Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Amos 7 - Kurmanji Încîl


Dîtiniyên kulî, agir û şaqul

1 Tiştê ku Reb Xudan nîşanî min da ev bû: Piştî giyayê ku para padîşah diket hatibû çinîn, gava giya ji nû ve şîn dibû, Xudan kulî diafirandin.

2 Çaxê kuliyan giyayê erdê xwar û qedand, min got: “Ya Reb Xudan! Lava dikim, bibexişîne! Wê ziriyeta Aqûb çawa li ber xwe bide? Ew miletekî biçûk e.”

3 Li ser vê yekê Xudan fikra xwe guhert û got: “Wê ev yek çênebe.”

4 Tiştê ku Reb Xudan nîşanî min da ev bû: Reb Xudan gazî êgir kir ku ceza bike. Êgir kûrahiya mezin daqurtand û dest bi xwarina erdê kir.

5 Min got: “Ya Reb Xudan! Lava dikim, bisekine! Wê ziriyeta Aqûb çawa li ber xwe bide? Ew miletekî biçûk e!”

6 Li ser vê yekê Reb Xudan fikra xwe guhert û got: “Wê ev jî çênebe.”

7 Tiştê ku wî nîşanî min da ev bû: Reb li ber dîwarekî disekinî ku bi şaqul hatiye sererastkirin. Şaqul jî di destê wî de bû.

8 Xudan ji min re got: “Tu çi dibînî Amos?” Min got: “Şaqulekê dibînim.” Reb jî got: “Va ye, ezê şaqulekê deynim nav gelê xwe Îsraêl Û ezê êdî wan nebexişînim.”

9 Wê bilindciyên ziriyeta Îshaq wêran bibin, Pîrozgehên gelê Îsraêl helak bibin. Ezê bi şûr li dijî Mala Yarovam rabim.


Amosê Pêxember û Amatsyayê Kahin

10 Wê gavê Amatsyayê Kahinê Bêt-Êlê, ji Yarovamê Padîşahê Îsraêlê re xeber şand û got: “Amos di nava gelê Îsraêl de li dijî te fen û fûtan çêdike. Welat nikare tevahiya van gotinên wî ragire.

11 Çimkî Amos wiha dibêje: “‘Wê Yarovam bi şûr bimire, Wê gelê Îsraêl esse ji ser welatê xwe bê sirgûnkirin.’”

12 Amatsya ji Amos re got: “Zanyaro! Bireve here welatê Cihûdayê! Li wir nanê xwe bixwe. Li wê derê pêxemberiyê bike.

13 Careke din li Bêt-Êlê pêxemberiyê neke. Çimkî ev der pîrozgeha padîşah û perestgeha padîşahiyê ye.”

14 Wî çaxî Amos bersiva Amatsya da û got: “Ez ne pêxember bûm û ne jî kurê pêxember. Ez tenê gavan û bexçevanê darhejîran bûm.

15 Xudan ez ji pey dewaran hildam û ji min re got: ‘Here ji gelê min Îsraêl re pêxemberiyê bike.’

16 Niha tu guh bide gotina Xudan. Tu dibêjî: “‘Li dijî gelê Îsraêl pêxemberiyê neke, Li dijî Mala Îshaq gotinan nebêje.’

17 “Loma Xudan wiha dibêje: ‘Wê jina te li bajêr bibe fahîşe Û wê kur û keçên te bên şûrkirin. Wê welatê te bi benê pîvanê bê pîvan Û tê li welatekî mirdar bimirî. Wê gelê Îsraêl esse ji welatê xwe bê ajotin.’”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan