ruhê Xudan hat ser Yîftah. Ew di nav welatên Gîlad û Minaşşeyê re derbas bû, çû Mîspaya Gîladê û gihîşt Emmoniyan. 30 Yîftah ji Xudan re sond xwar û got: “Heke tu Emmoniyan bidî destê min, 31 gava ez wan têk bibim û bi xêr û silamet vegerim, ezê kesê pêşî yê ku di deriyê mala min re derkeve ku pêşwaziya min bike, bidim Xudan û wî wekî qurbana şewitandinê pêşkêş bikim.” 32 Piştre Yîftah çû, li dijî Emmoniyan şer kir û Xudan ew dan destê wî. 33 Yîftah ji Eroêrê heta Minnîtê û Avêl-Keramîmê, bîst bajarên Emmoniyan bi dijwarî têk birin. Bi vî awayî Emmonî li ber gelê Îsraêl têk çûn. 34 Yîftah vegeriya mala xwe ya li Mîspayê. Dît ku keça wî li defê dixe, direqise û tê pêşiya wî. Ew zaroka wî ya yekta bû. Ji xeynî wê ne kur, ne jî keça wî hebû. 35 Gava Yîftah ew dît, kincên xwe çirandin. Wî got: “Hey wax, keça min! Te pişta min şikand! Te ez xistim tengasiyê! Çimkî min devê xwe vekir û ji Xudan re sond xwar. Ez jê venagerim.” 36 Keça wî got: “Bavo! Madem Xudan ji Emmoniyên dijminên te heyfa te stand. Heke te ji Xudan re sond xwar, çi ji devê te derketibe wê pêk bîne.” 37 Piştre wê got: “Lê daxwazeke min ji te heye. Bihêle ez du mehan bi hevalên xwe re li bilindciyan bigerim û bi wan re li ser keçikbûna xwe bigirîm.” 38 Wî jê re got: “Here!” Wî ew berda. Keçik bi hevalên xwe re li bilindciyan geriya û li ser keçikbûna xwe giriya. 39 Piştî du mehan vegeriya ba bavê xwe. Bavê wê sonda xwe pêk anî. Destê mêrekî pê nebûbû. Piştî vê yekê li welatê Îsraêl adetek çêbû. 40 Li gorî vê adetê, keçên gelê Îsraêl her sal diçûn û çar rojan şîna keça Yîftahê Gîladî dikir. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey