Amos 4 - Kurmanji ÎncîlGelê Îsraêla Bakur li Xwedê venagere 1 Ya çêlekên Başanê yên li Çiyayê Sameryayê, Guh bidin vê gotinê! Ya jinên ku zordariyê li belengazan dikin, hejaran diperçiqînin Û ji mêrên xwe re dibêjin: “Bîne, em vexwin!” 2 Reb Xudan bi pîroziya xwe sond xwar û got: “Va ye, roj bi ser we de tên Ku wê we bi çengelên goşt bibin Û kesê we yê dawî bi nîkên masiyan bikişînin. 3 Wê her yek ji we ji qulên dîwaran derkeve Û heta Harmonê bê avêtin.” Ev e gotina Xudan. 4 “Herin Bêt-Êlê û gunehan bikin, Werin Gîlgalê û gunehên xwe zêde bikin! Her sibe qurbanên xwe, Ji sê rojan carekê dehyekên xwe bînin. 5 Wekî pêşkêşiya şikirdariyê nanê hilatî bipêjin, Pêşkêşiyên xwe yên dilxwaziyê bidin bihîstin. Çimkî ev li xweşa we diçe, ya gelê Îsraêl!” Ev e gotina Reb Xudan. 6 “Li hemû bajarên we min zikê birçî da we Û min li hemû derên we kir nangiranî. Dîsa jî hûn li min venegeriyan.” Ev e gotina Xudan. 7 “Hê ji dema palehiyê re sê meh hebû, Min baran ji ser we birî. Min bi ser bajarekî de barand, Lê bi ser bajarê din de nebarand. Bi ser zeviyekê de baran hat, Lê zeviya ku baran bi ser de nehat ziwa bû. 8 Ji bo vexwarina avê, Kesên du-sê bajaran çûn bajarekî, Lê bi avê têr nebûn. Dîsa jî hûn li min venegeriyan.” Ev e gotina Xudan. 9 “Min gelek caran bi kifik û germebayê Li we, li rez û bexçeyên we xist, Kuliyan darhejîr û darzeytûnên we xwarin. Dîsa jî hûn li min venegeriyan.” Ev e gotina Xudan. 10 “Çawa ku li Misrê çêbû, min kul şand nav we. Min xortên we bi şûr kuştin, hespên we jî desteser kirin, Min pozên we bi bêhna pîs a artêşgeha we tije kir. Dîsa jî hûn li min venegeriyan.” Ev e gotina Xudan. 11 “Çawa ku min Sodom û Gomorayê serobino kir, Min hinek ji we jî serobino kir. Hûn bûn wekî êzingê nîvşewitî yê ji êgir rizgarbûyî. Dîsa jî hûn li min venegeriyan.” Ev e gotina Xudan. 12 “Ya gelê Îsraêl! Loma ezê vê yekê bînim serê te. Erê gelê Îsraêl! Ji ber ku ezê vê yekê bi te bikim, Ji bo pêşwaziya Xwedayê xwe amade bin!” 13 Yê ku şikil dide çiyayan, Bayê diafirîne, fikra xwe ji mirovan re dibêje, Seherê dike tarî û pê li bilindciyên erdê dike, Navê wî Xudan e, Xwedayê Karîndar e! |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey