Dadger 1 - Kurmanji ÎncîlŞerê bi Kenaniyan re ( Yêşû 15:15-19 ) 1 Piştî mirina Yêşû, gelê Îsraêl ji Xudan pirsî û got: “Wê kî ji nav me pêşî here şerê Kenaniyan?” 2 Xudan got: “Bila eşîra Cihûda here. Min welatê Kenanê da destê wan.” 3 Paşê Cihûdayiyan ji birayên xwe yên Şimûnî re got: “Rabin bi me re werin axa para me. Em li dijî Kenaniyan şer bikin. Paşê emê bi we re herin axa para we jî.” Bi vî awayî Şimûnî bi wan re çûn. 4 Cihûdayî çûn û Xudan Kenanî û Perîzzî dan destê wan. Li Bezeqê, wan deh hezar Kenanî têk birin. 5 Li wir, ew rastî Adonî-Bezeq hatin. Gava wan li dijî wî şer kir, wan Kenanî û Perîzzî têk birin. 6 Adonî-Bezeq reviya. Lê wan da pey wî, ew girt û tiliyên mezin ên dest û lingên wî jê kirin. 7 Adonî-Bezeq got: “Heftê padîşahên ku tiliyên mezin ên dest û lingên wan hatine jêkirin, ji bermayiyên sifreya min dixwarin. Xwedê bergîdana kirinên min da.” Wan ew anî Orşelîmê û ew li wir mir. 8 Eşîra Cihûda êrîşî Orşelîmê kir û bajar desteser kir. Wan gel da ber şûran û agir berda bajêr. 9 Piştre Cihûdayî çûn aliyê başûr ku li dijî Kenaniyan şer bikin ku li herêma çiyayî, Negevê û Şefêlayê diman. 10 Cihûdayî bi ser Kenaniyên Hevronê de çûn ku navê wê yê berê Qîryat-Arba bû. Li wir, wan Şêşay, Ahîman û Talmay têk birin. 11 Ji wir, ew bi ser şêniyên Devîrê de çûn ku navê wê yê berê Qîryat-Sêfer bû. 12 Kalêv got: “Kesê ku êrîşî Qîryat-Sêferê bike û desteser bike, ezê Exsaya keça xwe bidimê.” 13 Otniyêlê kurê Qenazê birayê biçûk ê Kalêv, bajar desteser kir û Kalêv keça xwe Exsa da wî. 14 Çaxê keçik çû ba mêrê xwe, wê jê xwest ku ji bavê wê zeviyekê bixwaze. Gava keçik ji kerê peya bû, Kalêv jê re got: “Tiştekî ji min dixwazî heye?” 15 Keçikê jê re got: “Diyariyekê bide min. Madem te ez şandim Negevê, kaniyên avê jî bide min.” Bi vî awayî Kalêv kaniyên jorîn û jêrîn jî dan wê. 16 Ziriyeta Qêniyê xezûrê Mûsa, bi Cihûdayiyan re ji Bajarê Xurmeyan rabû çû Beriya Cihûdayê ya ku dikeve Başûrê Eradê û bi wan re rûnişt. 17 Cihûdayiyan bi birayên xwe yên Şimûnî re Kenanî têk birin ku li bajarê Sefatê diman. Wan ew bi tevahî tune kirin û navê Horma lê danî. 18 Eşîra Cihûda Xeza û sînorên wê, Aşqelon û sînorên wê û Eqron û sînorên wê girtin. 19 Xudan bi eşîra Cihûda re bû. Wan herêma çiyayî ji xwe re kir milk, lê ew nikaribûn şêniyên deştê biqewitînin. Çimkî erebeyên wan ên şer ên hesin hebûn. 20 Çawa ku Mûsa gotibû, wan Hevron da Kalêv. Kalêv sê kurên Enaq ji wir qewitandin. 21 Lê Binyamîniyan, Yevûsî neqewitandin ku li Orşelîmê rûdiniştin. Yevûsî îro jî li Orşelîmê bi Binyamîniyan re rûdinin. 22 Mala Ûsiv bi ser Bêt-Êlê re çû. Xudan bi wan re bû. 23 Wan zilam şandin Bêt-Êlê ku lêkolînê bikin. Navê bajêr ê berê Lûz bû. 24 Gava sixûran zilamekî ku ji bajêr dertê dît, wan jê re got: “Heke tu deriyê ketina bajêr nîşanî me bidî emê jî qenciyê bi te bikin.” 25 Wî deriyê ketina bajêr nîşanî wan da. Wan tevahiya bajêr da ber şûran, lê wan ew zilam û tevahiya malbata wî berdan. 26 Zilam çû welatê Hîtîtiyan, li wir bajarek ava kir û navê wî Lûz danî. Bajar heta îro jî bi vî navî tê zanîn. 27 Eşîra Minaşşe şêniyên Bêtşean û gundên wê, Taenax û gundên wê, Dor û gundên wê, Yîvleam û gundên wê û Megîddo û gundên wê neqewitandin. Kenaniyan ji bo ku li welêt bimînin, li ber xwe da. 28 Gava gelê Îsraêl hêzdar bû, wan Kenanî bi suxrevanî xebitandin. Lê wan ew bi tevahî neqewitandin. 29 Eşîra Efrayîm Kenaniyên li Gezerê rûdiniştin neqewitandin. Loma Kenanî li Gezerê di nav wan de rûniştin. 30 Eşîra Zevûlon şêniyên Qîtron û Nahalolê neqewitandin. Loma Kenanî di nav wan de rûniştin. Wan suxrevanî kir. 31 Eşîra Aşêr şêniyên Akko, Sayda, Ahlav, Akzîv, Helba, Afêq û Rehovê neqewitandin. 32 Ji ber ku wan şêniyên welêt neqewitandin, Aşêrî di nav Kenaniyan de rûniştin. 33 Eşîra Neftelî şêniyên Bêtşemeş û Bêtenatê neqewitandin û di nav Kenaniyan de rûniştin ku şêniyên welêt bûn. Lê şêniyên Bêtşemeş û Bêtenatê suxrevan bûn. 34 Amoriyan nehişt ku eşîra Dan berjêrî deştê bibe, lê wan ew li herêma çiyayî asê hiştin. 35 Amoriyan li ber xwe da ku li Çiyayê Heresê, li Ayalonê û li Şaelbîmê bimînin. Lê destê Mala Ûsiv li ser Amoriyan giran bû û ew bûn suxrevan. 36 Sînorê Amoriyan ji Hevrazê Dûpişkan heta Selayê û wêdetir dirêj bûbû. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey