Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Amos 3 - Kurmanji Încîl

1 Ya gelê Îsraêl! Gotinên Xudan ên li dijî we bibihîzin! Wî li dijî tevahiya gelê ku ji welatê Misrê deranî, got:

2 “Di nav hemû gelên dinyayê de, Min tenê hûn naskirin. Loma ji ber hemû sûcên we, Ezê we ceza bikim.”


Pêxember guh nadin gotina Xwedê

3 Ma bêyî ku li hev bikin, du mirov bi hev re diçin?

4 Ma şêrê bênêçîr li daristanê dihimîne? Ma bêyî ku nêçîrekê bigire, Şêrê ciwan ji şikefta xwe deng derdixe?

5 Ma gava tomik tuneye, çivîk dikeve dafikê? Bêyî ku tiştekî bigire, dafik ji erdê dipengize?

6 Gava li bajêr li boriyê bê xistin, gel nalerize? Ma xerabiya bi ser bajêr de tê, ne ji Xudan e?

7 Bi rastî, bêyî ku sira xwe ji xulamên xwe Û ji pêxemberan re nebêje, Reb Xudan tiştekî nake.

8 Gava şêr dihimîne, kî natirse? Çaxê Reb Xudan dibêje, kî pêxemberiyê nake?

9 Bi qesrên Aşdodê û welatê Misrê bidin bihîstin! Bêjin: “Li herêma çiyayî ya Sameryayê bicivin! Xirecira mezin a li nav bajêr Û zordariya tê de bibînin!”

10 Gotina Xudan ev e: “Ew nizanin heqiyê bikin, Zordarî û zordestî li bircên xwe didin hev.”

11 Loma Reb Xudan wiha dibêje: “Wê neyar welêt bipêçe û we bêhêz bihêle, Wê qesrên we talan bike.”

12 Xudan wiha dibêje: “Çawa ku şivan ji devê şêr du ling An jî perçeyekî guh rizgar bike, Wê gelê Îsraêl yê li Sameryayê Tenê bi aliyekî sedrê û beşekî nivînê, rizgar bibe.

13 Guhdar bin û Mala Aqûb hişyar bikin.” Ev e gotina Xwedayê Karîndar Reb Xudan.

14 “Roja ez gelê Îsraêl ji bo gunehên wan ceza bikim, Ezê gorîgehên Bêt-Êlê jî ceza bikim. Wê qiloçên gorîgehê bên jêkirin û bikevin erdê.

15 Ezê malên havîn û zivistanê xera bikim. Wê malên ji diranê fîlan tune bin, Wê dawiya malên mezin were.” Ev e gotina Xudan.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan