Amos 2 - Kurmanji Încîl1 Xudan wiha dibêje: “Ji bo sê-çar û zêdetir neheqiyên Moaviyan, Ezê cezayê wan ranekim. Wan hestiyên Padîşahê Edomê, Heta bû kils şewitandin. 2 Loma ezê êgir bi ser Moavê de bibarînim Ku bircên Qeriyotê daqurtîne. Wê Moavî bi dengê boriyan, qîrîn û xirecirê bimirin. 3 Ezê desthilatdarê wê rakim û bavêjim, Ezê pê re hemû serekên wê bikujim” dibêje Xudan. Dadbarkirina Cihûdayê 4 Xudan wiha dibêje: “Ji bo sê-çar û zêdetir neheqiyên gelê Cihûda, Ezê cezayê wan ranekim. Wan Şerîeta Xudan red kir, Qanûnên min pêk neanîn. Pûtên wan ew averê kirin, Ew pûtên ku bav û kalên wan jî da pey. 5 Loma ezê êgir bi ser Cihûdayê de bibarînim Ku bircên Orşelîmê daqurtîne.” Dadbarkirina Îsraêla Bakur 6 Xudan wiha dibêje: “Ji bo sê-çar û zêdetir neheqiyên gelê Îsraêl, Ezê cezayê wan ranekim. Ew rastan ji bo pere, Hejaran ji bo cotekî çarox difiroşin. 7 Ew serê belengazan di nav toza erdê de diperçiqînin Û bindestan li ser rê dehf didin. Bav û kur diçin heman keça ciwan Û navê min ê pîroz xerab dikin. 8 Ew li ba her gorîgehê, Li ser cilê ku gerew hatiye standin radizin. Li mala îlahên xwe, Şeraba ku hatiye bexişandin vedixwin. 9 Lê min li ber wan Amorî tune kirin. Tevî ku bilindahiya wan bi qasî dara sedrê Û hêza wan wekî darmaziyê jî bûn, Min li jor fêkiyên wan, Li jêr koka wan ziwa kirin. 10 Min hûn ji welatê Misrê deranîn Û çil salan li beriyê rêberiya we kir Ku hûn welatê Amoriyan ji xwe re bikin milk. 11 Min ji kurên we hinek pêxember, Ji xortên we hinek kesên veqetandî derxistin. Ya gelê Îsraêl! Ma ne wisa ye?” Ev e gotina Xudan. 12 “Lê we şerab bi kesên veqetandî dida vexwarin. We li pêxemberan emir dikir û digot: ‘Pêxemberiyê nekin.’ 13 “Çawa ku erebeya bi lodên dexlê tije, erdê didewisîne, Ezê jî we wisa bidewisînim. 14 Wê kesê lingsivik nikaribe bireve, Hêzdar hêza xwe nîşan nede, Mêrxas jî canê xwe rizgar neke. 15 Wê tîravêj li ser lingan nesekine, Lingsivik nefilite, siwar jî canê xwe rizgar neke. 16 Wê rojê wêrekê mêrxasan Wê çekên xwe bihêle û bireve.” Ev e gotina Xudan. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey