Amos 9 - Kurmanji ÎncîlHilweşandina Îsraêla Bakur 1 Min dît, Reb li ba gorîgehê sekinîbû. Wî got: “Li serikên stûnan bixe, bila binên wan bihejin, Li ser serê tevahiya gel wan perçe bike. Ezê saxmayiyan bidim ber şûran, Wê tu kes nereve, wê tu kes nefilite. 2 Ew heta diyarê miriyan bikolin jî, Wê destê min wan ji wir bîne jorê. Rabin ezmanan jî, Ezê wan ji wir bînim jêrê. 3 Ew xwe bispêrin serê Çiyayê Karmelê jî, Ezê li wan bigerim û bigirim. Li ber çavê min xwe di deryayê de veşêrin jî, Ezê li marê avê emir bikim ku bi wan vede. 4 Ew ji ber dijminên xwe bên sirgûnkirin jî, Ezê li şûr emir bikim ku wan bikuje. Ezê çavê xwe bidim ser wan, Ne ji bo qenciyê, lê ji bo xerabiyê.” 5 Gava Reb Xudanê Karîndar dest dide erdê, Dinya dihele û hemû şêniyên wê şînê dikin. Tevahiya erdê wekî Çemê Nîlê bilind dibe Û wekî çemê Misrê dîsa dadikeve. 6 Ew odeyên xwe li ezmanan çêdike Û qûbeya xwe li ser erdê ava dike. Ew gazî ava deryayê dike Û bi ser rûyê erdê ve dirijîne. Navê wî Xudan e. 7 Gotina Xudan ev e: “Ya gelê Îsraêl! Ma hûn ji min re ne wekî Kûşiyan in? Ma min gelê Îsraêl ji welatê Misrê, Filîstî ji Kaftorê û Aramî ji Qîrê dernexim? 8 “Va ye, çavê Reb Xudan li ser padîşahiya gunehkar e. Ezê wê ji ser rûyê erdê tune bikim, Lê ezê Mala Aqûb bi tevahî tune nekim.” Ev e gotina Xudan. 9 “Va ye, ezê emir bikim û Mala Îsraêl Di nav hemû miletan de bihejînim. Ezê wekî bêjingê bihejînim, Lê wê libek jê nekeve erdê. 10 Hemû gunehkarên nav gelê min ên ku dibêjin: ‘Bela nagihîje me, li me nagere,’ wê bi şûr bimirin. Wê ziriyeta Dawid vegere firehiya berê 11 “Wê rojê ezê holika Dawid a ketî ji nû ve çêkim. Ezê cihên wê yên qelişî dagirim Û wêraneyên wê ji nû ve rakim. Ezê wê wekî rojên berê ava bikim. 12 Wê bermayiyên Edomiyan û hemû miletan Ji xwe re bikin milk ku bi navê min tên gazîkirin.” Ev e gotina Xudan ê ku vê yekê dike. 13 Gotina Xudan ev e: “Va ye, roj tên ku cotkar bigihîje dasvan, Kesê tirî diguvêşe bigihîje kesê tov direşîne. Wê şeraba şîrîn ji çiyayan dilop bike, Wê ji hemû giran biherike. 14 Ezê gelê xwe Îsraêl vegerînim firehiya berê, Wê bajarên wêran ava bikin û lê rûnin. Wê rezan deynin û şeraba wan vexwin, Wê bexçeyan deynin û fêkiyê wan bixwin. 15 Ezê wan li welatê wan deynim Û wê careke din ji ser welatê Ku min daye wan, neyên avêtin” dibêje Xwedayê we Xudan. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey