Amos 1 - Kurmanji Încîl1 Gotinên Amosê şivanekî Teqoayî. Di rojên Ûzziyayê Padîşahê Cihûdayê û Yarovamê kurê Yehoaşê Padîşahê Îsraêlê de, du sal beriya erdhejê, Amos li ser gelê Îsraêl ev gotin di dîtiniyan de dîtin. 2 Wî got: “Xudan ji Siyonê dike himîn, Ji Orşelîmê dengê xwe bilind dike. Mêrgên şivanan şînê dikin û diçilmisin, Serê Çiyayê Karmelê ziwa dibe.” Dadbarkirina gelên derdora Îsraêla Bakur 3 Xudan wiha dibêje: “Ji bo sê-çar û zêdetir neheqiyên Şamiyan, Ezê cezayê wan ranekim. Wan bi cercera hesinî, Gîladî gêre kir. 4 Loma ezê êgir bi ser mala Hazaêl de bibarînim Ku bircên Ben-Hadad daqurtîne. 5 Ezê zirzeyên dergehê Şamê bişikênim. Ezê kesê li Geliyê Awenê rûdine Û li Bêtedenê gopal di destan de ye helak bikim. Ezê gelê Aramê sirgûnê Qîrê bikim” dibêje Xudan. 6 Xudan wiha dibêje: “Ji bo sê-çar û zêdetir neheqiyên Xezayiyan, Ezê cezayê wan ranekim. Wan tevahiya gel sirgûn kir Ku teslîmî Edomiyan bikin. 7 Loma ezê êgir bi ser sûrên Xezayê de bibarînim Ku bircên wê daqurtîne. 8 Ezê kesê li Aşdodê rûdine Û li Aşqelonê gopal di destan de ye helak bikim. Ezê destê xwe li dijî Eqronê rakim Û wê saxmayiyên Filîstiyan tune bin” dibêje Reb Xudan. 9 Xudan wiha dibêje: “Ji bo sê-çar û zêdetir neheqiyên Sûriyan, Ezê cezayê wan ranekim. Wan tevahiya gel sirgûn û teslîmî Edomiyan kir, Wan peymana biratiyê bi bîr neanî. 10 Loma ezê êgir bi ser sûrên Sûrê de bibarînim Ku bircên wê daqurtîne.” 11 Xudan wiha dibêje: “Ji bo sê-çar û zêdetir neheqiyên Edomiyan, Ezê cezayê wan ranekim. Bi şûr ketin pey birayên xwe û li ber neketin. Hêrsa wan hergav dirinde bû Û xezeb tu car ji dest bernedan. 12 Ezê êgir bi ser Têmanê de bibarînim Ku bircên Bosrayê daqurtîne.” 13 Xudan wiha dibêje: “Ji bo sê-çar û zêdetir neheqiyên Emmoniyan, Ezê cezayê wan ranekim. Zikên jinên Gîladî yên bizaro qelaştin Ku sînorên xwe fireh bikin. 14 Loma ezê sûrên Rabbayê bişewitînim Ku bi qîrînên roja şer Û babelîska roja bahozê bircên wê daqurtîne. 15 Wê padîşahê wan bi serekên xwe re here sirgûnê” dibêje Xudan. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey