Amos 5 - Kurmanji ÎncîlGaziya tobekirinê 1 Ya Mala Îsraêl! Guh bide vê lavija şînê ya ku ezê bixwînim! 2 “Îsraêla keça xama ket, wê cardin ranebe. Bi ser axa xwe de ket, kesê wê rake tuneye.” 3 Çimkî Reb Xudan wiha dibêje: “Bajarek hezar şervanan dertîne, Lê wê sed zilamên wî sax bimînin. Bajarekî din sed zilaman dertinê, Lê wê deh zilamên Mala Îsraêl bimînin.” 4 Çimkî Xudan ji Mala Îsraêl re wiha dibêje: “Li min bigerin û bijîn! 5 Lê li Bêt-Êlê negerin û neçin Gîlgalê. Derbasî Beêr-Şevayê nebin. Wê Gîlgal esse here sirgûnê û Bêt-Êl nemîne.” 6 Li Xudan bigerin û bijîn! An na, wê bibe agir û bi Mala Ûsiv bikeve, Wê Bêt-Êlê daqurtîne û wê tu kes netefîne. 7 Ya kesên ku rastî kirine giyayê tehl Û edalet li erdê xistine! 8 Yê ku Komstêrên Perwîn û Oriyonê afirandine, Taristan dike şeveq û roj dike şeva tarî, Yê ku gazî ava deryayê dike û dirijîne ser rûyê erdê, Navê wî Xudan e. 9 Ew bi brûskê li bircan dixe Û hilweşînê tîne ser sûran. 10 Hûn ji kesê li ber dergehê bajêr erzê we dişikêne nefret dikin, Bîzê we ji kesê rastiyê dibêje diçe. 11 Loma ji ber ku hûn belengazan di bin lingan de diperçiqînin Û bi zorê genim ji wan distînin, Hûnê li xaniyên ku we ji kevirên necirandî ava kirin, rûnenin Û şeraba rezên xweşik ên ku we danîne venexwin. 12 Çimkî ez dizanim serhildanên we zêde Û gunehên we gelek in! Ya kesên ku zordarî li rastan dikin, bertîlê distînin Û li ber dergehê bajêr heqê hejaran dixwin! 13 Loma di vê demê de wê biaqil bêdeng bimîne, Çimkî dem, dema xerab e. 14 Ne li xerabiyê, li qenciyê bigerin û bijîn. Bi vî awayî çawa ku we gotiye, Wê Xwedayê Karîndar Xudan bi we re be. 15 Ji xerabiyê nefret, ji qenciyê hez bikin. Li ber dergehê bajêr edaletê biparêzin. Belkî Xwedayê Karîndar Xudan, Li bermayiyên Ûsiv were rehmê. 16 Loma Reb Xwedayê Karîndar Xudan wiha dibêje: “Wê li hemû meydanan şînê bikin, Wê li hemû kuçeyan bikin axîn û nalîn. Wê ji bo şînkirinê gazî cotkaran bikin, Ji bo girînê gazî şîngiran bikin. 17 Wê li hemû rezan bibe şîn, Çimkî ezê di nava we re derbas bibim” dibêje Xudan. Roja Xudan 18 Wey li wan kesên li benda roja Xudan in! Gelo hûn çima roja Xudan dixwazin? Ew ne ronahî ye, tarî ye. 19 Wekî wî mirovî ye ku ji ber şêr direve Û hirç tê pêşiya wî, Mîna zilamê ku tê malê, dest dispêre dîwêr Û mar pê vedide. 20 Roja Xudan tarî ye! Ma we got ronahî ye? Hem jî taristana kûr e! Wê çirûskek jî tunebe. 21 Xudan dibêje: “Ez ji cejnên we nefret dikim û red dikim! Ez civînên we yên mezin naxwazim! 22 Hûn ji min re Pêşkêşiyên xwe yên dexlê û şewitandinê bînin jî, Ezê qebûl nekim. Dermalekiriyên we yên pêşkêşiyên aştiyê, Ezê lê nenêrim. 23 Dengê stranên xwe ji min dûr bixin, Ez guh nadim meqamên tembûrên we. 24 Lê bila edalet wekî avê Û rastî wekî çemekî domdar biherike. 25 “Ya Mala Îsraêl! Ma we çil salan li beriyê, Tenê ji min re qurban û pêşkêşî anîn?! 26 Bi rastî we Sakkûtê padîşahê xwe, Qeywanê pûtê xwe Û îlahê stêrkî ku we ji bo xwe çêkiriye, Bi xwe re anîn! 27 Loma ezê we sirgûnê aliyê din ê Şamê bikim” dibêje Xudanê ku navê wî Xwedayê Karîndar e. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey