Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Amos 8 - Kurmanji Încîl


Selikeke fêkiyan

1 Tiştê ku Reb Xudan nîşanî min da ev bû: Selikeke fêkiyê havînê.

2 Wî ji min re got: “Amos, tu çi dibînî?” Min got: “Selikeke fêkiyê havînê.” Xudan got: “Dawiya gelê min Îsraêl hat. Ezê êdî wan nebexişînim.

3 Wê rojê wê stranên qesrê bibin lavijên şînê.” Ev e gotina Reb Xudan. “Wê gelek cendek li her derê bên avêtin. Hiş bin!”

4 Ya hûn ên ku hejaran diperçiqînin Û bindestên welêt ji holê radikin! Li vê yekê guhdar bin!

5 Hûn dibêjin: “Wê kengê Heyva Nû biqede Ku em dexlê xwe bifiroşin? Wê kengê Roja Septê biqede Ku em devê genimê xwe vekin? Em efayê biçûk bikin û şekelê mezin bikin. Em mêzînên bi hîle bixebitînin

6 Ku em belengazan bi zîv, Hejaran bi cotek çarox bikirin Û bermayiya genim a pûç bifiroşin.”

7 Xudan bi navê rewnaqiya Aqûb sond xwar: “Ezê hemû karên wan qet ji bîr nekim.

8 Ma wê ji ber vê yekê dinya nelerize Û her kesê tê de rûdine şînê neke?! Wê tevahiya erdê wekî Çemê Nîlê bilind bibe, Biheje û wekî çemê Misrê dîsa dakeve.”

9 Gotina Reb Xudan ev e: “Wê rojê ezê danê nîvro rojê bibim ava Û dema tav û rojê erdê tarî bikim.

10 Ezê cejnên we bikim şîn, Hemû stranên we bizivirînim lavijên şînê. Wê çûx li her navtengê bê pêçan Û porê her serî bê kurkirin. Ezê wê rojê bikim şîna kurê yekta Û dawiya we bikim roja tehl.”

11 Gotina Reb Xudan ev e: “Roj tên ku ezê xelayê bişînim welêt. Wê ne birçîbûna nên û tîbûna avê be, Tîbûna bihîstina gotinên Xudan be.

12 Wê ji deryayekê heta deryayeke din, Ji bakur heta başûr bigerin. Wê herin her derê û li gotina Xudan bigerin, Lê wê nebînin.

13 Wê rojê wê xort û keçên delal ji tîbûnê bikevin.

14 Kesên bi navê Aşîmaya îlaha Sameryayê sond dixwin û dibêjin: ‘Ya Dan, bi navê îlaha te’ Û ‘Ya Beêr-Şevayê, bi navê îlaha te,’ Wê bikevin û careke din ranebin.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan